Andrew Jackson
Andrew Jackson (jdb. 15ê adarê 1767 li Waxhaws; m. 8ê hezîranê 1845 nêzîkê Naşvîl, Tênêsî) ji sala 1829 heya 1837, serokdewletê DYA'yê, yê heftem bû.
Andrew Jackson | |
---|---|
Jidayikbûn | 15 adar 1767 |
Mirin | 8 hezîran 1845 The Hermitage |
Sedema mirinê | Heart failure (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | The Hermitage |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Pîşe | |
Meqam |
|
Partiya Siyasî | |
Hevjîn |
|
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Yek ji damezîrênerên Partiya Demokrat (DYA) e. Bi bernavkê „Old Hickory“ (gûzê kokim, gûzê berê) dihat bangkirin. Ji ber ku dema dîl dikeve destê brîtanî ji aliyê serbazekî brîtanî ve bi şûrê, ji ser-çavê xwe tê birîndar kirin û cîhê birînê her dimîne. Serokdewletekî bibandor bûye. Yekem serokdewlet, ê ji malbateke bijarte nehatiye ye. Roleke mezin di damezirandina saziyên dewletê û danîna normên wê de lîstiye.
Di dema wê de kevnexwediyên Amerîkayê (îndiyanî, çermesor) gelek hatine kujtin. Ji ber wê, ji Jackson re gotine "neyarê îndiyaniyan". Perwerdeyeke kêm dîtiye. Di 18 saliya xwe de dest bi xebatê (li cem parêzerek) kiriye. 1788, dibe sozger. Tevlî meclîsa ku mekezagona federedewleta Tênêsiyê nivîsandiye dibe. 1798, di dadgeha bilind Tênêsiyêde dibe dadger.
Ji ber nakokiyên siyaset demekê ji siyasetê vedikişe, ji 1805 heya 1812 xanûmanê xwe birêvedibe, cotyariyê dike. Sala 1806ê di dueloyekê de giran birîndar dibe. Carekê din jî du duşerkiyê de birîndar dibe ku ev gule ziyanê dide mîdeya wî.