Benjamin Harrison (jdb. 20ê tebaxê 1833 li North Bend, Ohio; m. 13ê adarê 1901 li Indianapolis, Indiana) siyasetmedarekî amerîkî û 23em serokdewletê DYAyê bû. Ji 4ê adarê 1889 heya 4ê adarê 1893yê li ser postê serokdewletiyê maye.

Benjamin Harrison
23em serokê DYA'yê
Wezîfedarî
4ê adarê 1889 – 4ê adarê 1893
CîgirserokLevi Morton
BerêGrover Cleveland
PaşêGrover Cleveland
Jiyan
Jidayikbûn20ê tebaxa 1833an
Ohio
Mirin13ê adara 1901ê (67 salî)
Indianapolis
Partiya siyasîPartiya Komarger, Partiya Lîberal
HevjînCaroline Scott (1853–1892)
Mary Scott (1896–1901)
ZarokRussell
Mary
Elizabeth
PîşeParêzer
Şanenav[[Wêne:|128x80px|alt=|Şanenava Benjamin Harrison]]
biguhêreBelge

Benjamin Harrison lawê (kurê) parlamenterê Kongreyê John Scott Harrison û neviyê 9em serokdewlet William Henry Harrison e. Babapîrê (bavê bapîr) wî Benjamin Harrison V yek ji kesên danezana serxwebûnê îmze kiribû ku ew jî kurê Thomas Harrison bû.

Harrison di dibistana Cincinnati de dixwîne, li Miami University a li Oxford (Ohio)yê perwerdeya dadê dibîne û sala 1854an li Indianapolis wekî parêzer dest bi kar dike. Sala 1853an bi Carrie Scott re marî dibe (dizewice), 2 zarokên wan dibin. Dema şerê yekîtiyê de tevlî artêşê dibe, wekî general şer dike.

Dema şer bidawî dibe, li dadgehxaneya bilind a Ohioyê peywirdar dibe. 1881ê dibe senatorê Indiana yê senatoya DYAyê. Piştî serokdewletiyê vedigere Indianapolisê û bo cara duyemîn bi Mary Dimmick re marî dibe.

Girêdanên derve

biguhêre