Ministerium für Staatssicherheit (b kurtî: „MfS“, zimanê kolanê „Stasi - Ştasî“) navê saziya sîxuriyê ya Almanya Rojhilatê ya berê, DDRê bû. Pirranî bi navê STASI dihate naskirin. Di dema Şerê Sar de yek ji saziyên sîxuriyê yên navdar ên cîhanê bû. Bi hilweşandina dîwarên Berlînê re, dawî li wê jî hat.

Arma STASIyê

Kurte dîrok biguhêre

STASI di 8'ê avrêlê 1950'î de hate damezrandin. Mîsyona wê ya sereke parastina DDRê di nava baskên Pakta Warşawê de li dijî "Rojavayê" bû. Serokê yekemîn Wilhelm Zaisser bû. STASI di qada navneteweyî de operasyonên mezin lidardixist. Bo mînak li welatên Latîn Amerîka li dijî sazûmaniyên mîlîtarîst oppozîsyonerên çepgîr diparast û sedan ji wan dianî DDRê.