Norman Ernest Borlaug

Norman Ernest Borlaug (jdb. 25ê adara 1914an li Cresco, Iowa; m. 12ê îlona 2009an  li Dallas, Texas) yek ji zanistên cotyariyê yên DYAyî ye. Sala 1970î Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.

Norman Ernest Borlaug

Wî li bidawîanîna birçîtiyê digeriya û behsa şoreşa kesk li seranser cîhanê dikir. Wî herwekî li ser biyolojiya gihayan jî perwerde dîtiye. Ew parastina sirûştê bi zagon û tevgerên mirovan ve girêdide û gengaz dibîne. Li normên navneteweyî digere.

Wî xebatên mezin li ser genetîka genim û ceh kiriye. Li Meksîkoyê hilberîna genim bi xebatên wî sêbare bûye. Li Hindistan û Pakistanê cureyên toximên ku wî ji aliyê genetîk ve nûvejînandibû, hilberînê zêdetir dike. Ew di wê baweriyê de ye ku, heger mirov cureyên toximên genetîk ên biber û bikêr bajo wê dawî li birçîbûnê were.