Remezan Ozturk (bi tirkî: Ramazan Öztürk) (jdb. 5ê adara 1956an li Meledî) fotorojnamevanekî kurd e.

Karê rojnamevanî di sala 1975an li rojnameya tirkî Dunya dest pê kir û di navbera 1978an heta 1986an li rojnameya Günaydin kar kir. Piştî ku ji rojnameya Günaydin veqetiya ji 1986an heta 1998an li rojnameya Sabahê karê xwe berdewam kir. Di rojnameyên tirkî Star (1998-1999) û Yenibinyıl (2000) jî xebat kiriye. Niha Remezan Ozturk serbixwe kar dikê û li gelek deverên bi aloz ên cîhanê karê xwe dimeşînê û gelek wêneyên balkêş kişandine. Wêneyê ku wî ji Komkujiya Helebceyê kişandibû, di masmedyaya cîhanê da wek resmê salê hatibû hilbijartin.