Abraham Maslow
Abraham Harold Maslow (jdb. 1ê nîsanê 1908 li Brooklyn, New York City; m. 8ê hezîranê 1970 li California psîkologekî navdar ê DYAyê bû. Di nava avakarên (bavên) psîkolojiya hûmanîst de tê hejmartin ku di lîteratûrê de jê re "hêza sêyemîn" tê gotin. Ji ber ku di dema wî de psîkanalîz û tevgernasî du dibistanên sereke bûn.
Abraham Maslow | |
---|---|
Jidayikbûn | 1 nîsan 1908 |
Mirin | 8 hezîran 1970 Menlo Park |
Sedema mirinê | Mirina masûlkeyên dil (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Mount Auburn Cemetery |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat | |
Meqam | |
Hevjîn | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di malbateke ji rêzê ya bingeh Cihû de mezin bûbû. Ew viya bi erênî dinirxîne. Ango dibêje "heger di nava hindikayiyan de mezin nebûma, ez ê jî wekî yên din bextewar bûme, pêdivî bi tenêmayînê, lixwevarqilînê, pirtûkxwendinê nedîta".
Li Zanîngeha Wisconsin perwerdeya derûnînasiyê dibîne. Sala 1928ê marî dibe (dizewice). Hevnasîna wî bi Alfred Adler re çêdibe, gelek di bin bandora wî de dimîne.
Maslow baweriya xwe bi xwezaya mirov tîne, hêza mirov bilind dinirxîne. Lê dibîne ku cîhana derûnî ya mirov jî di bin gelek bandoran de ye. Hin pêdiviyên wê hene. Maslow dûrûdirêj li van pêdiviyan dikole û wan kategorîze dike. Piştre vana di çarçoveyekê de rêz dike ku bi navê "Angaşta Maslow a hiyerarşiya pêdiviyan" binav dike.
Angaşta hiyerarşiya pêdiviyan a Maslow
biguhêreHiyerarşiya pêdiviyan a Maslow
Pêdiviya bicihanîna kesayetiyê û armancan |
Pêdiviya xwenaskirindanê, pêdiviya pesindîtinê |
Pêdiviya civakî, aîdiyet ûêd. |
Pêdiviya hezkirin, ewlekarî û bawerîanînê |
Pêdiviyên bingehîn, av, xwarin, seks ûêd. |
Girêdanên derve
biguhêre- Kurtejînenîgarî Girêdana arşîvê 2007-12-17 li ser Wayback Machine bi Almanî
- The Maslow Nidus, Nivîs û biyografî (îngîlîzî)
- Li ser teoriya wî agahiyên berfireh bi Almanî (PDF) Girêdana arşîvê 2014-08-02 li ser Wayback Machine