Thomas Hobbes (Zayîn 5'ê adarê 1588an li Wiltshire; mirin 4'ê berfanbarê 1679an li Hardwick Derbyshire) fîlozofekî emprîst û matematîknasekî Înglîzî ko bi berhema xweya navdar Leviathan tê nas kirine.

Thomas Hobbes
NeteweÎngilistan Înglîz
Şanenav
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Hobbes di sala 1588an de li bajarê n Malmesbury yê ko li Wiltshire hatiye dinê. Ew hîn ko çar salî bû dikarîye him binivise him jî hesaban bike û bo vê wek Zarokê Nuwaze dihatiye ditîn. Dema ko ew hîn 14 salî bû li zanîngeha Oxfordê dest bi xwendine xweya ûniversîteyê kir. Li wir di navbera salên 1603-1607 an de wî li ser Mentiq û Fîzîkê xwend. Dema ko di zanîngehê de bû bi Yewnanî û Latinî jî hîn bû. Lê ew bihişkî li hembera şiroveyên teoriyê Aristotelesên demê xwe re der diket.

Wî hevotina xweya lisansê di sala 1608an de temam kir. Demekê kurt ew wek sekreter li ba fîlozofê Francis Bacon ma û bi wî re wergerên Latînî kirin. Baconê ko sazmanê emprîzma Înglîzî bû bandoreka mezin li ser Hobbes ber da. Demekê ko bo gerekê kurt çû bû Îtalyayê li bajarê Pisayê bi Galileo Galilei ve hevdu nas kirin. Wî hevdemên xwe René Descartes, Marin Mersenne û Pierre Gassendi ve jî hevdu nas kir.

Wexta ko wî berhema xweya bingeh Leviathan weşand, ji hêla dêrê û adelên oldar wek dijmin hat ditîn. Sedem ew bû ko wî di pirtûka xwe de behsa karakterên ateîst û rêşaş dikiribû. Ya rast li Ateîstekî pirtir Agnostîk bû. Ew di 1679an de mir.

Berhemên wî biguhêre

  • Eight Books of the Peloponnesian Warre Written by Thucydides … Interpreted (1629)
  • A Briefe of the Art of Rhetorique, (1637)
  • Elements of Law (1640)
  • Objectiones tertiae ad Cartesii Meditationes (1641)
  • Of Libertie and Necessitie, (1654)
  • Elementa Philosophiae (Trilogie)
  • Leviathan (1651)
  • Quadratura circuli, cubatio spherae, duplicatio cubi, (1669)
  • A Dialogue between a Philosopher and a Student of the Common Laws of England (1681)
  • Behemoth , the History of the Causes of the Civil-wars of England, (1682)