Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/20ê adarê

Bûyer

Kawayê Hesinker

  • B.Z.612 – Li gorî efsaneyê, Kawayê Hesinker Dehaq têk bir. Ev bûyer bi cejna Newrozê hate pîrozkirin.
  • 1345 – Gerstêrkên Behram, Keywan û Berçîs rastî hev hatin.
  • 1968 – Dewleta Tûnisê serxwebûna xwe îlan kir.
  • 1978 – Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DİSK bi armanca hişyarkirina faşîzmê li Tirkiyeyê çalakiyeke karberdanê ya 2 saetan li dar xist.
  • 1988 – Hêzên artêşa Îraqê êrîşî çiyayê Qendîlê yê li nêzîkî bajarê Silêmaniyê kirin. Êrîş, 12 rojan berdewam kir û rejîma Îraqê li vê derê jî çekên kîmyewî li dijî xelkê herêmê bikar anî. Lewma kurdên deverê ji neçarî herêm terikandin. Ev êrîş weke enfala duyem tê bi navkirin.
  • 1991 – Serhildana ku ji bo azadkirina bajarê Kerkûkê di 19'ê adarê de destpê kir, 20 adarê de bi azadkirina tevahiya Kerkukê bi dawî bû.
  • 1994 – Serokê Komîteya Piştgirîvaniya bo Kurdistanê Theofilos Georgeados ji aliyê du êrîşkaran ve li Nîkosiyayê hate kuştin.
  • 1995 – Dewleta tirk bi 35 hezar leşkeran êrîş bi ser Başûrê Kurdistanê û bi dehan gundiyên kurd hatin qetilkirin. Ev êrîşa mezin ya dewleta Tirk weke Operasyona Polayê (Çelik Operasyonu) tê naskirin.

Jidayîkbûn

Mirin

Îro, 28ê adara 2024an e (UTC) – nûkirin