Dema Nû (rojname)

(Ji Dema Nû hat beralîkirin)

Dema Nû rojnameyeke hefteyî ya çandî û siyasî ye, ku di 1'ê adara 2001ê de dest bi weşanê kirîye. Dema Nû bi zimanên tirkî û kurdî weşanê dikê. Di destpêkê de navenda rojnameya Dema Nû li Stembolê bû, lê paşê biryara veguhestina navenda rojname bo Kurdistanê hat dayîn û rojname niha li Amedê derdikevê. Ji bo demeke kurt Dema Nû li Ewropayê û bi taybetî li Almanyayê li rojnamefiroşan jî dihat belav kirin, lê jiber kêmbûna xwendevanan belavkirina bi riya rojnamefiroşan li Ewropayê hate rawestandin. Dema Nû bi riya sistema abonetiyê xwe digihînê xwendevanên li Başûrê Kurdistanê û Awustralyayê jî.

Dema Nû nêzîkî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKê) ye.

Girêdanên derve biguhêre