Navname (pirtûk)

(Ji Navname hat beralîkirin)

Navname ferhenga navên kurdî ya Polat Can e, tê de 6800 navên keç û kuran hene.

NavName- Ferhenga Navên Kurdî

Pêşgotina pirtûkê biguhêre

Gelên xwedîdîrok, xwedîziman û xwedîçand, bi van nirxên xwe hene û bi van jî têne nasîn. Gelên ku ne xwedî van nirxan bin, wekî gel nayên dîtin û dawîya gelên bi vî rengî, windabûna ji qada dîrokê ye.

Gelek rewşenbîr, zana û torevanên me bi awayekî ketûber nêzîkî van nirxan dibin, qaşo xwe enternasyonalîst dibînin û dibêjin: “Nav amûreke bikaranînê ya rojane ye, çi nav be ne girîng e.” An ku tînine wê yekê ku em cudahîyê di navbera navên Kurdî, Tirkî û Erebî de nebînin. Nêzîkatîyên van zanyarên (!) me, ji bişaftin û qedexekirina navên Kurdî ya ji hêla dewletên dagirker ve xeternaktir e.

Gel bi çanda xwe heye, bi kelepûrên xwe heye, bi tore û kevneşopîyên xwe heye, bi zimanê xwe heye. Gelê Kurd ê herî kevnar ku gelekî Mezopotamyayê ye; di heman demê de li gel gelên din (Asûr, Ermen, Faris, Keldan, Nastûr, Suryan û Ereb) afirînerê şaristanîtîya Mezopotamyayê ye. Kalikên gelê Kurd jî xwêdana xwe di avakirin û afirandina hemû nirxên mirovatîyê de herikandiye û keda xwe daye van karên giranbiha.

Protokurdan, deh hezar salan berî zayînê, şoreşa mirovatîyê ya yekem “Şoreşa Çandinîyê ya Neolîtîk” li navbera çemên Ferat û Dîjleyê, an ku li Mezopotamyaya Jorîn pêk anîye. Çandinî û ajeldarî dane destpêkirin. Ev yek ne angaşta me ye. Ev ji alîyê şûnwarnas û zanyarên dîrokê yên cîhanê ve hatiye çespandin. Ev zanîn û angaşt ji vekolanên vê dawîyê yên li Kurdistanê; ên li Batmanê “Çemê Xalanê”, li Amed-Erxenîyê “Çemê Koteberê”, li Riha-Swêregê “Newala Çorî/Newala Çorê”, tên. Bermayî û alavên ku hatine dîtin, dîroka niştecihbûn û cîwarbûna van deran digihînin 11000 sal berî zayînê. Her weha Gelê Kurd xwedî dîrokeke kevnare ye, xwedî çandeke resen e, xwedî şaristanîtîyeke windakirî û nixumandî ye. Xaka Kurd yekem car sala 1639an bi Peymana Qesrî Şîrîn a di navbera Dewleta Osmanî û Dewleta Safewî de bû du parçe. Sala 1923yan jî bi Peymana Lozanê ya di navbera Sûrîye, Iraq, Îran û Tirkîyeyê de bû çar parçe. Êdî felaket û bobelata li ser gelê Kurd sift û dijwartir bû. Ji bilî qirkirina mirovên Kurd, qirkirina çand, kelepûr, dîrok, tore û kevneşopîyan jî destpêkir. Li çar parçeyên Kurdistanê, ku her yek li jêr desthilatîya birêveberîyeke faşîst e, qedexeyên li ser çand, wêje, dîrok, ziman û hemû nirxên Kurdînîyê, bi awayekî hovane û sîstematîk hatin meşandin. Navên Kurdî, çi navên mirovan û çi jî navên cî û waran, para xwe ya herî mezin ji van qedexekirinan girt. Li çar parçeyên Kurdistanê dagirkerên hov û bêperwe, heta bi navên çîya, robar, çem, gelî, newal, deşt, zozan, zevî, neqeb, bajar, navçe, gund, tax, kolan, sikak, meydan û bênderan guherandin. Îranîyan nav wergerandin Farisî, Ereban wergerandin Erebî û Tirkan jî wergerandin Tirkî.

Bi saya lekeleka xwîna şehîdên çar parçeyên Kurdistanê, ku îro em hin mafên xwe bidest dixin, êdî pêwîste em li hemû nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin. Nav nasnameya gel e. Li gor dîtina min, nav berî gelek nirxan tê. Ji lew re navekî Kurdî Kurdbûna xwedîyê xwe nîşan dide. Navekî Tirkî, heger takekes Kurd be jî, dê wî mîna Tirkekî nîşan bide. Heta kuKurdbûna xwe bi peyva xwe yan jî bi gotina xwe neyîne zimên, kesek dê nizanîbe ku ew Kurd e. Êdî di vê dema nazik û girîng de, ku gelê Kurd piştî bi hezarên salan hinek derfetên xwedîlêderketina nirxên xwe bidest dixe, nivîsandin û weşandina pirtûkên mîna Navnameyê pêdivîyeke pir mezin e. Gelek ferhengên navan hatine çapkirin û belavkirin, lê bi qasî ku min vekolandiye, tu ferheng mîna Navnameyê bi awayekî birêkûpêk û akademîk nêzîkî mijarê nebûye. Taybetmendîyeke Navnameyê ya din jî ew e ku wateyên navan bi Kurdî hatine rêzkirin. Navên ku di vê ferhengê de cih girtine, bi lêkolîneke akademîk hatine nivîsandin. Gelek navên balkêş ku wateyên wan heta nuha ne dîyar in, ji kûrahîya dîroka Kurdî tên û wateyên van navan jî hatine nivîsandin. Nivîskar Polat Can, bi vê pirtûka xwe, heger bi qasî dilopekê be jî, herka robarê çanda Kurdî xurt kiriye. Hêvîya min ew e ku nivîskar hîn bêtir hewl bide û gelek berhemên bi vî rengî bi pirtûkxaneya Kurdî bide qezenckirin.

Cudakirina navên lawan û yên keçan ku di gelek ferhengên din ên Kurdî de tê dîtin, di ferhenga Polat Can de xuya nake. Di vê babetê de nivîskar dibêje: “Min ev yek bi zanabûn kir. Ne rast e ku mirov ji destpêka avakirina civakeke nûjen de, cihêwazî û cudatîyê bixe nava çandê. Hele gelek nav hene ku ji her duyan re jî dibin. Hinek nav jî hene ku hîn kesî bikarneanîne, êdî li gor wate û muzîka wan navan, mirov dê bizane ka kîjan ên keçan in û kîjan jî yên lawan in.” Ez bawer dikim ku ferhenga Polat Can a bi navê Navnameyêdê di çand û wêjeya Kurdî de cihekî payeberz bigire û di vî warî de valahîyekê dagire. Ez hêvîya berhemên çê û berfirehtir ji Polat Can dikim û di vî warî de biserketinê jê re dixwazim. Awata min ew e ku gelê Kurd ê her çar parçeyan ji vê berhemê sûd bigire.

Çavkanî biguhêre