Open main menu
Çapa pêşîn a berhema Cervantes a bi navê Don Kîşot (1606)

Don Kîşot (bi spanî: Don Quijote de la Mancha) bi koka xwe Don Quixote de la Mancha anku "Don Kîşotê La Mança" yê romaneka nivîskarê spanyayî yê navdar Miguel de Cervantes Saavedrayî ye. Para pêşîna romanê li sala 1605'ê û para duyê li sala 1615'ê hat weşandin. Ew yek ji romanên herî pêşîn ji wêjeya nûdema Ewrûpayê ye. Bêguman mezintirîn û bandordartirîn roman di wêjeya spanyayî da ye. Bêguman ew hinêreka mezin ya wêjeya cîhanê ye. Li sala 2002'ê Bingehê NorwêcîXelata Nobel rapirsiyek kir û têda eşkira bû ko romana herîhezkirî ya wêjeya nûdem e.

Roman serhata Alonso Quixano ye. Ew mêrek e ko gelek pirtûk li ser mêrxasî û wêrekî ya siyarçakan(şovalye) xwîndine û li dawiyê bawer dike ko ew bi xwe jî siyarçakek e. Ew bi nîv-hişyar nîv-dîn, navê xwe dike Don Kîşotê La Mança. Ew ji bo nehêlana stemkarî û neyeksaniyê û bi navê hezkirî ya xwe Aldonsayê, an wekî ew binavdikit, Dulçîna del Tobosoyê dest bi şerî dike.

Raman salixdana donkîşotî, bi merema wê ya îroyîn, îdeyalîstîk û nekiryarî ye.

Hevoka destpêkê ji pirtûkê de cuyo nombre no quiero acordarme, anko "kesê ko ez naxwazim navê wî bibîrbînim" û gelek hevokên dî di zimanê spanyayî da bûne kelîşeyên gelek berbelav. En un lugar de la Mancha, de cuyo nombre no quiero acordarme, no ha mucho tiempo que vivía un hidalgo de los de lanza en astillero, adarga antigua, rocín flaco y galgo corredor anko, "li cihekî li La Mançayê, kesê ko ez naxwazim navê wî bi bîr bînim, ne demeka hind dûr maqûlekê wekî xwe hebû ko edetkiribû bi rimekê bi kar nehatî, mertalekê kevin, tajîyekê bezê û hespekê lewazê pîr."

Mijara romanêBiguherîne

Alonso Quixano xwendekarek jîr e. Gelek romanên romantîk xwendine. Di bin bandora romanên romantîk ên Şovalyeyan de dimîne. Xwe wek Şovalyeyêk wê demê hîs dike. Ji bo ku ew sîstem û civaka Şovalyetiyê ji paş ve bîne, civatek wisa damezirîne, ji bo vê îdeala xwe, bi rê dikeve. Lê çi mixabin ku îdeal û rastî gelek ji hev dûr in. Ne dem ew dem e, ne civak ew civak e, ne jî Alonso yek ji wan Şovalyeyan e. Her du jî ji hev pir dûr in û hîç bi hev nakevin. Wisa dijberên hev in ku kena mirov bi rewşa wan tê. Don Kîşot, têkosînên xwe, bi metodek henekî sîstemê, nehekiyan û jîyana Şovalyeyan dinirxîne.

Divê ji bo civata ku di xiyalê wî de ye têkoşin bide. Şovalyeyê me ji bo îdeala xwe li ser hespêk alaz, di dest de çov, li serê wî tasek kevn, bi zirxek kevnê bi zingar, derdikeve qada şer. Divê navek jî li xwe deyne. Ra dibe navê Don Kîşot li xwe datîne. Ji ber ku dîn e di hişê wî de her tişt cîh diguhirînin. Dîn bê tirs û azad in. Don Kîşot jî azad û dînê zana yê yekemîn ê dîroka edebiyata mirovahiyê ye.

Balkêş e. Mijar di şatoyek de derbas dibe. Lê di eslê xwe de şato Xanek kevn e. Di şatoyê de bi merasim nîşana Şovalyetiyê digre. Di vegerê de Sancho dixapîne dike hevalê xwe. Û her du ”mêrxas” li dij hêla xerabiyê dest bi şer dikin. Dikevin nava şerê kî bêeman. Êrîş dikin ser perwaneyên aşan, kûpên şereban, makînan, şivan û gavanên li ber pez û dewaran. Dengê şerê wan ol dide, xwîn diherike (di xeyalên wan de). Paşê merivên wî û keşeyê dêrê, wî dixapînin û vedigerînin mala wî. Êdî Şovalyeyê me aram e. Lê eqilê wî ! Hişê wî ne li cîh e. Divê Şovalye tim di şer de bin, ne wisa? Ew û alîkarê xwe Sancho jî ji bo şer dîsa dikevin rê.

Êdî bi nav û deng in. Duk û Duşeşek dewlemendên kêfçî dengên wan bihîstine. Herdu jî ji tiştên xiyalî, qeşmerî û henekan hez dikin. Ji bo wan listikek hazir dikin. Wan tînin şatoya xwe. Wek Şovalyeyek rastîn qedir û qîmet didine Don Kîşot. Sancho dikin waliyê giravek (lê di eslê xwe de çîftlikek e). Herdu jî evîndar, ji jiyana xwe memnûn in. Me li jor jî gotibû; bêşans e Don Kîşot.

Di demek pir kin de Sancho fêm dike ku ew nikare çîftlikê îdare bike. Ji berpirsiyariyê îstîfa dike. Di heman demê de Don Kîşot jî di dueloyek de têk diçe. Herdu jî mecbûr dimînin bi paş ve vedigerin gundên xwe. Pir dem derbas nabe Don Kîşot nexweş dikeve. Lê êdî ne dîn e. Keşe tê cem û wî ji gunehên wî azad dike. Pîştî azadbûna xwe ya ji gunehên xwe dimire.



ÇavkanîBiguherîne


  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)