George Washington
George Washington (jdb. 22ê sibata 1732an li Gutshof Wakefield a parêzgeha Westmoreland a Virginia; m. 14ê kanûna pêşîn a 1799an li Mount Vernon a Virginia) siyasetmedar, leşker û yekemin serokdewletê DYAyê ye.
George Washington | |
---|---|
![]() | |
1em serokê DYAyê | |
Wezîfedarî 30ê nîsana 1789an – 20ê kanûna pêşîn a 1797an | |
Cîgirserok | John Adams |
Berê | nû |
Paşê | John Adams |
Jînenîgarî | |
Jidayikbûn | 22ê sibata 1732an Westmoreland, Virginia Colony |
Mirin | 14ê kanûna pêşîn a 1799an (67 salî) Mount Vernon, Vîrjînya |
Hevjîn | Martha Washington |
Pîşe | Cotkar, efser |
Şanenav | ![]() |
biguhêre![]() |
Ew wekî damezrênerê DYAyê tê naskirin. Di şerê azadiya DYAyê yê di salên 1775 heya 1783î de wekî fermandarekî cihgirtiye. Berevanî yan alîgiriya ti partiyekê nedikir. Ji malbatekê naskirî yê bingeh-Îngîlîz bû. Ji nexşegerî, matematîk û bi tevayî zanîstiyê hezdikir.
Di damezrandina sazûmaniya nûjen a DYAyê, destûra bingehîn û îdealîzma wê de xwedî roleke girîng e. Di dema xwe ya serokdewletiyê de polîtîkayeke bêalîtiyê meşandiye. Di jiyana xwe de bi dûristî û merdiyê dihate nasîn. Ji bo bîranîna wî navê paytextê DYAyê kirin Washington, D.C.