Nedîm Dagdeviren (navê wî bi tirkî: Nedim Dağdeviren) (z. 1953 − m. 2ê adarê, 2007)[1], helbestvanekî kurd û yek ji afirandêrên Pirtûkxaneya Kurdî ya Stokholmê bû.

Nedim Dağdeviren
Nedîm Dagdeviren ligel hevkarekê di sala 1998an de li Kitêbxaneya Kurdî ya Stokholmê
Jidayikbûnjdb. 1ê kanûna paşîn a 1953an
Mirin2ê adara 2007an (54 salî)
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Dagdeviren li Bismila Amedê (Bakurê Kurdistanê) di 1953yan de ji dayik bûye. Wî perwerdehiya xwe ya seretayî û navendî û lîseyê li bajarê Erdişê kir, lê hê salên zû vegeriya bajarê Diyarbekirê ya li rex çemê Dicleyê. Piştî ku dîploma xwe ya ji Xwendegeha Bilind a Mamostetiyê a li Diyarbekirê wergirtibû wî dest bi karê mamostetiyê kir. Wî di demê gêncîtiya xwe de bala xwe da ser xebata siyasî. Ji ber xebatên xwe yên di nav KIP-DDKDê de ew tûşî astengî û dijwariyan bû. Wî di sala 1975an de Gul, jina xwe ya pêşerojê, nas kir. Gul jî di siyasetê de aktîv bû. Di sala 1977an de hevdu mehr kirin û di sala 1978an de kurê wan Bawer hat dinyayê.

Dagdeviren ji ber xebata xwe ya siyasî di 1980yî de hat dadgehkirin û 10 sal cezayê hefsê girt. Ji bo vê yekê, di sala 1981ê de wî ji welêt baz da, du salan li gel malbata xwe li Sûriyê ma. Di sala 1983an de hat welatê Swêdê. Li vê derê kurê wî yê duyê Robin di sala 1993yan de hat dinyayê. Li Swêdê wî xebata xwe ya siyasî berdewam dikir û di sala 1997an de Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê ava kir. Hin ji wan xeyalên Nedîm ew bûn ku ji bilî kitêbxaneyekê ew di înternetê de jî tekstên kurdî bide weşandin da ku kurdên ser rûyê erdê karibin xwe bigihînin wan û kultura kurdî jî wek kulturên din bibe xwediya statu û derfetên wek hev.

Wî ev xeyalên xwe yên ku ji bo wan dilfûriyayî bû bicîh anîn: Kitêbxaneya kurdî ya ku di avahiyeke sedsala 17ê de li Skeppsholmenê (li Stockholmê) hatiye avakirin, ne tenê ji bo kurdan lê ji bo kultura dinyayê jî afirîneriya kulturê ye. Tevî ku dilê wî her gav li ser bajarê Diyarbekirê bû jî Swêd bû welatê wî yê duduyê.

Tê gotin ku Nedîm Dagdeviren yek ji wan kurdan bû ku bi penaberî hat vê derê û di nav derûdora civaka kulturê de navekî giring ji bo xwe peyda kir. Dagdeviren ku bi zimanê tirkî dinivîsand, bi xwe şair bû, berhevoka wî ya helbestan a bi navê Amedim Amed (”Ameda min Amed”) di sala 1989an de li Stokholmê hat weşandin.

Piştî gelek salên bêrîkirinê wî şiya havîna sala 2006an cara yekê ji bo serdaneke kurt vegere Diyarbekirê. Nedîm Dagdeviren ku di destpêka vê salê de bi nexweşiya penceşêrê (kanserê) ketibû li Stockholmê di 2ê adara 2007an de jiyana xwe ji dest da û li goristana taxa Senayiyê ya Bismilê veşartî ye.

Berhemên wî biguhêre

  • Amedim Amed. Mezopotamya, Huddinge (Swêd), bi tirkî, 1989.
  • Den kurdiska frågan i Sveriges riksdag (1979-2001), c. 1. Kurdiska biblioteket, Stokholm, bi swêdî, 2002.
  • Den kurdiska frågan i Sveriges riksdag (1979-2001), c. 2. Kurdiska biblioteket, Stokholm, bi swêdî, 2002.
Werger
  • Bergström, Gunilla. Alfons'a babasi ne demisti?. Mezopotamya, Huddinge, bi tirkî, 1990.
Beşdarî
  • Di antolojiya helbestvanan a bi navê Världen i Sverige: en internationell antologi de helbesteke wî bi swedî heye. Madeleine Grive û Mehmed Uzun, En bok för all, Stokholm, bi swêdî, 1995.
Edîtor
  • Literature about the Kurds. Mezopotamya, Huddinge, bi îngilîzî, almanî, swêdî, 1993.

Çavkanî biguhêre