Deniz Gezmiş

(Ji Denîz Gezmîş hat beralîkirin)

Deniz Gezmiş (z. 1947 − m. 1972), yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piştî sala 1965'an û pê ve li Tirkiyeyê pêşkeft. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiye THKO ye. Denîz Gezmîş (z. 1947 − m. 1972), yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piştî sala 1965an û pê ve li Tirkiyeyê pêşkeft. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiye THKO ye.

Deniz Gezmiş
Jidayikbûn27ê sibata 1947
Mirin6ê gulana 1972
Enqere, Girtîgeha girtî ya navendî ya Enqereyê (Xeniqandin)
EsilTirk
HevwelatîTirkiye
biguhêreBelge

Di 28ê sibata 1947an li navçeya Ankara Ayaşê ji dayik bû.[1] Ji ber ku ew zarokê malbatake mamoste bû, hîndekariya xwe ya seratayî û navîn li gelek bajaran, lîseyê jî li Stenbolê xwend. Deniz Gezmiş, dê û bavê ji ji Erzurumê bûn. Dayika wî ji navçeya Erzurumê Tortumê bû û Bavê jî ji navçeya Erzurumê Iliçaqê bû. Denîz, di sala 1966an de kete Faqûlteya Huquqê ya Zanîngeha Stenbolê û hîn di salên Dibistana Amadehiyê de çepgiriyê nas dike û di wan salan de xwe di nav çalakiyên demê de dibîne.

Di sala 1965an de bû endamê bajarê Üsküdarê yê TİP (Türkiye İşçi Partisi-Partiya Karkerên Tirkiyeyê)ê. Cara pêşî di 31ê Tebaxa 1966an de di dema ku karkerên Şaredariya Çorumê ji Ankarayê dimeşin Stembolê û çelengeke reş datînin ber abîdeya Taksimê pişgtgiriya karkeran dike. Di dema xwepêşandana şermezarkirina rêveberên Türk-İşê de hate binçavkirin. Paşê di bûyerên 19ê kanûna paşîn a 1967an de tê girtin û tevî 2 hevalên xwe derdikevin dadgehê û serbest tên berdan. Pişre di gelek xebatên siyasî û damezirandina saziyan de cîh digire.

Di meha rezbara 1968an de tevî hevalên xwe Cihan Alptekin, Mustafa İlker Gürkan, Mustafa Lütfi Kıyıcı, Cevat Ercişli, M. Mehdi Beşpınar, Selahattin Okur, Saim Kurul û Ömer Erim Süerkan Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger damezirand. Di 28ê çiriya pêşîn a 1968an de di dema hatina sefîrê Amerîkayê de li balafirgeha Yeşilkoyê xwepêşandan hatin lidarxistin û Denîz Gezmiş ji ber vê xwepêşandanê hate girtin û piştî demekê serbest hate berdan.

Di zanîngeha Stembolê de bi girseya xwendekaran li hemberî hêzên rastgir derketin. Ev çalakiya wî wekî hincet hate nîşandan û di 19ê adarê de dîsa hate girtin û heta 3ê nîsanê di zîndanê de ma. Piştre di 31ê gulana sala 1969an de di çalakiyeke şermezariyê de ji xwendekarên fakûlteyê re serokatî kir. Di yek ji van çalakiyan de birîndar bû. Der heqê wî de biryara giyabî derket. Lê belê ew dîsa jî ji zîndanê reviya û di dawiya meha hezîranê de çû Filîstînê.

Heta meha îlonê li kampên gerîlla yên Filîstînê ma. Deniz Gezmiş, di gelek çalakiyên THKOyê de cih girt. Di 4 adara 1971ê de di çalakiya revandina Emerîkiyan de, piştî serbestberdana leşkeran li navçeya Sivas a bi navê Şarkişlayê li nehiya Gemerekê hate girtin.[2] Di doza THKOê de ku di 16 tîrmeha sala 1971ê de dest pê kir, ji ber binpêkirina xala 146emîn a zagona Tirkan a Cezayê, di 9ê îlona sala 1971ê de bi mirinê hate cezakirin û di 6 gulana sala 1972an de tev Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hate dardekirin.[3]

Çavakanî biguhêre

  1. ^ "Deniz Gezmiş kimdir? Deniz Gezmiş'in hayatı". Sözcü. 6 Gulan 2014. (Tirkî)
  2. ^ "Şarkışla'ya Düşürmesin Allah" Girêdana arşîvê 2022-03-04 li ser Wayback Machine, Metehan Akbulut, 04 Adar 2022. (Tirkî)
  3. ^ "1971-1972: Last Days of Young Revolutionaries before Execution". Semra Çelebi, (6 May 2009). Bianet. (Îngilîzî)

Girêdanên derve biguhêre