Keywan an Satûrn (nîşan: ♄) yek ji gerstêrkên (exterên) roja me ye.

Keywan
Daneyên vedîtinê
Bilindbûna rast40.589
en:Declination83.537
Dûrahî1,195,000,000 kîlometre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Keywan

Ji aliyê dûrbûna bi rojê re 6emîn û ji aliyê mezinbûnê ve jî 2emîn gerstêrka roja me ye. Ew jî wekî Berçîsê pirranî ji helyûm û hîdrojenê pêk tê. Keywanê bi xelekên xwe tên nasîn. Mirov dikarê Keywanê bi çavan temaşebike. Helekên Keywanê di dûrbuna ji rûyê wê 67.000 km heya 480.000 km´yê de ne. Herçendî ewqas berfireh in jî stûriya wan ango bera wan bi qasî 100 m yê ne. Xelek ji geranokên ku ekvatora wan ji 1 cm heya 10 cm yê ne pêk tên. Ango wekî toz û xişrûgê ne. Heya niha 47 heyvên Keywanê hatine keşfkirin. Gelek agahî derbarê sîstema xelekên Keywanê û heyvên (peykên) wê de nîne.

Li rûyê Keywanê bahozên ku leza wan digihêjin 1800 km/kat´î hene.

Agahiyên Keywanê biguhêre

  • Kişandina exterê: 8,96 m/s²
  • Kalîbreya ekvatora exterê: 120.536 km.
  • Dûrbûn ji erdê: 1.658.500.000 km.
  • Hevrêzbûn bi erdê re: 378,09 Roja Erdê
  • Sala Keywanê: 10.755,7 Roja erdê, 29,4 Sala Erdê
  • Germahî kêm-zêde: 95 K