Cezayê mirinê yan sizayê mirinê yan mehkûmkirina kuştinê yan jî îdam, cezayê herî giran ê li mirovekê bê birrîn e û bi pirranî vê biryarê dewlet didin. Bi gotineke din, peyva îdamê ji bo îdamên dewletan tê bikaranîn, ji bo îdamên kes an kom dikin, bêhtir "kujtin" dibêjin. Di zimanê kurdî de cezayê mirinê, berdarî yan dardekirinê bibîrdixîne, lewra bi sedan salan in, ev awayê îdamê hebûye.

Cezayê mirinê
  • Awayê mirinê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Cezayê mirinê li seranserê cîhanê (2005-2006).      Bo tevahiya tawanan (sûcan) hatiye rakirin (86)      Tenê ji bo hin tawanên taybet îdam heye (11)      Di rewacê de ye lê 10 salên dawiyê nehatiye bikaranîn (25)      Cezayê mirinê heye û tê bikaranîn (74)
Kampanyayeke li dijî cezayê mirinê di sala 2004'an de. Bi fransî ye: Cezayê mirinê sûca dewletê ye.

Cezayê îdamê divê gorî zagonan bê bicihanîn. Îdam her dem ji bo jiholêrakirina mixalif an dijberan hatiye bikaranîn. Di bingeha cezayê îdamê de dijminî û jiholêrakirin heye. Li Kurdistanê bi hezaran kurd, ji ber ku doza mafên kurdan kirine, ji aliyê dewletên Kurdistan parve kirine ve hatine îdamkirin. Pirranî bicihanîna van îdaman bêî zagonan wan jî bûne. Bo mînak diviyabû serokê kurd Seyîd Riza nehatiba îdamkirin, lewra qanûnên romiyan (tirk) jî dest nedida mirov temendirêjek îdam bike. Lê li ser kaxezê salên Seyîd Riza biçûk dikin û wê darde dikin.

Ji aliyê dewletên nûjen ve heya nêzîkan li kesên sîxurî (cesûsî), îxanet bi welat re kirine û li dijî dîsîplîna leşkeriyê û di demên şer de guh nedane fermanan, cezayê îdamê hatiye birrîn. Niha li gelek welatan cezayê mirinê heye. Li welatên ku Kurdistan parve kirine Îraq, Îran û Sûrî îdam heye û bi qanûnî ye. Tirkiyeyê di salên 2000'î de cezayê mirinê rakir. Lê tê zanîn ku li Tirkiyeyê dewletê heya niha bi 17.500 kes (pirranî yan tevayî kurd) daye windakirin, kujtin. Gorî gelekan, Tirkiye ji xwe hewceyê îdamê nîne, îro jî kê bixwaze bi dizî dide kujtin, windakirin.

Cezayê mirinê bi sedan salan in tê gotûbêjkirin. Lewra di vê cezayê de telafîkirin nîne. Heger yek bi şaşî were cezakirin, ji ber ku êdî najî, cezayê wê nikare bê telafîkirin. Gelek caran yek cezayê zîndanê dixwe lê paşê tewanbar û kirarên rastî tên destnîşankirin, bêsûc tên serbest berdan. Lê di îdamê de xetayê yekem dibe xetayê dawîn, telafiya wê nabe.

Di nava cezayê mirinê û pêşketina civakê de têkiliyeke rasterast heye. Ango heger civak, xwendî, pêşketî, nûjen û şareza be, sûc jî ji xwe kêm dibin û cezayê îdamê nayê dayîn an jî di wê civakê de mihalefeteke mezin bo cezayê mirinê rûdide. Lê heger civak paşketî, fundamentalîst, paşverû û nîjadperest be, kes jî cezayê îdamê rexne nake, civak berevaniya îdamê dike.

Li Tirkiyeyê ji ber ku rakirina îdamê ji bo endametiya YE'yê bû û li ser daxwaza ewropayiyan bû, niha jî gelek kes anîna îdamê dixwazin. Di van salên dawî de, pirraniya tirkan bo siyasetmedar û çalakvanên kurd cezayê mirinê normal dibînin û dixwazin.

Awayên cezayê mirinê

biguhêre
 
Cesare Beccaria, Dei delitti e delle pene

Çavkanî

biguhêre