Bero Bass (jdb. 11ê nîsanê 1980 li Amed; navê berê yê fermî/tirkî Bernas Avşar) rapvanekî kurd-alman e.

Bero Bass
Jidayikbûn
Nasnav
Bero BassLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Chorweiler (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Hip-hopa almanî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper

Jînenîgarî biguhêre

Bernas Avşar sala 1980yê li Amedê tê jiyanê. Malbata wî di dawiya salên 80'yî tê diçe Almanyayê. Bass li Kölnê mezin dibe.

2007ê Bero Bass bi tevî OJ Kingpin fîrmayeke ewlekariyê dadimezrîne La Honda. Tebaxa sala 2007ê yekemîn duo-albûma xwe dertîne, Gorillas im Nebel. Albûm ji aliyê German Dream Entertainment ve tê derxistin û tê de keda Baba Saad, Ceza, Eko Fresh, Farid Bang, Killa Hakan û Summer Cem jî heye. 2008ê duyem albûm derdikeve, La Honda Nostra, di viya de herwiha Azad, Jonesmann, Manuellsen û Valezka cihdigirin. Di hevpeyvîneke xwe de Bero Bass dibêje La Honda „dengê gelê kurd e“.

Di îlona sala 2009ê Bero Bass yekem soloalbûma xwe, Basstime'ê dertine. Ev albûm ji aliyê Carioca Musicê ve tê derxistin.

Bêî dilê xwe tevlî pevçûnekê dibe û tê darizandin. Lê 2 sal cezayê zîndanê û 7000 Euro yê diravî tê birrîn. 21ê nîsana 2011, soloalbûma duyem dertîn Gangstafilm. Di viya de, Şivan Perwer jî cih digire.

Dîskografî biguhêre

Albûm
  • 2009: Basstime
  • 2011: Gangstafilm
  • 2015: Animal
Kollabo-albûm
  • 2007: Gorillas im Nebel (bi tevî OJ Kingpin)
  • 2008: La Honda Nostra (bi tevî OJ Kingpin)
Freetracks
  • 2007: Ich bin ein Outlaw (bi tevî Eko Fresh û Outlawz)
  • 2009: 8 Kammern (bi Manuellsen)
  • 2009: Playerhater
  • 2009: San Quentin
  • 2009: Das Leben ist (Jiyan e)
  • 2010: Kölner JVA (Zîndana Kölnê)
  • 2010: Ich mach es (ez viya dikim)

Girêdanên derve biguhêre