Polat Can
'Polat Can پولات جان '[جان] (z. 1980, Kobanî) nivîskar û fermandarekî kurd e. Di sala 1980yî de li Kobanê ji dayika xwe bûye. Ew bi Kurdî, Erebî û Tirkî dinivsîne. Ev gelek sal in bi karê rojnamegerî û nivîskariyê re mijûl dibe. Di gelek kovar, rojname, malper û alavên din yên ragihandinê de kar kiriye. Her wiha jî di dehan kovar û rojname û malperan de dinivîsîne. Polat Can yekemîn radoyoya Kurdî ya bi navê CUDÎ FM vekir. her wiha 3 radoyên din bi navê Kobanê FM û Rojava FM û Efrîn FM vekirin. her wiha Telvîzyoneke herêmî bi navê JÎN TV vekir. Polat CAN konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz avakir û bû koordînatorê wê yê giştî. Gelek pirtûkên wî bi sê zimanan çap bûne.
Polat Can | |
---|---|
![]() Polat Can, 2014
| |
Bernavk | Heval |
Zayîn | 1980 Kobanê, Rojava |
Hemwelatî | Rojava |
Esil | Kurd |
biguherîne![]() |
ŞoreşgerBiguherîne
Polat Can yek ji şoreşgerên Kurd e ku gelek salên dûr û dirêj di nava şoreşa azadiya Kurdistanê de li gelek cih û xebatan de cih girtiye. Wî di nava refên gerîlayên ARGK de şerê ji bo rizgariyê kiriye. her wiha wek şervanekî HPG li çiyayên Kurdistanê salên dirêj maye. Polat CAN yek ji damêzrênerên YPG ye û di nav de bi awayekî ajtîv kar û xebat kiriye. Di sala 2013 an de bû Berdevkê Ragihandina YPG û Berpirsyarê Navenda Giştî ya Ragihandina YPG (وحدات حماية الشعب الكردية) û berdevkê ragihandinê. Di sala 2014 heya 2016 nûnerê YPG di koalîsyona navdewletî ya li dijî DAİŞ de dikir.
Berhemên Polat CanBiguherîne
- Ah ya Sexîretî آه يا صغيرتي - 2002 (bi erebî)
- Navname - 2003 (bi kurdî)
- Berfa Germ - 2004 (bi kurdî)
- Edduba - 2004 (bi kurdî)
- Zimanê Firîşteyan [[لغة الملائكة]] - 2005 (bi erebî û kurdî)
- Afaq Konfedraliyê آفاق كونفدرالية - 2006 (bi erebî)
- Göçmen Yürekler - 2006 (bi tirkî)
- Qulingên Rewanê - 2007 (bi kurdî)
- Nîsa'el Qurunful نساء القرنفل- Helbest 2009 (bi erebî)
- لمحات عن حزب العمال الكردستاني- 2009
- موجز عن تاريخ اللغة الكردية - 2012
- مدخل إلى الأعلام الكردية - 2012
- غربلة الأفكار
Herwiha jî celebeka wî ya helbestan bi navê (dema dil diweşê) bi erebî derketiye.
Nivîskar û rojnamevan Polat Can rêvebiriya gelek weşanên kurdî kiriye, wek
- Kovara yekîtiya Azad
- Kovara Dostî
- Rojnameya Mezopotamya (bi ermenî)
- Kovara rojhilata navîn (bi erebî)
- [Kovara parastina gel (bi erebî)]
- Malpera HPG Online - [1]
- Malpera dengên Kurdên Qafqasiya
- Malpera Alawset.net
- Rojnameya ALAAN
- Gerila TV