Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Nîsan
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo nîsana 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 |
8 | 9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 |
15 | 16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 |
22 | 23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 |
29 | 30 |
Bûyer
- 1793 – Li Japonyayê Volkana Unsen teqiya; 53.000 kes mirin.
- 1866 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yekem peyka meteorolojiyê şande fezayê.
- 1889 – Yekem makîneya şûştina firaxan, li Chicagoyê hate firotin.
- 1910 – Li Albanyayê, li hemberî dewleta Osmaniyan serhildan destpê kir.
- 1921 – Li Fîlîpînan agir derket: 15.000 kes bê mal man.
- 1942 – Kovara Ronahî dest bi weşana xwe kir. Berpirsiyarê kovarê Celadet Alî Bedirxan bû.
- 1950 – Neteweyên Yekbûyî, plana ku dibêje bila Orşelîm bibe du beş qebûl kir.
- 1956 – Saziya sîxuriyê ya Almanyayê, Bundesnachrichtendienst, hate damezrandin.
- 1968 – Kovara Gulistan ku ji aliyê Cegerxwîn ve di hat weşandin, dest bi weşanê kir.
- 1974 – Ayetula Xumênî, li Îranê banga Komara Îslamî kir.
Jidayîkbûn
- 1908 – Abraham Maslow, psîkologê amerîkan
- 1933 – Claude Cohen-Tannoudji, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1937 – Yilmaz Guney, derhêner û lîstikvanê kurd
- 1939 – Abdullah M. Varlı, nivîskar û lêkolînerê kurd
- 1940 – Wangari Maathai, zanista xwediya Xelata Nobelê
Mirin
- 1968 – Lev Davidovich Landau, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1902 – Yekemîn sînema hate damezrandin.
- 1922 – Stalîn bû sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Yekîtiya Sovyetê.
- 1973 – Leşkerên Îsraêlê li ser Bêrûdê operasyon lidarxistin. Di operasyonê de 3 serokê rêxistina Rizgariya Filîstînê hatin kuştin. Li ser vê yekê li Libnanê xwepêşandanên berfireh ên piştgiriya bi Filîstînê re hatin lidarxistin.
- 1985 – Îsraêlê di berdêla ku filîstîniyan 3 leşkerên Îsraêlê serbest berdan 1100 filîstînî serbest berdan.
- 1995 – Li Başûrê Kurdistanê, di dema operasyona artêşa tirk ya bi navê Çelik de 7 cotkarên kurd ku li ser rê bûn û dixwestin biçin navçeya Sersingê a girêdayî parêzgeha Dihokê, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin serjêkirin.
Jidayîkbûn
- 1805 – Hans Christian Andersen, nivîskarê danîmarkî
- 1840 – Émile Zola, nivîskarê fransî
- 1862 – Nicholas Murray Butler, fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê
- 1897 – Soghomon Tehlirian, wezîrê Osmaniyan ê esilermenî
- 1946 – Ebubekir Pamukçu, alîgirê MHP'ê û sîxûrê dewleta tirk
Mirin
- 1914 – Paul Heyse, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1923 – Topal Osman, kujerê kurdên Qoçgiriyê
- 1974 – Georges Pompidou, serokkomarê Fransayê
- 1995 – Hannes Alfvén, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2005 – Papa Yûhena Pawlos II, papayê polon
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1925 – Bongilan û Mûş ketin destên hêzên Şêx Seîd.
- 1933 – Yekem car balafirek di ser girê Everestê re derbas bû.
- 1948 – Plana Marshall, ji aliyê kongreya DYA'yê ve hate pejirandin.
- 1959 – Weşanên PDKê Xebat û Azadî dest bi weşanê kirin.
- 1975 – Pêşbirkvanê rûsî Anatolî Karpov bû şampiyonê sedrencê yê cîhanê.
- 1976 – Li Bazîd û gundên wê erdhejek qewimî. Di erdhejê de 5 kes mirin û 80 mal wêran bûn.
- 1978 – Îsraîlê diyar kir ku ewê leşkerên xwe yên li Libnanê vekişîne.
- 1994 – Piştî ku Hatîb Dîcle û Orhan Dogan bi awayekî dij-kanûnî hatin binçavkirin, mafê destnadana parlementerên din ên DEP'ê jî hate rakirin û ew hatin binçavkirin.
Jidayîkbûn
- 1778 – Pierre Bretonneau, bijîşkê fransî
Mirin
- 1990 – Şahin Dönmez, îtîrafkarê PKK'ê
- 1991 – Graham Greene, nivîskarê îngilîz
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1905 – Li Hindistanê erdhej çêbû. Di encamê de 20 hezar kes mirin.
- 1953 – Keştiya binavê ya TCG Dumlupınar (D-6) a tirkan noqî bin avê bû, 88 leşkerên tirk ên deryavan mirin.
- 1959 – Rojnameya bi navê Xebat yekem hejmara xwe li Başûrê Kurdistanê derxist.
- 1968 – Yek ji serokên têkoşîna bê fermaniya sîvîl û mafên mirovan Martin Luther King di 39 saliya xwe de li Memphisê hate kuştin. Luther, li Amerîkayê serokatiya tevgera ku mafên welatiyan diparast, dikir. Martin Luther King bi merasîmeke ku 150 hezar kes beşdar bûbûn, hate definkirin.
- 2002 – Partiya Karkerên Kurdistan PKK, 8emîn kongreya xwe li darxist û navê xwe weke Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistan KADEK guhert. Encamên kongreyê di 16'ê nîsanê de li paytexta Belçîka Brukselê bi civîneke çapemeniyê ji rayagiştî re hatin eşkerekirin.
Jidayîkbûn
- 1949 – Abdullah Ocalan, serokê giştî yê PKK'ê
- 1950 – Giyasettin Sayan, siyasetmendê kurd
Mirin
- 1841 – William Henry Harrison, serokdewletê nehem ê DYA'yê
- 1968 – Martin Luther King, keşe û pêşengê tevgera parastina mafê mirovan
- 1997 – Alparslan Türkeş, serokê MHP'ê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1931 – Filîstîniyan di serokatiya Îzeddîn Qassam de li hemberî dagirkerên îngîlîzan bi fiîlî cîhad dan destpêkirin.
- 1971 – Di bûyerên tundûtîjiyê yên li Pakistanê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.
- 1986 – Li Berlîna Rojava dîskoyeke ku leşkerên tirk û amerîkan têde bûn, hate bombekirin.
- 1991 – Koçberiya mezin a kurdên li Başûrê Kurdistanê destpê kir. Bi deh hezaran kurdan ji ber zilma Sedam Huseyn reviyan, koçî Bakurê Kurdistanê kirin.
- 1992 – Sarayevo hate dorpêçkirin û şerê Bosniya û Herzegovînayê despê kir.
- 1994 – Hikûmeta tirk ji sedî sed û sihû pênc (135%) duvalualasyon çêkir.
- 1996 – Di bin pêşengiya Hrant Dink de ji aliyê komeke dilxwazên ermenî ve rojnameyê Agosê dest bi weşan kir.
- 2008 – Lîstikvanê bîlardê yê ji Amedê, Hacı Arap Yaman li Belçîka bû şampiyonê Pêşbirka Bîlardê ya Artîstîk.
Jidayîkbûn
- 1588 – Thomas Hobbes, fîlozofê îngilîz
Mirin
- 2005 – Saul Bellow, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1841 – John Tyler weke serokdewletê dehem ê DYA'yê dest bi peywira xwe kir.
- 1920 – Anjansa Anadoluyê (A.A) hate damezirandin.
- 1963 – Komeke xwendekarên Sêwregê kovara bi navê Keko derxistin.
- 1967 – Di encama berxwedana filîstîniyan de hêzên Îsraîlê ji başûrê Libnanê derketin.
- 1970 – Kovara DDKO Bülteni dest bi weşana xwe kir.
- 1973 – Fahri Korutürk weke serokkomarê şeşem ê Tirkiyeyê dest bi peywira xwe kir.
- 1980 – Li Eskişehirê, sendîka û rêxistinên girêdayî DİSK'ê mîtîngek li darxistin. Di mîtîngê de polîs çek bikaranî, 5 çalakger jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
- 1994 – Li paytexta Rwanda Kîgalê, otomobîla ku serokkomarê Rwandayê Juvenal Habyarîmana û serokdewletê Burundî Cyprien Ntaryamira tê debûn, teqiya û di encamê de her du serokkomar mirin. Dotira rojê di navbera komên etnîk yên Hutu û Tutsî de li gelemperiya welêt şer derket.
Jidayîkbûn
- 1949 – Horst Ludwig Störmer, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1199 – Richard I, keyê Îngilistanê yê dema Xaçperestan
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1906 – Yekem car li Fînlendayê mafê dengdanê ji jinan re hate dayîn.
- 1939 – Yekîneyên îtalî, Albanya dagir kirin.
- 1946 – Destûra bingehîn a Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) ji aliyê 61 welatî ve hate pejirandin.
- 1952 – Şoreşa gundî û karkerên Bolîvyayê pêk hat.
- 1956 – Eniya rizgariya Cezayirê hate damezrandin.
- 1963 – Mereşal Josip Broz Tito heta mirinê bû serokwezîrê Yûgoslavyayê.
- 1963 – Komara Sosyalîst a Yûgoslavyayê hate îlankirin.
- 1979 – Serokê giştî yê Partiya Kedkarên Tirkiyeyê Mihri Belli, dema ku diçû navenda partiyê ya li Sultanahmetê ji aliyê hin kesan ve gule li ser hate reşandin, bi awayekî giran birîndar ji bûyerê rizgar bû.
- 1987 – Di doza MHP'ê de, 5 îdam, 9 mûebbet, 219 cezayê girtîgehê hatine dayîn. Alparslan Türkeş jî bi 11 salan hate mehkumkirin.
Jidayîkbûn
- 1889 – Gabriela Mistral, helbestvana xwediya Xelata Nobelê
- 1944 – Gerhard Schröder, siyasetmendê alman
- 1983 – Franck Ribéry, futbolvanê fransî
Mirin
- 1947 – Henry Ford, hilberînerê otomobîlan
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1830 – Yewnanistanê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1916 – Li Norwêcê mafê dengdan û hilbijartinê ji jinan re hate dayîn.
- 1933 – Li Almanyayê di nava qademeya dewletê de dest bi paqijkirina kesên ne ji nijada Arîne hatekirin.
- 1950 – Saziya sîxuriyê ya Komara Demokratîk a Almanyayê, ya bi navê Stasi hate damezrandin.
- 1951 – Li Îskenderûn, Edene û Rihayê erjdhej çêbû.
- 1966 – Leonid Brejnev, bû serokê nû yê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst.
- 1969 – Komeleya rojnamevanên Dîlokê hate sazkirin.
- 1970 – Balafirên Îsraîlê, dibistana Bahrûl-Bakar a li Misirê dan ber bombeyan. Di vê êrîşê de 30 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
- 1987 – Endamê komîteya navendî ya PKK'ê Mehmet Sevgat (Bedran) di şerê li çiyayê Herekolê de jiyana xwe ji dest da.
- 1999 – Milîtanekî kurd li navçeya Colemêrg, Geverê, li hemberî parêzgerê Colemêrgê Nîhat Canpolat çalakiyeke xwekujî pêk anî.
Jidayîkbûn
- 1938 – Kofi Annan, heftemîn sekreterê giştî yê NY'yê
Mirin
- 1931 – Erik Axel Karlfeldt, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1987 – Mehmet Sevgat (Bedran), endamê komîteya navendî ya PKK'ê
- 2000 – Îbrahîm Ehmed, siyasetmend û nivîskarê kurd
- 2008 – Cemşîd Bender, dîroknasê kurd
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1204 – Hêzên sefera xaçperestan a çarem, êrîşî bajarê Konstantînopolîsê kirin û bajar talan kirin.
- 1914 – Yekem filîmê rengdar ê bi navê Cîhan, şehwet û şeytan li Londonê hate nîşandan.
- 1948 – Rêxistina bi navê Irgûn a cihû li kampa Filîstînê ya bi navê Deir Yasisinê tevkujiyek pêkanîn.
- 1961 – Li Viyetnama Başûr Ngo-Dinh-Diem weke serokkomar hate hilbijartin.
- 1968 – Keşe û pêşengê tevgera parastina mafê mirovan Martin Luther King ê ku di 4'ê nîsanê de li Memphisê hatibû kuştin, bi merasîmeke ku 150 hezar kesî pêkhatî, hate definkirin.
- 1998 – Serokê baskê leşkerî yê Hamasê Muhyedîn Eş-Şerîf ji aliyê sîxûrên MOSSAD'ê ve hate kuştin.
Jidayîkbûn
- 1821 – Charles Baudlaire, nivîskarê fransî
Mirin
- 1626 – Francis Bacon, fîlozofê îngilîz
- 1936 – Ferdinand Tönnies, civaknas û fîlozofê alman
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1938 – Yek ji serokên sosyalîzmê Troçkî enternasyonala çarem damezrand.
- 1930 – Hikûmeta Îraqî diyar kir ku zimanê kurdî li herêma kurdan zimanê fermî ye.
- 1946 – Li Japonyayê yekem car bi beşdariya jinan jî, anketek hate çêkirin.
- 1972 – Li Îranê li gorî pîvana Richterê bi mezinahiya 7.1'ê erdhejek qewimî. Di erdhejê de 5.054 kes mirin.
- 1988 – Li Efxanistan Îslamabadê cebilxane teqiya, 90 kes mirin.
- 1993 – Yek ji serokên reşikan ê Afrîkaya Başûr Chris Hani hate kuştin.
- 1998 – Di navbera katolîk û protestanên li Îrlendaya Bakur de peymana aştiyê ya Belfastê hate mohrkirin.
Jidayîkbûn
- 1968 – Metin Göktepe, nûçegihanê tirk
- 1973 – Selahattin Demirtaş, siyasetmendê kurd
Mirin
- 1919 – Emiliano Zapata, şoreşgerê meksîkî
- 1931 – Xelîl Cîbran, helbestvan û wênasaz
- 1950 – Fevzi Çakmak, siyasetmend û leşkerê tirk
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1899 – Spanyayê, Puerto Rico ji rêveberiya DYA'yê re hêlişt.
- 1919 – Sîngapûrê ji Keyaniya Yekbûyî serxwebûna xwe îlan kir.
- 1919 – Saziya Xebatê ya Navneteweyî, ILO, bi awayê fermî hate damezrandin.
- 1991 – Li Tirkiyeyê qanûna bi navê têkoşîna li dijî terorê hate qebûlkirin.
- 1994 – Li navçeya Bedlîs Tetwanê Murat Toygunê 23 salî di encama êrîşeke çekdarî ya kujerên wê ne diyar de, jiyan xwe ji dest da.
- 2001 – Li Afrîkaya Başûr di maçeke sporê de pevçûn derket, di encama pevçûna di navbera aliyan de 43 kes mirin û 100 kes jî brîndar bûn.
- 2002 – Li Tunisê kinîştek hate bombekirin; di encamê de 21 kes mirin.
Jidayîkbûn
Mirin
- 1977 – Jacques Prévert, helbestvanê fransî
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1920 – Bajarê Rihayê ji dagirkeriya fransiyan rizgar bû.
- 1931 – Qralê Spanyayê Alphonse yê XIII, bêyî ku ji textê xwe were xwarê welêt terk kir û li Spanyayê komarî hate îlankirin.
- 1989 – Danezana Azadî û Mafên Bingehîn ya Parlemena Ewropayê hate qebûlkirin.
- 1991 – Peymana agirbestê pêkhat û şerê Kendavê bi fermî bi dawî bû. Di heman dîrokê de bi qaşo armanca pêşîgirtina êrîşên Iraqê yên li ser kurdan li hêlîpana 36em "Herêma Ewlekar" hate îlankirin, lê belê dema ku xelkê kurd ber bi rizgarkirina bajarên Kerkûk û Mûsilê ve çûn, qedexeya ji bo balafiran hate rakirin.
- 1995 – Parlemena Kurdistanê PKDW li derveyî welat hate damezrandin.
- 1995 – MED TV dest bi weşana zindî kir.
- 1995 – Rêveberê HADEP'a Edeneyê Rüstem Akar ji aliyê hêzên tarî ve hate kuştin.
- 1995 – Saziya sîxuriya hundirîn a Rûsyayê ye, FSB, hate damezrandin.
Jidayîkbûn
- 1975 – Camila Morgado, aktrîsa brazîlî
Mirin
- 1945 – Franklin D. Roosevelt, serokdewletê 32em ê DYA'yê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1796 – Cara pêşîn fîlek ji Hindistanê birine DYA'yê
- 1839 – El Salvadorê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1849 – Macaristan bû xwediyê komariyê.
- 1909 – Rojnameya Kurdistanê hate girtin ji aliyê Osmaniyan ve.
- 1919 – Bajarê Qersê ji aliyê îngîlîzan ve hate dagirkirin.
- 1941 – Stalîn, bi Japonyayê re paktek mohr kir ku li gorî vê wê êrîşî hevdu nekin.
- 1946 – Naziyan li kampa komkirinê ya bi navê Matthausen ya li Awistriyayê 58 gardiyan bi darde kir.
- 1994 – Saziya radyo û televizyonê ya tirk RTÜK hate damezirandin.
- 1995 – Rojnameya Yeni Politikayê dest bi weşanê kir. Her wiha ev rojname di 16'ê tebaxa sala 1995'an de hate girtin.
Jidayîkbûn
- 1743 – Thomas Jefferson, serokdewletê sêyem ê DYA'yê
- 1906 – Samuel Beckett, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1939 – Seamus Heaney, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1912 – Keştiya Titanic li derdora Newfoundlandê noqî avê bû. Di keştiyê de 1.517 kesên ku nehatin rizgarkirin jiyana xwe ji dest dan.
- 1925 – Şêx Saîd û 47 hevalên wî ji aliyê rejîma tirk ve hatin girtin.
- 1925 – Reveberên rêxistina Azadî Xalîd Begê Cîbranî û Yusuf Ziya Beg li Bedlîsê hatin bi darvekirin.
- 1931 – Li Spanyayê komar hate îlankirin.
- 1988 – Rejîma Iraqê li herêma Başûrê Kurdistanê, Germiyan û Şehrezorê dest bi Enfalê, ku bi kuştina 182 hezar Kurdistanî bi encam bû, kir.
- 1994 – Rojnameya Özgür Gündemê hate girtin. Di dema weşana xwe de 26 xebatkarên rojnameya Özgur Gündemê (di 18 mehan de) hatin kuştin.
- 1998 – PDK, Şemdin Sakıkê ku ji nava PKK'ê reviyabû, li Dihokê radestî hêzên artêşa tirk kir.
Mirin
- 1925 – Xalîd Begê Cibirî, rêveberê rêxistina Azadiyê
- 1930 – Mayakovskî, helbestvanê rûs
- 1986 – Simone de Beauvoir, nivîskarê fransî
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1865 – Dema serokdewletê DYA'yê Abraham Lincoln, li Ford's Theatre bi hevjîn û mêvanên xwe re şano temaşe dikir, rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
- 1930 – Partiya Karkerên Viyetnamê hate damezirandin.
- 1963 – Kovara Dengê dest bi weşanê kir.
- 1986 – Balafirên amerîkan ên bombebaranê yên tîpê F-11, çeperên leşkerî yên li Trablusê dan ber bombeyan. Di encama êrîşê de 37 kesên ku di nav wan de keçeke 15 mehî ya serokê Lîbyayê Muemer Qedafî jî hebû, mirin.
- 1987 – Hêzên Iraqê êrîşeke bi kîmyayî birin ser gundê Şêx Wesan a li başûrê Kurdistanê û di encama êrîşê de 26 jin û zarok mirin.
- 1994 – Peymana herî berfireh a cîhanê ya aboriyê GATT, bi îmzeya 120 welatan hate qebûlkirin.
Jidayîkbûn
- 1452 – Leonardo da Vinci, zanistê îtalî
- 1710 – William Cullen, bijîşk û kîmyagerê navdar
- 1874 - Johannes Stark, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1865 – Abraham Lincoln hate kuştin.
- 1980 – Jean Paul Sartre, fîlozof û nivîskarê fransî
- 1998 – Pol Pot, serokê Partiya Komûnîst a Kamboçyayê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: 500 balafirên şer ên almanan bi şev London bombebaran kirin.
- 1946 – Sûriye, ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1972 – Rêwîtiya heyvê ya pêncem a mirovatiyê bi keştiya asîmanî Apollo 16'ê destpê kir.
- 1975 – Bi zemtkirina paytext Phnom Penhê, welatê Kamboçyayê kete destê Partiya Komûnîst a Kamboçyayê.
- 1988 – Hêzên deryayî yên Îsraîlê şeva 16'ê nîsanê serdegirtinek li darxistin û ji serokên rêxistina Filistînê Xelîl El–Wezîrî ku weke Ebû Cîhad tê naskirin, kuştin.
- 2002 – Li paytexta Belçîka Brukselê Partiya Karkerên Kurdistan PKK, bi civîneke çapemeniyê encamên kongreya xwe ya heştem ji rayagiştî re ragihand. PKK'ê diyar kir ku wê navê xwe kiriye Konreya Azadî û Demokrasiya Kurdistan KADEK.
Jidayîkbûn
- 1889 – Charlie Chaplin, aktorê komediyê, derhêner û bestekarê navdar
- 1924 – Anatole France, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1971 – Selena, stranbêja amerîkan
Mirin
- 1972 – Kawabata Yasunari, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1924 – Li Îtalyayê di encama hilbijartinan de partiya Benito Mussolini bi ser ket.
- 1948 – Elpidio Quirino bû serokdewletê şeşem ê Fîlîpînê.
- 1961 – Kûbayiyên li mişextbûyî yên ji aliyê DYA'yê ve dihatin piştgirîkirin, êrîşî rêveberiya Fidel Castro kirin. Li di encamê de biserneketin.
- 1992 – Di encama serdegirtineke malan de, yek ji kadroyên serokê Dev-Yol'ê Sabahat Karataş û hevalên wê Eda Yüksel û Taşkin Usta hatin înfazkirin.
- 1999 – Li bajarê Almanya Bonnê meşa bi navê Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, aştî û mafên gelê Kurdistanê; meşa yekîtiya neteweyî hate li darxistin.
- 1999 – Li Qilabanê welatparêzekî bi navê Mehmet Baban, ji aliyê endamên kontrgerîla ve hate qetilkirin.
- 1999 – Konvoya SİP'ê ku ji mîtînga gundê İçerenköyê vedigeriya, rastî êrîşa komek ulkuciyan hat û di encam êrîşê de ku di nava destên polêsan de pêkhat, endamê SİP'ê Hüseyin Duman jiyana xwe ji dest da.
Mirin
- 1925 – Dr. Fûad, bijîşk, nivîskar û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê
- 1942 – Jean Baptiste Perrin, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1986 – Hêmin Mukriyanî, hozan, ramyar û helbestvanê kurd
- 1993 – Turgut Özal, serokkomarê heştem ê Komara Tirkiyeyê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1853 – Li Asyayê yekem tren di navbera wargeha Bombay û Tannayê de xebitî.
- 1906 – Yek ji erdhejên herî mezin ên dîrokê li San Franciscoyê qewimî. Di erdhejê de piraniya bajêr hilweşiya û di encama karesatê de hezar kes mirin.
- 1949 – Hêzên Iraqê yên li Filistînê vekişiyan.
- 1983 – Li bajarê Libnan Bêrûdê êrîşeke întîharî li ser sefareta Amerîkayê hate li darxistin, di encama êrîşê de 17 jê amerîkî, bi giştî 63 kes mirin.
- 1988 – Li kendavê şerê Îran û Amerîkayê destpê kir.
- 1992 – Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate demezirandin.
- 1996 – Serokwezîrê Îsraîlê Şîmon Perez li hemberî Libnanê operasyona bi navê Tiriyê Xezebê da destpêkirin. Li kampa penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Kana ku dikeve başûrê Libnanê, di encama êrîşa Îsraîlê de 98 kes hatin qetilkirin. Her wiha ev roj di nava xelkê filistîniyan de weke tevkujiya Kanayê tê zanîn.
- 1999 – Li gelemperiya Tirkiyeyê hilbijartinên giştî pêk hatin. Di hilbijartinan de HADEP'ê di serî de şaredariya Amed, Batman, Çewlîg, Sêrt û Wanê, 37 şaredarî bi dest xistin.
Jidayîkbûn
- 1984 – America Ferrera, aktrîsa amerîkî
- 1989 – Alia Shawkat, aktrîsa amerîkî
Mirin
- 1558 – Xurrem Siltan, keybanûya osmanî
- 1955 – Albert Einstein zanyarê xwediyê Xelata Nobelê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 69 – Vitellius piştî serkeftina cengê yekê yê li Bedriacumê weke împerator hate qebûlkirin.
- 1042 – Desthilatdarê împeratoriya Bîzansê Michaelê pêncem hewl dide ku xeswa xwe Zoe têxe xilwetê de, ev bûyer serhildanekê radike û di encama wê de desthilatdarî ji destê Michaelê pêncem derdikeve.
- 1839 – Holenda di bin destê şahê xwe Wilhelmê yekem de serxwebûna Belçîkayê ku piştî serhildana Belçîkayê di sala 1830an de azad bibû qebûl kir.
- 1930 – Bi kuştina 6 xwepêşanderên filistînî ji aliyê polîsên brîtanî ve serhildana ereban mezin dibe.
- 1943 – Kîmyagerê swîsreyî Albert Hofmann ê ku LAD kifş kiribû, ew bi xwe cerriband.
Jidayîkbûn
- 1635 – Samuel Reyher, esmannasê alman
Mirin
- 1882 – Charles Darwin, zanyarê inglîz
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1916 – Li Dûblînê Komargerên Îrlandî serî hildan û artêşa Îngîlîz vê yekê perçiqand. Lewma şerê Îngîlîz-Îrlandayê ji nû ve destpêkir. Serhildan, piştî ku di sala 1921ê de Îrlandaya Başûr serxwebûna xwe îlan kir û girav perçebû, bi encam bû. (lewma ev roj weke "paskalya bi xwîn" tê bi navkirin.
- 1924 – Destûra Bingehîn a sala 1924'an li Tirkiyeyê hate qebûlkirin.
- 1927 – Pêncwîn ji aliyê inglîzan ve hate dagirkirin.
- 1960 – Paytexta nû ya Brezîlyayê bû Marsîlya.
- 1969 – Yekemîn jimara kovara Rizgarî dest bi weşanê kir.
- 1978 – Komeleya Dev-Gençê hate girtin.
- 1987 – Li gundê Qizler ê bi ser Qeredaxê, rejîma Sedam Hisên bombeyên kîmyewî bikaranî. Di encamê de 7 jinên kurd jiyana xwe ji dest dan.
- 1996 – Kurdekî bi navê Mehmet Şenyit yê bi eslê xwe ji Amedê, wextê êvarî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Piştî 4 rojan cesedê wî radestî malbata wî kirin. Di rapora otopsiyê de dihate diyarkirin ku ew di şer de hatiye kuştin.
Jidayîkbûn
- 1889 – Adolf Hitler, dîktatorê Almanyayê
- 1939 – Gro Harlem Brundtland, yekemîn serokwezîra jin a Norwêcê
Mirin
- 1998 – Octavio Paz, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1967 – Li Yewnanistanê, serleşkerên artêşê, dest bi pêvajoya darbeyê kirin.
- 1992 – Li navçeya Mêrdîn Mîdyadê dema ku kerwanê wesayîtan ê dawetê ya bi plakaya 47 AV 704 di ser rêya gundê Tolgali derbas dibû, ji aliyê koriciyan ve hate gulebarankirin. Di encama bûyerê de zarokê 3 salî yê bi navê Hamza Bulut, Evdirehman Yeşîlmen ê 12 salî, Mihemed Candan û Hecî Bodur jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndarbûn.
- 1999 – Gerîlayê kurd İlkay Yıldırım bi navê kod Serdar Kizilirmak li herêma Bilikayê ya çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1927 – Ahmed Arîf, helbestvanê esilkurd
Mirin
- 1927 – Edward Victor Appleton, fizîknasê xwediyê xelata Nobelê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1898 – Miqdat Mîthad Bedirxan cara yekem li paytexta Misir Qahîreyê rojnameyeke kurdî ya bi navê Kurdistan derxist.
- 1915 – Almanan, li eniya rojava ya di navbera Langermarck û Ypresê de yekem car bi gaza bi jehr êrîşî ser leşkerên Kanadayî û fransî kir.
- 1980 – Ji girtîgeha Saxmalcilarê 23 girtiyên komînîst reviyan.
- 1990 – Weşanên rojnameya Halk Gerçeği dest pê kir.
- 1975 – PPKK (Partiya Pêşeng a Karkerî Kurdistan) hate damezrandin.
- 1997 – Gerîlayê Kurd Yılmaz Şengül yê bi navê kod Cangîr, li ava mezin ango çemê Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1724 – Immanuel Kant, fîlozofê alman
- 1870 – Vladîmîr Îlyîç Lenîn, serokê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst
Mirin
- 1989 – Emilio Segré, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2001 – Şiyar Farqînî, hunermendê Kurd ku bi albûma Şêrîna min navdar bû
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1920 – Parlemena Tirkiyeyê li Enqereyê hate damezirandin. Di civînê de 72 nûnerên gelê Kurd jî hebûn. Li gorî peymana ku Mustafa Kemal bi serokêşîrên kurdan re mohr kir.
- 1923 – Konferansa Lozanê dest bi dema duyem a xebatên xwe kir.
- 1954 – Refîneya niftê li bajarê Êlihê hate vekirin.
- 1984 – Vîrusa ku dibe sedema AIDSê hate dozandin.
Jidayîkbûn
- 1858 – Max Planck, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1902 – Halldór Laxness, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1616 – Cervantes, nivîskarê romana Don Kîşotê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1877 – Şerê rûsan û Osmaniyan destpê kir.
- 1915 – Tevkujiya ermenî û asûriyan çêbû.
- 1955 – Konferansa ku bi beşdariya nûnerên 29 welatan li bajarê Endonezya Bandungê hate lidarxistin, bi dawî bû.
- 1960 – Li Îranê erdhej çêbû, 500 kes mirin.
- 1967 – Kozmonotê rûs, Komarov, dema ku bi keştiya asîmanê ya «Soyuz ~1~» vedigeriya cîhanê, mir.
- 1971 – Li Washingtonê li dijî şerê li Vîetnamê xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin.
- 1974 – Balafirên Iraqê Qeladizê bombebaran kirin, di bûyerê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan.
- 1975 – Meclîsa Nûneran a Amerîkan 24'ê nîsanê weke "roja bîranîna sûcên li dijî mirovahiyê ya li hemberî ermeniyan qebûl kir.
- 1986 – Karesata Çernobîlê pêk hat.
- 1995 – Serokê HADEP'a Elbîstanê Hisên Koku ji aliyê hêzên tarî ve hate kuştin.
Jidayîkbûn
- 1845 – Carl Spitteler, helbestvan û nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1947 – Roger D. Kornberg, kîmyagera xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê
- 1959 – Eren Keskin, parêzera Komeleya Mafên Mirovan
Mirin
- 1924 – G. Stanley Hall, psîkologê amerîkî
- 1960 – Max von Laue, fizîknasê xwediyê xelata Nobelê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1926 – Şah Rizayê Pehlewî bû serokwezîrê Îranê.
- 1936 – Bi armanca ku hemû partiyên Fîlîstînî yên Ereb di bin yek banî de bîne cem hev, Komîteya Ereb ya Bilind hate damezirandin.
- 1945 – Îro li Îtalyayê Roja Rizgariyê ye.
- 1951 – Di encama êrîşên Çînê de leşkerên Neteweyên Yekbûyî, ji çeperên xwe yên li Koreyê vekişiyan.
- 1953 – Ew bi James Watson û Maurice Wilkins re gotarekî ku danasîna molekula DNA'yê dike weşandin.
- 1982 – Îsraelê vekişîna xwe ya ji Sînayê temam kir.
- 1989 – 120 hezar karkerên ku li ser rêyên reş dixebitin, li hemû bajarên Tirkiyê çalakiyek lidarxistin û bi pêxwas meşiyan.
- 1992 – Li Emerîkayê radyoya kurdî ya Dengê Emerîka (VOA) hate damezirandin.
- 1993 – Serokê nû yê Rusyayê bû Borîs Yeltsîn.
- 1995 – Gundê Prinjiman (Kurşunlu) ya girêdayî Dîcleyê ya ser bi Amedê, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hate şewitandin û valakirin.
Jidayîkbûn
- 1949 – Dominique Strauss–Kahn, siyasetmendê fransî
- 1874 – Guglielmo Marconi, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1744 – Anders Celsius, astronom, matematîkvan û fîzîknasê swêdî.
- 1976 – Hozan û helbestvan Mele Esedî Mehûyî li bajarê Suleymaniyê koça xwe ya dawîn kir.
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1828 – Rûsan ji bo serxwebûna Yewnanistanê, li hemberî osmaniyan şer îlan kir.
- 1937 – Almanya yek ji bajarên baskê Gernikayê bombebaran kir. Di encamê de 1.500 kes mirin. Vê bûyerê wênesazê bi navûdeng ê spanî Picasso bi tabloya xwe ya bi navê Guernica bê mirin kir.
- 1949 – Li Elezîzê erdhej çêbû.
- 1971 – Li 11 bajarên komara tirkî (Enqere, Stembol, Îzmîr, Kocaelî, Sakarya, Zonguldak, Eskîşehîr, Edene, Xetay, Amed û Sêrtê) rêvebiriya leşkerî hate ragihandin û Komeleya Çandî ya Rojhilat ên Şoreşger û Dev–Gencê jî di heman demê de hatin girtin.
- 1974 – Bajarokê Helebce hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de bajar wêran bû û bû kavil û her wiha 43 mirovên kurd jiyana xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndar bûn.
- 1986 Li Sentrala Nûkleer ya Çernobîlê qeza çêbû. Di encamê de 30 kes mir. 48 hezar kesên li derdorê jî di runiştin hatin tehliyekirin.
- 1994 Li Efrîka Başûr cara yekem hilbijartineke ku tê de reşikan cih girt, hate lidarxistin. Di hilbijartian de Kongreya Neteweyî ya Efrîka ya di serokatiya Nelson Mandela de ji sedî 62yê dengan wergirt û bi ser ket.
- 1996 – Endamê DEP'a Semsûrê Abuzer Onen bi deste hêzen tarî hate şehîdkirin.
Jidayîkbûn
- 1893 – Celadet Alî Bedirxan, siyasetmend, rojnamevan û zimanzanê kurd.
- 1898 – Vicente Aleixandre, şairê xwediyê Xelata Nobelê.
Mirin
- 1910 – Bjørnstjerne Bjørnson, siyasetmedarê û helbestvanê xwediyê xelata Nobelê.
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1909 – Almanya, Awistriya û Îtalyayê danxûyakirin ku serxwebûna Bulgaristanê nas dikin.
- 1925 – Serokê Serhildana Pîranê Şêx Saîdê Pîran, bi alîkariya sîxûrên kurd ji aliyê rejîma tirk ve hate zeftkirin.
- 1945 – Li Awistriyayê komara duyemîn hate îlankirin.
- 1945 – Dîktator Benito Mussolini û xoşewîsta wî Clara Petacci dema ku li ser rêya revêne, ketin destê partîzanan de û hatin înfazkirin. Cesedên wan ser bi jêr hatin daliqandin.
- 1953 – Li Koreyê hevdîtinên agirbestê ji nû ve destpêkirin.
- 1953 – Di navbêra Misir û Îngîltereyê de hevdîtinên kanala Sûweyşê destpêkirin.
- 1978 – Li Efxanistanê şoreş çêbû.
- 1980 – Bajarê Seqiz ji aliyê Îranê ve hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 50 kesên kurd jiyana xwe ji dest dan û bajar derbider bû.
- 1995 – Li navçeya Amed Qûlpê gundên bi navê Uçkuyu, Herbet û Rosya hatin şewitandin û paşê jî valakirin.
- 2009 – Televîzyona kurdî Kurd 1'ê dest bi weşana xwe ya normal kir.
Jidayîkbûn
- 1759 – Mary Wollstonecraft, nivîskarê îngilîz
- 1822 – Ulysses S. Grant, serokdewletê DYA'yê
- 1941 – Fethullah Gülen, birêvebirê civata Gülenê
Mirin
- 1521 – Ferdinand Magellan, kaşîfê navdar
- 1882 – Ralph Waldo Emerson, nivîskarê amerîkî
- 1972 – Kwame Nkrumah, serok û damezrînerê Ganayê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1920 – Azerbeycan tevlî nav Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bû.
- 1936 – Prens Farûq di 16 saliya xwe de bû melikê Misirê.
- 1937 – Yek ji serokên Serhildana Dêrsimê Elîşêr û Zarîfe Xanim, bi awayekî bê dadgeh ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin.
- 1941 – Hêzên Naziyan Yewnanîstanê dagir kir.
- 1952 – Dwight D. Eisenhower gava ku Fermandara Mitefiq yê Bilindtirîn bû, ji NATO'yê îstîfa kir.
- 1960 – Piştî bûyerên li Enqere û Stenbolê qewimîn, li her du bajaran rêvebiriya leşkerî hate îlankirin.
- 1969 – Serokkomarê Fransayê Charles de Gaulle îstîfa kir.
- 1992 – Li Efxanistanê mûcahîdan rêvebirî bi destxistin.
- 1994 – Rojnameya Ozgur Ulkeyê dest bi weşanê kir.
Jidayîkbûn
- 1758 – James Monroe, serokdewletê DYA'yê
- 1838 – Tobias Asser, avuqata Holendayî
- 1937 – Serokê Îraqê Sedam Huseyn, ku bi çekên kîmyawî li Helebceyê komkujiyeke kiribû
Mirin
- 1945 – Benito Mussolini, rojnamevan û siyasetmedarê îtalî, serokwezîrê Îtalyayê yê 27'em
- 1954 – Léon Jouhaux, sendîkavanekî Fransî, xwediyê Xelata Nobelê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1918 – Rojnameya Pêşkewtin dest bi weşanê kir.
- 1945 – Yekîneyên Sovyetê ketin Berlînê. Hêzên Naziyan yên dawiyê jî di kolanan de şer kirin û Berlîn kete destê hêzên Sovyetê.
- 1965 – Malta, bû endamê 18emîn yê Konsey Ewropayê.
- 1974 – Skandala Watergate'ê: Serokê DYA'yê Richard Nixon diyar kir ku wê ew qeyda bandê ya Qesra Spî yê eleqedarê skandalê teslîmê dozgeriyê bike.
- 1975 – Hêzên şoreşger ên Vîetnamê bajarê Saygonê bi dest xist û dawî li desthilatiya kontrayan anî.
- 1976 – Tav hate girtin.
- 1994 – Mamosteyekî bi navê Recep Oyar yê endamê Egitim–Sen'ê li Amedê bi awayekî faîlê wê ne diyar hate kuştin.
Jidayîkbûn
- 1806 – Ernst von Feuchtersleben, bijîşk, helbestvan û ronakbîrê Awistriyayî
- 1901 – Hîrohîto, qeysera Japan (mirin 1989)
Mirin
- 2008 – Albert Hofmann, kîmyagera Swîsreyî
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1789 – George Washington, bû yekem serokê Dewletên Yekbûyî.
- 1838 – Nîkaragua piştî veqetandina ji Federasyona Amerîkî ya Navendî, serxwebûna xwe îlan dike.
- 1911 – Li Portekîzê mafê dengdanê ji jinan re hate dayîn.
- 1945 – Mêrkûjê bi milyonan însanan Adolf Hîtler di 56 saliya xwe de întîhar kir. Di heman demê de jina Hîtler Eva Braun jî di 33 saliya xwe de întîhar kir.
- 1955 – Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê navenda tendûrûstiyê hate vekirin.
- 1975 – Bajarê Saygonê kete destê şervanên Viyetnamê û piştî yekbûna Vîetnama Başûr û Bakur, şer bi dawî bû.
- 1976 – Li Qersê dîsa erdhej çêbû, 3 kes mirin, 6 kes birîndarbûn û ji hezarî zêdetir mal jî zerar dîtin.
- 1991 – Li Bangladeşê firtone rabû; di encama karesatê de sed û yek hezar (101.000) mirov mirin.
- 1993 – Li navçeya Amed Dîcleyê bûyereke faîlê wê ne diyar qewimî. Li navçeya Dîcleyê saet li texma 20:30an de malek hate bombekirin, di encama teqînê de Îbrahîm Akengînê 16 salî jiyana xwe ji dest da.
- 1993 – CERN ragihand ku wê protokolên World Wide Web'ê belaş bibin.
Jidayîkbûn
- 1857 – Eugen Bleuler, psîkiyatrîstê Swîsreyî
- 1982 – Lloyd Banks, rapbêjekî amerîkî (G–Unit)
- 1986 – Dianna Agron, aktrîsa amerîkan
Mirin
- 1945 – Adolf Hitler, dîktatorê Almanyayê
- 1945 – Eva Braun, jina Hitler
- 1933 – Serokê dewleta Perûyê Cerno hate kuştin
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn