Daryûsê Mezin
Daryûs I, ango Daryûsê Yekê, an jî Daryûsê Mezin (wekî Daryûş û Dara jî tê zanîn). (549 b.z.– nêzî 485 b.z.), şahekî dewleta farisên Hexamenişî bû. Ew lawê Vîştaspa (yewnanî: Hystaspes) bû û bavê Xeşeyerşa bû. Şahê Daryûs I di navbera salên 521'ê berî zayînê û dor 485'ê berî zayînê de şahîtî kir.


Biguherîne
- Daryûs bi latînî Darius an jî Dareus e û ji peyva yewnanî Dareios e. Dareios jî kurteya navê bi farsiya kevin Dārayavauš[1][2] e.
Dārayavauš ji zimanê elamî Da-ri-(y)a-ma-u-iš tê[3][4]. Nav bi akkadî dibe Da-(a-)ri-ia-(a-)muš[5], bi aramî Dryhwš û bi aramiya kevn Drywhwš e[çavkanî pêwîst e].
DîrokBiguherîne
Di dema Daryûs I de li împeratoriyê gelek serîhildan der ketin. Dema wî de Babîl du caran, sê caran, Elaman sê caran, Îyonya li hembera karger serîhildan. Ji bo wan serîhildanan jî Împeratorî lawaz bû û Daryûs I li hembera Yewnana kevin di Cenga Maraton de bin ket. Lê dîsa jî wî Împeratorî li Qafqasya, Pontus û Ermenistan belav kir û bi Saka û Turaniyan re ceng kirin. Di wan cengan de wî dest bi nerîtên nûyên wek dan dana leşkeran û wan antrenman kirin, kirin.
Daryûs I di dema xwe de dewlet organîze kir û gorî Satrap ango herêman karger kir. Gorî Herodot wî împeratorî parva 20 satrapan kirî bû û ew satrapan ji aliya satrapan dihat karger kirin û wek otonom bi navenda împeratorî ve girêde bû.
Avakirinên wîBiguherîne
Daryûş di dema xwe de paytexta împeratoriyê Persepolis çêkir. Li ber wî dema Kûruş de Pesargad paytexta împaratorî bû û paş wî persapolis ava kir re kargera xwe bira wir. Li persapolis bêtir wî navbera Sûweyş û Nîl de kanaleke bo keştiyan kola. Dîsa gorî tabletên Persapolisê wî navbera Susa (bajerekî îroj li Xûzistanê) û Sardis (îroj nêzi Manisayê) rêyeke keyî çêkiribû.
Girêdanên derveBiguherîne
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ http://sitemaker.umich.edu/mladjov/files/persia_achaemenid_period.pdf
- ↑ http://www.iranicaonline.org/articles/darius-i
- ↑ http://antikforever.com/Egypte/Dyn/27.htm
- ↑ http://www.languagehat.com/archives/004080.php
- ↑ http://antikforever.com/Egypte/Dyn/27.htm
- ↑ http://sitemaker.umich.edu/mladjov/files/persia_achaemenid_period.pdf
- ↑ http://www.utexas.edu/cola/centers/lrc/eieol/aveol-9-X.html#L272