Huseyîn Înan (bi tirkî: Hüseyin İnan, 1949-1972) şoreşgerekî kurd bû.

Huseyîn Înan
Jidayikbûn1949 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bozhüyük Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin6 nîsan 1972 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Enqere Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêDarxistin li ser wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêgoristana Karşıyakayê (Enqere) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Şoreşger li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di sala 1949an de li gundê Bozhûyûk ya navçeya Sivas ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Gürünê û lîseyê jî li Qeyseriyê xwend. Di 1966an de xwe di Beşa Zanistiyên Îdarî ya ODTÜyê qeyda xwe çê kir. Înan, piştî demekê bû endamê Qulûba Ramana Sosyalîst SFK û Dev-Gencê ku ew jî girêdayî vê Qulûbê bû. Di vê navbêrê de tevlî nav Partiya Karekerên Tirkiyeyê TİPê bû û di nava çalakiyên vê partiyê de cîh girt. Di heman demê de çi li Stembolê û çi jî li Îzmîr û herêmên din tevlî nav çalakiyên dijî-Emerperyalîst bû; beşdarî mîtîng û çalakiya li diijî Fîloya 6emîn ya Emerîkayê bû.

Dîsa beşdarî çalakiyên li herêmên bejayî û yên weke dagirkirina axê bû. Di sala 1966-67 ya hîndekariyê de ji bo boykoteke a amadekirinê ya ODTÜyê re serokatî kir. Hûseyîn Înan, di 1968an de komeke biçûk û veşartî saz kir. Di çarçoveya fikrên rêxistinê yên teng de li herêmên bejayî dest bi amadekariyên gerîllatiyê kir. Armanca wî ew bû ku bi rêya van gerîllayan, ramanê têkoşîna li dijî Emperyalîzmê pêşbixîne. Koma ku bi taybetî ji endamên ODTÜyê pêk dihat, wê paşê kadroyên navendî yên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê THKOyê sazkiribaya. Hûseyîn Înana di heman salê de ji Faqûlteya Zanistiyên Îdarî hatiye derxistin û di van salan de jî li yurdên ODTÜyê de ma. Di 14 çiriya pêşîn a 1969an de tevî beşeke girîng ê komê di ser Suriyê re derbasî kampên El Fetîhê yên Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê bûn. Li vê derê li cem Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê li dijî Îsraîlê şer kirin. Hûseyîn Înan, di nava êrîşên qereqolên li di dijî Îsraîlê de cîhê xwe girt.

Di sibata 1970an de vegeriya Tirkiyeyê û di rêya Amed-Dîlokê di otobûsekê de hatiye zeftkirin. Di encama darizandina ku li Amedê berdewam kir, di çiriya pêşîn a 1970an tehliye bû. Hûseyîn Înan, dema ku vegeriya Enqereyê, di serê wî de ramanên gerîllatiyê bejayî tam bi cîh bibû û zelal bibû. Tevî koma Stembolê ku di nava wan de hemfikrên wî yên weke Denîz Gezmîş jî hebû, li hev kombûn û Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê sazkirin THKO. Înan, tevî ku di nava tevgerên girseyî de qet nedihate naskirin jî, bi kesayeta xwe ya biryardar, rêxistinker û zîrekiya xwe ya danîna têkîliyan bi mirovan re, di vana komê de derkete pêş. Hûseyîn Înan bû serokê Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê ku di navê de Deniz Gezmiş, Sinan Cemgil û Cihan Alptekin jî cîh digirt. Paştre ne tenê ji çalakiyên çekdarî re pêşengî dikir, di heman demê de di nava hemu çalakiyan de jî cîh girt. Di 29 Kanûna 1970an de yek endamên Dev-Gencê İlker Mansuroğlu tê kuştin. Înan, di nava THKO de, di gelek çalakiyên weke gulebarandina Qereqola Polêsan ya Kavaklıdere, Şêlandina Îşbankasi şaxê Emekê ya di 1 Çileya 1971ê de, serdegirtina tesîsên Emerîkan û revandina Emerîkiyan, de cîh girt. Înan, bi wêrekî û biryardariya xwe ya di van çalakiyan de, di hebûna THKOyê de bû tesîrekî mezin. Di 25 adara 1971an de li navçeya Kayserî Pınarbaşı hatiye zeftkirin û ji aliyê Dadgeha Leşkerî ya Enqereyê rêza yekem tevî Denîz Gezmîş û Yusuf Arslan bi dardekirinê hatin mehkumkirin. Tevî ku ji bo astengkirina dardekirina wan li parlemenê, di nava rayagiştî de û gelek hewildan hatinkirin jî, di 6 gulana sala 1972an de tevî hevalên xwe Yusuf Arslan û Deniz Gezmiş hatin dardekirin.

Çavkanî biguhêre