İlhan Selçuk (bilêvkirina bi kurdî: Îlhan Selçûk) (jdb. 1925, Aydın- m. 2010, Stembol) rojnamevan û nivîskarekî tirk e. Xwedî û berpirsiyarê giştî yê rojnameya Cumhuriyet e.

İlhan Selçuk
Jidayikbûn11 adar 1925 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin21 hezîran 2010 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Stembol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêOrgan dysfunction li ser wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Xebat
  • Q6011226 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xwedî nêrînên kemalîst (ango kesên rê û metodên Mustafa Kemal Atatürk dişopînin) û neteweperwer e. Di cûntaya leşkerî ya sala 1961î de ji ber çalakiyên xwe yên di nava refên TKP (Partiya Komûnîst a Tirkiyeyê) tê girtin û bi awayeke şikbar tê serbestberdan. Gorî gelekan ew ji aliyê dewleta Tirk ve bo sîxuriya di nava eniyên çepgir, pêşverû û sosyalîstan tê perwerdekirin. Gelek seyahetên wê yên DYAyê jî hene.

Bi teslîmbûna serokê TKPê Haydar Kutlu û hilweşîna YKSSê ew di nava rojnameya Cumhuriyet de cihê xwe xurt dike û li dijî têkoşînên Kurdan û sosyalîstan bi ziravî li alternatîvên di xizmeta Komara Tirkiyeyê de digere.

Ergenekon û hewldanên komkujiya Kurdan biguhêre

Di 21ê adara 2008an de hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê Selçuk ji ber têkiliya bi rêxistina dizî Ergenekonê û serokatiya wê ya îdeolojîk tê binçavkirin. Ji ber rexne û protestoyên Kemalistan û rastgiran serbest tê berdan.

Tê gotin ku artêşa Tirk ji bo pêdiviyên têkoşîna îllegal a lêşkerî bi dehan rêxistin avakiriye û yek ji van jî Ergenekon e. Artêşê ev rêxistin gelek bikaraniye û hatiye wê radeyê ku rêxistin êdî zêde çûye. Bi van girtinên sembolîk artêşê xwastiyê van rêxistinan ji nû ve organize bike û kontrola xwe jidestbernede.

Ergenekon yek ji rêxistinên şerê taybet ên Komara Tirkiyeyê ye û di bin kontrola artêşê de ye. Herçendî derbarê van organîzasyonan de kêm agahî hebin û yên henin jî dezînformasyon (belavkirina agahiyên şaş û nedirust) bin, pisporên polîtîkayê didin zanîn kû li Tirkiyeyê hêza serdest artêş e û tenê di bin fermana wê de hêzekê dikare li Tirkiyeyê xebatê bike.

Gorî rojnameyan û rêxistinên mafê mirovan Ergenekon tevlî sedan operasyonên li dijî Kurdan bûye. Gelek caran wan bombe avêtine sîvîlan û xistine para PKKê. Wan gelek Kurd kujtine, êşkence, operasyonên provokatîv hwd kirine. Ergenekon hewl û propagandaya Komkujiya Kurdan, qet nebe derxistina wan ji bajarên Tirkan û hilweşandina desthilatdariya Başûrê Kurdistanê dike.