Projeyên pratîkî yên avakirina rêveberiya xweser (pirtûk)

Projeyên pratîkî yên avakirina rêveberiya xweser, kitêbeke ku di sala 2011an de ji aliyê Mezlûm Ebdî û Polat Can [1]ve bi erebî hatiye nivîsin û weşandin.

Projeyên pratîkî yên avakirina rêveberiya xweser (2020)

Armanca pirtûkê biguhêre

Armanca pirtûkê ew e ku gel û xebatkarên şoreşa Rojavayê Kurdistanê projeya Xweseriyê binasin û li gorî armanc û pîvanên wê kar bikin û gav bi gav pêk bînin.

Pirtûk bi giştî li gorî xweserî û taybetmendiyên Rojavayê Kurdistanê hatiyê nivîsin û hemû projeyên tê de jî li gor rastiya rewşa herêmê hatine dareştin.

Çapên pirtûkê biguhêre

Yekem çapa pirtûkê li Qamişlo di payîza sala 2011an de hatiye belavkirin. Çapa duyem jî di havîna sala 2012an de ji aliyê Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ve hatiye belavkirin. Çapa sêyem ji aliyê Navenda Ragihandina HSD di bihara sala 2020an de hat belavkirin.

Di havîna sala 2020 de, pirtûk bi sê zimanan (farisî, erebî, îngilîzî) û du zaravayên kurdî (soranî û kurmancî) ji aliyê Navenda Xezelnûs[2] ya Çap û Weşanê ve hat çapkirin û belavkirin.

Wergera pirtûkê biguhêre

 
Pênc pirtûkên Projeyên pratîkî yên avakirina rêveberiya xweser.

Pirtûk cara yekê di sala 2011an de bi zimanê erebî bi navê ([3]المشاريع العمليّة لبناء الإدارة الذّاتيّة) hatiye nivîsîn. Di sala 2020an de ji bo ziman û zaravayê din hatiye wergerandin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "The Practical projects for Building the Autonomous Administration". Medya News (bi îngilîziya amerîkî). 20 tebax 2020. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
  2. ^ "Kopîkirina arşîvê". galawej.com. Ji orîjînalê di 14 sibat 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ "المشاريع العمليه لبنا ٍ الإدارة الذاتية". Kitêbhên (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 12 sibat 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.
  4. ^ ناساندنی کتێبی پرۆژە پراکتیکییەکانی خۆبەڕێوبەرێتی ڕۆژئاڤا لە لایەن پۆلات جان وە (bi îngilîzî), roja gihiştinê 12 sibat 2022
  5. ^ "A Handbook for Revolution". Bella Caledonia (bi îngilîziya brîtanî). 22 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 12 sibat 2022.