Sedrenc (ji sanskrît catír anga, "ji çar parçeyan pêkhatî anku, ji çar parçeyên leşkerî pêk tê: fîl, erebe, siwar û piyade)" [1], bi erebî û farisî: shatranj) kişik, şetrenc an jî şaxmat lîstikeke gelek kevn a ku ji Hindistanê hatî di sedsala şeşan de ji aliyê faris û ereban ve li Kurdistan û Ewropayê hate belavkirin. Ev lîstik ji bo du kesan e û her yek ji yarîkeran bi 16 keviran li ser texteyekî çargoşe dilîzin.

Texteyê sedrencê
Kevirên sedrencê (ji çepê): şah, keleh, şalyar, leşker, hesp û fîl
Du yarîkerine sedrencê di nîgarokeke farîsî ya sedsala 16-an de
Wilhelm Steinitz, yekemîn qehremanê cîhanê yê sedrencê (1886).
Viswanathan Anand, qehremanê cîhanê yê sedrencê yê îro.

Sedema vê lîstikê ev e ku yarîkerek şahê yarîkerê din kiş bike heya ku şah nekaribe bi cih bike. Lê belê, koka lîstikê pir remzî ye: şerê di navbera yê spî û yê reş de, ronahî û tarî, roj û şev...

Kevirên sedrencêBiguherîne

Di lîstika sedrencê de 16 kevirên spî û 16 kevirên reş tên bikaranîn. Yarîkerê ku bi kevirên spî dilîze lîstikê destpê dike. Navên keviran ev in:

Texteyê sedrencêBiguherîne

Texteyê sedrencê çargoşe ye û ji 64 kareyên spî û reş pêk tê.

Sedrenc li KurdistanêBiguherîne

Mîrê Bota, di dema Mem û Zînê de, bi sedrencê dileyize û Ehmedê Xanî wê tîne ser zimên.

Yaneyên sedrencê li KurdistanêBiguherîne

Li Kurdistanê gelek yaneyên sedrencê hene. Du ji wan Yaneya Gare ya Dihokê û Yaneya Pêşmerge ya Silêmaniyê ne [2].

Yaneya GareBiguherîne

Yaneyeke sedrencê li Dihokê ye. Çend ji endamên vê yaneyê ev in: Karîn Kemal, Çinar Wirya, Zuha Mihemed û Mihina Se'ed.

Yaneya PêşmergeBiguherîne

Yaneyeke sedrencê li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ye. Beşdarên di hinde qehremaniyên sedrencê de Îmam Hesen, Dilpak Îsma'îl, Rena Se'ed û Zeyne Basil in.

Qehremanên fermî yên cîhanê yên sedrencêBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. Michael L. Chyet: Ferhenga kurmancî-înglîzî.
  2. Rojnameya Evro, 195 (2007), Dihok
  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)