Eren Keskin

parêzvan

Eren Keskin (jdb. 24ê gulanê 1959an Bursa, Tirkiye), dadwer û çalakvaneke tirk a ji bo mafên mirovan e û cîgira seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ye û seroka berê ya liqa Stembolê ye.

Dadwer Eren Keskin (2021)

Li Eren Keskin gelek doz hatine vekirin ji ber çalakiya wê ya li dijî binpêkirina mafên mirovan a dewlet û artêşa tirkî. Ew nemaze ji bo mafên jinan li girtîgehên Tirkiyê jî gelek dixebite.

Wê ji bo xebat û çalakiya xwe çend xelat wergirtine, wek xelatên aştiyê yên Aachener Friedenspreises 2004 û Theodor-Haecker-Preis 2005.

ÇavkanîBiguherîne