Mecaristan
Mecaristan (bi mecarî: Magyarország) an jî Komara Mecaristanê (bi mecarî: ⓘ) welatekî bejahiyê li Ewropaya Navendî ye ku 93.030 kîlomêtre çargoşe rûerd ji baskê Karpatê vedigire.[1] Li aliyê bakur bi Slovakya, li aliyê bakurê rojhilat bi Ûkrayna, aliyê rojhilat û başûrê rojhilat bi Romanya, li başûr bi Serbistan, li başûrê rojava jî bi Kroatya û Slovenya û bi Awistirya re sinorê xwe parvedike. Paytexta Mecaristanê bajarê Budapeştê ye û nifûsa Mecaristanê nêzî 10 milyon e ku piranî mecarên etnîkî û hindikahiyeke girîng jî ji romaniyan pêk tê. Mecarî zimanê fermî, zimanê Uralîk ê herî zêdeyê ku li cîhanê tê axaftin û di nav çend zimanên ne hindûewropî de ye ku li Ewropayê bi berfirehî tê axaftin. Budapeşt paytexta û bajarê herî mezin e û deverên din ên bajarî yên sereke Debrecen, Szeged, Miskolc, Pécs, û bajarê Győr e.
Magyarország |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Dirûşm: Think Hungary more than expected | ||||||
Sirûd: Himnusz |
||||||
Mecaristan li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 47°Bk, 19°Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | komara parlamenter | |||||
• | Serokdewlet | Tamás Sulyok (2024–) | ||||
• | Serokwezîr | Viktor Orbán (2010–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | kanûna pêşîn 1000 (cannot be confirmed by other sources) | ||||
• | Rûerd | 93.011,4 ±0.01 kîlometre çargoşe | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 9.599.744 (2023) | ||||
Demjimêr | ||||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +36 | |||||
Malper https://www.kormany.hu/en |
Xaka Mecaristana îro bi sedsalan bûye xaçerêya gelên cihê ku di nav wan de wekî gelên keltî, romayî, eşîrên german, hûnî, slavên rojavayî û avarî hene.[2] Bingeha dewleta Mecaristanê di dawiya sedsala 9an hatiye damezrandin.[3] Keyaniya Mecaristan ya Serdema Navîn hêzek herêmî bû ku di sedsala 15an de gihîştiye asta xwe ya herî bilindê çandî û siyasî.[4] Piştî Şerê Mohácsê ya di sala 1526an de beşek ji Mecaristanê ji hêla Împeratoriya Osmanî ve di navbera salên 1541 û 1699an hatiye dagir kirin. Mecaristan di destpêka sedsala 18an de ket bin serweriya Xanedana Habsbûrgan û paşê bi Awistiryaya îro re hikûmeta federal a Awistirya-Mecaristan damezrandibû ku di destpêka sedsala 20an de bibû hêzek mezinê li Ewropaya Navendî û li Cîhanê.[5]
Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û Peymana Trianonê sinorên heyî yên Mecaristanê hatiye diyarkirin ku ev yek dibe sedema windakirina ji sêdî 71 ji axa welêt, sêdî 58 ji nifûs û ji windabûna ji sêdî 32 ji mecarên etnîkî ku li herêmên derve ji sinorên berê dijîn.[6][7] Piştî dema şerê navberê yê dijwar, Mecaristan di şerê cîhanî yê duyem de beşdarî hêzên eksê bû û zirar û windahiyên girîng dît.[8] Mecaristan piştî şer bû dewleteke satelîtê ya Yekîtiya Sovyetê, ku bû sedema damezrandina Komara Gel a Mecaristanê. Piştî şoreşa têkçûyî ya 1956an, Mecaristan bû endamek ji bloka rojhilatê ku ji ber vê yekê azadtir bû, her çend hîn jî tê çewisandin. Rakirina dorpêça sînorê Mecaristanê bi Awistiryayê hilweşîna bloka rojhilat û di pey re Yekîtiya Sovyetê lez kir.[9] Di 23ê Cotmeha 1989an de Mecaristan dîsa bû komareke parlemenî ya demokratîk. Mecaristan di sala 2004an de tevlî Yekîtiya Ewropayê bû û ji sala 2007an ve beşek ji herêma Şengenê ye.
Mecaristan di karûbarên navneteweyî de hêzêkî navîn e, bi piranî ji ber bandora xwe ya çandî û aborî.[10] Welat bi lênihêrîna tenduristî ya gerdûnî û perwerdehiya navîn a bê xwendinê aborîyek dahatek bilind e.[11][12] Mecaristan di warê hunerî, muzîk, wêje, werziş, zanist û teknolojî de xwedî dîrokek dirêj e.[13][14][15] Welat jî li Ewropayê cîhek geştyarî ya mevşûr e, ku di sala 2019an de 24.5 mîlyon geştar navneteweyî dikişîne.[16] Ev endamê gelek rêxistinên navneteweyî ye, di nav de Konseya Ewropayê, NATO, Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Rêxistina Bazirganiya Cîhanî, Banka Cîhanî, Banka Veberhênana Binesaziya Asyayê, û Koma Visegrad.[17] Di van demên dawî de, Mecaristanê bi dewletên rojhilata navîn re têkiliyên jeopolîtîk baştir kiriye.[18]
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ "Malpera çavkaniyê" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 hezîran 2014. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Peoples group of today's Hungarian territory" (PDF).
- ^ Acta Orientalia Academiae Scientiarum Hungaricae (bi îngilîzî). Akadémiai Kiadó. 1982.
- ^ "The Kingdom of Hungary". obo (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Austria-Hungary | History, Definition, Map, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ Frucht, Richard (2005). Eastern Europe: An Introduction to the People, Lands, and Culture [3 Volumes] (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-57607-800-6.
- ^ "Trianon, Treaty of | Encyclopedia.com". www.encyclopedia.com. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Collaboration between Historical Text Archive and LEON". leon.casino. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Hungary's role in the 1989 revolutions" (bi îngilîziya brîtanî). 9 gulan 2009. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ Higgott, Richard A.; Cooper, Andrew Fenton (1990). "Middle Power Leadership and Coalition Building: Australia, the Cairns Group, and the Uruguay Round of Trade Negotiations". International Organization. 44 (4): 589–632. ISSN 0020-8183.
- ^ OECD (2016). "Social protection" (bi îngilîzî). Paris.
{{cite journal}}
: Ji bo journal parametreya|journal=
hewce ye (alîkarî) - ^ "Arquivo.pt" (PDF). arquivo.pt. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 çiriya paşîn 2013. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Hungary's Nobel Prize Winners". MTA.hu (bi mecarî). 17 sibat 2016. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Olympic Medals per Capita". medalspercapita.com. Ji orîjînalê di 14 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Hungarian literature | History, Authors, Novels, & Poetry | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "STADAT – 4.5.3. The number of inbound trips to Hungary and the related expenditures by motivation (2009–)". www.ksh.hu. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "International organisations in Hungary". web.archive.org. 13 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 adar 2016. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Hungary, Daily News (1 tîrmeh 2023). "Government: Our policy of opening to the East is working". Daily News Hungary (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 îlon 2023.