Mezlûm Kobanî
Ferhad Ebdî Şahîn (jidayîkbûn 1967) ku ji hêla navên wî Mezlûm Ebdî, Şahîn Cilo û Mezlûm Kobanî ve baştir tê zanîn, rêveberekî leşkerî yê PKKê ye[1] û wek fermandarê serekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk kar dike. Ew wekî hevalbendê Dewletên Yekbûyî rêberiya şerê dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li Sûriyê kir.
Mezlûm Kobanê | |
---|---|
![]() Mezlum Kobanê 2015 | |
Jidayikbûn |
1967 |
Esil | Kurd |
Perwerde | Zanîngeha Helebê |
Pîşe | Fermandar |
Partiya Siyasî | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Navê wî ê rast Ferhad Ebdî Şahîn e. Di bin navên wî din Şahin Cilo, Mezlûm Kobanî ne. Ew rayedarekî payebilind ê PKKê bû ku ji salên 1990î û pê ve bi Abdullah Öcalan re di nav koçberiya Sûriyê de xebitî û paşê jî di avakirina PKKê de li Ewropayê rolek çalak girt[2].
Li gorî medyaya rêxistinî, Mezlûm Kobanî hîna di sala 2013an de, endamê Konseya Rêvebir a manîfestoya PKKê , Koma Civakên Kurdistanê bû[3].
Çavkaniyên Tirkan ragihandin ku Mezlûm Kobanê di 1990î de endamê PKKê bû. Di sala 1996an de li herêma Şemzînanê çalak bû. Ji 1997an ta 2003an, Mezlûm Kobanê li Ewropa bû û di 2003/2004 de ew li wargeha penaberan a Mexmûrê li bin kontrola PKKê bû.
Di sala 2005an de, ew ji serokatiya PKK rakiribû û ji 2009 heya 2012an fermandariya yekîneyek taybetî ya gerîla PKK HPGê kir. Pişt ra, wî berpirsiyarî rakir li beşê Kurdistana Sûriyê[4]. Mezlûm Kobanî di navnîşa xwestina Tirkiyeyê de di hêjmara 9em de ye.
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ "Ever-closer ties between US and Kurds stoke Turkish border tensions".
{{cite web}}
: Cite has empty unknown parameter:|dead-url=
(help) - ↑ Ezgi, Başaran. The Conflict at the Heart of the Middle East. London: I.B. Tauris.
- ↑ "Rojava'da halk yönetimini resmileştirmenin zamanı geldi'".
{{cite web}}
: Cite has empty unknown parameter:|dead-url=
(help) - ↑ Köylü, Murat (2017). Geçmişten Günümüze Kürt Siyasi Hareketi. Istanbul. p. 401.