Beyana 11ê Adarê

(Ji Beyana 11'ê Adarê hat beralîkirin)

Beyana 11ê Adarê rêkkevtin an lihev hatinek bû di navbera rêberî ya Şoreşa Îlonê û hukmeta Îraqê da ko li 11ê adara 1970'ê da hat ragehandin. Ew beyan ji aliyê kurdan ve bi destê Mela Mistefa yê Barzanî û ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi destê Sedam Hisênî hat îmzakirin. Sedam wî çaxî hêşta nebûbû kesê hijmar yek û cêgirê Serkomar Ehmed Hesen Bekir bû. Di beyanê da ji bo cara pêşîn di xebata Kurdên Kurdistana Başûr da hikûmeta navendî pêniyasîn bi otonomî ya Kurdistanê dikir. Zimanê kurdî wekî zimanê fermî li herêmên otonom hat niyasîn.

Lê awayê bicihkirin û kiryarkîkirina wê beyanê bû cihê lihevnehatina herdu aliyan. Danûstanên dirêj li ser çawayî ya bicihkirina wê li 6ê adara 1974ê bi Rêkkevtina Elcezayîrê di navbera Şahê Îranê û Sedam Hisênî li Elcezayîrê dawî bûn û ev şkestina danûstanan şkestina Şoreşa Îlonê jî bû. Ev li hevhatina wan pîlaneka Henry Kisinger, wezîr derve yê Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê bû. Hijmareka mezin ji Kurdan ko pardariya şoreşê kiribû ber bi Îranê revîn.

Sedamî paşî hingî herêmeka otonom çêkir û hindek siyasetmedarên kurd ko digel Mela Mistefayî lihevnedihatin di wê pêvajoyê da arîkarî ya Sedamî kir. Di dîroka Kurdisatan Başûr da ew otonomî bi Otonomiya Kartûnî hatîye niyasîn.