Berfa germ (pirtûk)

(Ji Berfa Germ hat beralîkirin)

Berfa Germ (Çîrok û Pexşan), navê pirtûka Polat Can[1]. Pirtûk ji 140 rûpelî pêk tê.

Berfa Germ Çapa Weşanên Aram-2016

Çapa Yekem: Dibistana Şîlan Baqî ya Wêjeyî- 2009

Çapa Duyem: Navenda Ragihandina HPG- 2009

Çapa Sêyem: Weşanên Aram-2016

Çapa Çarem: Weşanên Edubba-2017 Çapa Pêncem: Weşanên Şilêr-2019

Çîrok û Pexşan
Berfa Germ- Çapa Pêncem-2019

Ji weşanxaneya dibistana Şîlan Baqî ya wêjeyî li çiyayên Kurdistanê pirtûka "Berfa Germ" derket. Berfa Germ, pirtûkek wêjeyî bi zimanê kurdî ye û ji çîrok, pexşan û hin hewldanên şervantiyê pêk tê ji aliyê Polat Can ve hatiye nivîsandin. Him ziman û him jî tevna çîrokan bi şêwaz û zimanekî xweser hatiye nivîsandin.

Di beşa pexşan û nameyan de jî, aliyê sembol û peyamên giyanî pir li pêş e. Bi giştî di nava pirtûkê de, aliyên şervantiya azadiyê yên giyanî, hestyarî, evîna xwezayê, hezkirin, westabûn, xewn û xeyalên azadiyê û bûyerên di nava şer û jiyana çiyan de derdikevin pêş. Pirtûka Berfa Germ ji sê beşên wêjeyî pêk tê. Beşê yekê çîrok û bîranînên şervantiyê ne, beşa duyem ji nameyan bi navê "Nameyên Payîzê" pêk tê û beşê sêyem ji çend nivîsarên hewldanên wêjeyî pêk tê. Di dawiya pirtûkê de jî, ferhengoka hin bêje û peyvên di nava pirtûkê de pêk tê.

Çîrokên Berfa Germ biguhêre

Çîrok biguhêre

  • Bimeş, Bimeş raneweste,
  • Leyistikên serleşker Berfo,
  • Hinaseya dawiyê.
  • Xelata welatekî birîndar,
  • Heyamên nayên jibîrkirin,
  • Dîl ji jiyana gerîla hez dike,
  • Hêviya di xaka mirî de...

Nameyên payîzê biguhêre

Nameya payîzê -2003, 2002 û 2001.

Çend hewldan biguhêre

  • Bi zimanê xwedê nivîsandin,
  • Te hez dikim “Ji ber ku tu gerîlayî”,
  • Jin helbest... Helbest ji jin ê...

Çavkanî biguhêre