Mistefa Barzanî

Damezrînerê PDK'ê
(Ji Mistefa Berzanî hat beralîkirin)

Mela Mistefa Barzanî (jdb. 14 adara 1903 li gundê Barzan (Mêrgesor) − m. 1 adara 1979 li Washington D.C), general û rêberê mezin ê kurd e û damezrînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.

Mistefa Barzanî
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Navê rastî
Mela Mistefa yê BarzanîLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
M.V. Frunze Military Academy (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar, leşkerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Zarok
Partiya siyasî
Payeya leşkerî
General (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerên tevlêbûyî
 
Mistefa Barzanî di destpêka sala 1930î de.

Barzanî, di 14ê adara sala 1903'yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914an de birayê wî[çavkanî hewce ye] tê kuştin. Barzanî di 1931ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî di rêberiya şoreşa kurdî da dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bidestveanîna mafên milletê kurd. Şoreşa ko li sala 1935an hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bû bajarê Silêmaniyê. Li sala 1942an Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945an, diçe Mehabadê û beşdarî di damezrandina Komara kurdî ya Mehabadê diket û wek wezîrê çenkê tê destnîşankirin. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetê dibe. Mistefa Barzanî di sala 1958an de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961an de heta xudmuxtariya 1970'yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.

Di 1975an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1ê adara sala 1979an de diçe rehmetê. Di heman salê de li Şinoya Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin. Piştî Herêma Kurdistanê di bin banê Neteweyên Yekgirtî de ava dibe, li sala 1993yê de termê wî vediguhezînin Barzan û li wir tê veşartin.

Mela Mistefayê Barzanî li Barzanê hat veşartin.

Mela Mistefayê Barzanî bavê 10 kuran e. Sabîr, Luqman, Ubêdullah, Îdrîs, Mesûd, Sîdad, Nîhad, Dilşad, Sîhad û Wecîh navê kurê Mela Mistefayê Barzanî ne.

Li sala 1979ê de Sedam Hiseyn Sabîr, Luqman û Ubêdullah li Bexdadê dikuje.

Suîkastên li dijî Barzanî

biguhêre
  • 1971ê Sedam Hiseyn di nav Quranê de bombeyekê bicîh dike û dide hinek melayan ku wek diyarî ji bo Mela Mstefa bibin. Lê hêj bombe negihiştî Mela Mistefa, di destê melayan de diteqe. Pêşmergeyekê bi navê Selîm Zubeyr di vê êrîşê de dimire. Her çar mela û 2 şofêrên wan ji aliyê pêşmergeyan ve tên kuştin [1]
  • Mela Mistefa Barzanî li sala 1936ê seredana parêzgarê Mûsilê dike, li wir qehweyeke jehrî didin Mela Mistefa ku pê bimire lê ji vê xeterê xelas dibe. Li vir şêxê eşîran Şemaran Şêx Acil Yawer alîkarî dide Barzanî

Her wisa binere

biguhêre

Wênedank

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Barzan'dan Bağdat'a Kürtler, Ekrem Sunar, Weşanên Dozê, r: 15