Sarayevo
Sarayevo (bi bosnî: Sarajevo; bi krilî: Сарајево) paytextê Bosniya û Herzegovîna, Federasyona Bosniya û Herzegovina ( Federacija Bosne i Hercegovine, FBiH), û Kantona Sarayevoyê e. Li bajêr 291.422 kês pêk têne û li valagehê mezin 555.000 kês in. Başûrê-rojhilata bajêr Istočno ji hêla îdariya Komara serbî de ye.
Sarayevo
| |
---|---|
Bajar, bajarê mezin, city of Bosnia and Herzegovina û federal capital | |
Sarajevo | |
Sarayevo li ser nexşeyê | |
Koordînat: 43°51′23″Bk 18°24′47″Rh / 43.85639°Bk 18.41306°Rh | |
Dewlet | Bosniya û Herzegovîna, Komara Yûgoslavyayê ya Sosyalîst a Federal, Keyaniya Yûgoslavyayê, Independent State of Croatia, Keyaniya Yûgoslavyayê, State of Slovenes, Croats and Serbs, Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê, Împeratoriya Osmanî, Austro-Hungarian rule in Bosnia and Herzegovina |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1462 |
Îdarî | |
• Şaredar | Benjamina Karić (2021–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 141.5 km2 (546 sq mi) |
Bilindahî | 527 m (1729 ft) |
Nifûs | 275.524 (2013), 244.000 (1971), 350.000 (1996) |
Dem | |
Koda telefonê | 033 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di sala 1238/39an de li ser avakirina Katedrala Saint Peter di belgeya Padişahiya Kroatî û Mecarî Béla IV cara yekem behsa rûniştgeheke slavî ya bi navê Vrhbosna hatiye kirin.[1] Ji sala 1463an pê ve, bi destpêka desthilatdariya Osmanî ya di bin destê Isa-Beg Ishakoviç, bosnakî ku bû misilman, bajar berfireh bû. Di dawiya sedsala 15an de, walîyekî tirk li qiraxa Miljacka rûniştgeha xwe ava kir. Demek şûnda, bajarê Saraybosnû an Bosna Serai ku zû geş dibû, navê wê Sarayê (qesra tirkan) lê kirin. Têgeha Seraglio jî bi sarây an jî saray ova ya tirkî re têkildar e.[2]
Di Împeratoriya Osmanî de Sarajevo ji sala 1850an vir ve paytexta parêzgeha Bosniyayê bû. Di sala 1878an de bajar û tevahiya welêt ji hêla Monarşiya Awistirya-Mecaristanê ve hate dagirkirin.[1]
Di 28ê hezîrana 1914an de, bajar bû qada hewla kuştina arşdûk Franz Ferdinand û jina wî ya binav Sophie, ku yek ji sedemên sereke yên Şerê Cîhanê yê Yekem bû. Piştî sala 1918an, Sarajevo bi Bosniyayê re ket Keyaniya Serbî, Kroat û Slovenî.[3]
Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, Bosniya beşek ji dewleta serbixwe ya Kroatya bû. Ji sala 1941 heta 6ê nîsana 1945, Villa Luburić li Sarajevoyê veguherî kampa înfaz û îdamê, ku tê de bi sedan Serb û Cihûyan ji aliyê Ûstaşayê faşîst ve hatin binçavkirin, îşkencekirin û kuştin.[3] Piştî hilweşîna dewleta Ustaşa û dawiya Şerê Cîhanî yê Duyem, Sarajevo di sala 1945an de bû paytexta komara Bosniya û Herzegovîna ya di nav yekitiya Yûgoslavyayê de.[1]
Yek ji bûyerên herî girîng ên serdema Yûgoslavyayê Olîmpiyadên Zivistanê yên sala 1984an bû, ku li çiyayên derdora bajêr pêk hat û bala Sarajevoyê li seranserê cîhanê kişand.[4] Piştî ragihandina serxwebûnê piştî perçebûna Yugoslavyayê, Sarajevo bû paytexta dewleta serwer a Bosniya û Herzegovina. Demekî piştî ragihandina serxwebûnê, li Bosniyayê şerê sê salan dest pê kir.[5][4]
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c academic.oup.com https://academic.oup.com/crawlprevention/governor?content=%2fpages%2fop-migration-welcome. Roja gihiştinê 7 îlon 2023.
{{cite web}}
:|title=
kêm an vala ye (alîkarî) - ^ Vacations, Insight (12 tîrmeh 2023). "The fascinating history of Sarajevo you'll discover with Local Expert Samra". Insight Vacations (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 îlon 2023.
- ^ a b "Muhamed Hadzijahic, Muslimanske Rezolucije 1941 | PDF". Scribd (bi almanî). Roja gihiştinê 7 îlon 2023.
- ^ a b "Timeline: A short history of Sarajevo and region". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). 25 tîrmeh 2014. Roja gihiştinê 7 îlon 2023.
- ^ kami (19 sibat 2015). "Tragic Sarajevo history". Kami and the Rest of the World (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 îlon 2023.