Jean-Paul Sartre

(Ji Jean Paul Sartre hat beralîkirin)

Jean-Paul Sartre (jdb. 21ê hezîranê 1905, Parîs - m. 15ê nîsanê 1980) nivîskar û fîlozofekî bi nav û deng ê fransî ye. Di 21ê hezîranê ya sala 1905an da li Parîsê ji dayik bû. Bavê wî efserê hêzên deryayî bû û du salan piştî ji dayikbûna Sartreyî li Hindûçînê, tûşî nexweşîyeka wê deverê bû û taya dijwar û giyansoj dawiyê şemalka jiyana wî vemirand. Bi vî rengî toza sêwîtiyê li ser ser û çavên wî rûnişt. Ew li mala bapîr(bavê dayîka)ê xwe, ku navê wî Şarl Swaitzer bû û mamostayê zimanê elmanî bû, mezin bû. Dema jiyê wî bû yazde salî, dayîka wî careka din şû kir û wî jî ji neçarî li gel dayîka xwe bo bajarê Laroşlê cihê xwe veguhast. Li wir, Sartreyî xwendina xwe ya amadeyî bi dûmahîk anî û piştî borîna sê salan vegeriya Parîsê. Li sala 1924an, li Zanîngeha Parîsê mijûlî xwendina felsefeyê bû û li sala 1939an bawernameya doktoraya felsefeyê bi dest xwe ve anî. Piştî bidawîhatina xwendinê; li Lohawir, Laon û paştirê jî li Parîsê, mijûlî wanegotina qonaxa amadeyiyê bû û berhemên mîna “Aşopkirin”(1936), “Dilrabûn”(1939), Dîwar(1939) û “Teoriya Hestan” dane weşanê. Kurteçîroka wî ya bi navê Dîwarê zêdetir ji hemû çîrokên wî bûye cihê nîqaş û vekolînan. Berhema wî ya bi navê "Dilrabûn"ê, wek navdartirîn çîroka salê hatiye nasîn. Di wê demê da Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Vî şerî gelek pirsgirêkên hizirî ji bo Sartreyî dane xuyakirin. Destpêkê, ji bo xizmetkirinê li Rêveberiya Keşnasiya Artêşê hat daxwazkirin, piştî borîna demeka kurt, hevdem li gel pêşveçûna serkeftina elmaniyan ya havîna 1940î, wek dîl(êxsîr) hatiye desteserkirin, lê bi zîrekî elmanî razî kirin ku wî ji ber hokarên mezacî û çavê wî yê nedirust radestî frensiyan bikin. Piştî vegera xwe ya bo Parîsê, gihîşte rêzên Tevgera Bergiriya Niştîmanî ya Fransayê. Li sala 1943yan, dema ku di Tevgera Bergiryê de, li gel desteyeka dîtra hizirvanan ku çalak bûn, her weha mijûlî weşana berhemên xwe yên felsefî bû. Şanonameya xwe ya ewil hevdem li gel wan rojan bi navê “Mêş” nivîsî. Sehm(tirs)a wî ji dagirkirina nazîyan, azarên gelê Fransayê û metirsiyên bi egera pişikdarbûna li Tevgera Bergiriyê, ew di bîr û boçûnên xwe de li ser rêwiştê mirovatiyê û azadiya hilbijartinê pirbawertir dikir. Li sala 1944an, şanonameya wî ya duyemîn ya bi navê “Derê Girtî”, piştî rizgarbûna Fransayê ji dagirkirina naziyan, li Parîsê hat weşandin. Li sala 1946an jimareya yekem a “Kovara Serdema Nû” weşand. Sartre, di navbera salên 1944-1948an de, serkeftî bû di weşana sê bergên ji romanên xwe yên bihevregirêdayî ya bi navê “Rêyên Azadiyê” ku ji çar bergan pêk dihat. Li sala 1946an, şanonameya “Toga Hurmetkar”, sala paştir “Cih”, “Edebiyat Çi ye?”, “Baudelaire” û “Der barê Kêşeya Cihûyan de”, nivîsîn. Di sala 1948an da, şanonameya “Miriyên Bêgor”, “Veşartin” û her weha pirtûka felsefî ya bi navê “Egzîstansiyalîzm û Resenayetiya Mirovî”, şanonameyên bi navê “Destên Lewitî “ û “Şeytan û Yezdan” ew berhem in yên ku Sartreyî ta berî salên pênciyan nivîsandin. Li sala 1951ê “Jana Pîroz”, li sala paştir jî “Kîn”, ku wergirtinek (îqtîbas) bû ji berhemên Alexander Dumasî, ya ji şanonameya “Nekrasov” li sala 195ê?, “Goşegîrên Altonayê” li sala 1959an, Rojnivîska Şerekî Seyr ku encama sefera wî ya bo welatê Kubayê ya li salên destpêka Şoreşa Kubayê bû. Jean-Paul Sartre di 15ê nîsanê ya sala 1980an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Jean-Paul Sartre
Jidayikbûn
Jean-Paul Charles Aymard Sartre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

21 hezîran 1905 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin15 nîsan 1980 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
14th arrondissement of Paris Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêEdema li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêGoristana Montparnasse Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Bandorbar
Partner
Dê û bav
  • Jean-Baptiste Sartre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Wêjeyê (1964)
  • Eugène Dabit populist novel award (1940)
  • Fellow of the American Academy of Arts and Sciences
  • Q3114795 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pirtûkên Sartreyî

biguhêre
  • La Nausée (1938)(Madxelîn)
  • Le Mur (1939) (Dîwar)
  • Les chemins de la liberté (1945) :(Rêya Azadiyê)
  • L'âge de raison (Sala Gêran)
  • Le sursis
  • La mort dans l'âme

Girêdanên derve

biguhêre