Max Planck
Max Karl Ernst Ludwig Planck (jdb. 23ê nîsana 1858an li Kiel; m. 4ê çiriya pêşîn a 1947an li Göttingen) yek ji fîzîknasên navdar ên alman e. Ew wekî avakerê fîzîka kuantumê tê zanîn. Sala 1918î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Max Planck | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 23 nîsan 1858 Kiel (Duchy of Holstein, German Confederation) |
Mirin | 4 çiriya pêşîn 1947 Göttingen |
Sedema mirinê | Mirina masûlkeyên dil (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Stadtfriedhof Göttingen |
Hevwelatî | Împeratoriya Almanî (1), Komara Weimarê (2), Almanyaya Nazî (3), Bizone (4) |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat | |
Meqam |
|
Partiya Siyasî | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Planck wekî Albert Einstein, yek ji giregirên fîzîkê ye. Gelek caran bi hev re xebitîne. Planck gelek angaşt û formûl avakiriye û bipêşxistiye. Bo mînak Neguhera Planck, Zagona Planck a tîrêjdayînê hwd. Hêj di 30 saliye xwe de dibe gerînendeyê enstîtuya fîzîk a Berlînê. Doktoraya xwe bi angaşta ravekirina ristina hîdrojenê dide lê ew pirranî bala xwe berdide fîzîka matematîkî. Keşfa cîsmên reş dike û bi wêrekî fîzîka heyî û rûniştî rexne dike. Sala 1900î êdî keşfa wî ya mekanîka kuantumê amade ye.
Têkiliya di navbera enerjiya qûantan û frekansa pêlekî bi formûla dida ravekirin. Ev yeka wekî şoreşeke nû ya fîzîkê bû.
Dîsa Neguhera Planck a ku di matematîka fîzîkê de tê bikaranîn û navdar e wisa ye:
()
Di jiyanê de xwedî ramanên hişk û biryardar bûye. Lawê wî tevlî çalakiyeke kujerî li dijî Adolf Hitler dibe. Sazûmaniya nazî ji Planck dixwazin heger ew bi fermî û eşkere piştgiriya xwe bo rejîma faşîzmê bike dê lawê wî were azadkirin. Planck vê teklîfê napejirîne û ramana xwe ya li dijî faşîzmê nafiroşe. Lawê wî paşê tê kuştin.
Xelat û payeyên wî
biguhêre- 1915 Pour le Mérite Ev xelat bo zanistî û hunerê tê dayîn
- 1918 Xelata Nobel a fîzîkê (1919 tê dayîn)
- 1928 Adlerschild des Deutschen Reiches
- 1929 Max-Planck-Medaille (bi tevî Albert Einstein; ev xelat sala 1929î ji aliyê DPG ve hatiye dayîn)
- Doktoriya şerefê ya zanîngehên Frankfurt, Munîx (TH), Rostock, Berlîn (TH), Graz, Aten, Cambridge, London û Glasgow
- 1938 Asteroîda Nr. 1069 bi navê Planck hate binavkirin Planckia
- 1957 heya 1971 Hûrdirava (pere) ya 2 DM bi wêneyê wî hate xemilandin
- 1983 Li DDR a berê hûrdirava 5 Mark, bo xatirê 125emîn rojbûyîna Planck hat xemilandin.
Îro gelek dibistan, zanîngeh, kolan hwd. bi navê wî hatine binavkirin.
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |