Mustafa Emin Çölaşan (jdb. 14ê adara 1942an li Enqereyê), rojnamevan û nivîskarekî navdar ê romî (tirk) ye.

Emin Çölaşan
Jidayikbûn14 adar 1942 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Xebat
  • Q6044966
  • Q6044146 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • midûrê karê weşanê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xizm
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bi çavên Naziyan li kurdan dinêrî biguhêre

Hez ji kurdan nake, tevlî şerê psîkolojîk ê li dijî kurdan tê meşandin bûye. Di salên 1990î de bi babirokên artêşa romê li Kurdistanê digeriya, meytên pêşmergeyan nîşan dida, nûçeyên nerast belav dikir. Tê îdîakirin ku têkiliyên wî bi devedorên dewleta veşarî ya Romê re heye, alîkarî didaye Ergenekonê. Xwedî nêrînên kemalîst, mîlîtarîst, netewperwer e. Di meseleya kurd de, nêrîna wî nîjadperest e. Gelek caran dijûn, tajang li mezinên kurdan dikir.

Jiyan biguhêre

Bi eslê xwe ne tirk e. Bav-kalên wî ji aliyê osmanîyan ve hatine devşîrmekirin. Eslê bavê wî ji erebên ku osmaniyan anîne li giravên Yewnanistanê bicihkirine ye. eslê diya wî jî ji yewnanan e. Carekê keyê osmanî Evdilhemîd II bavê bapîrê wî sirgûnê çolterên Lîbyayê. Dibêjin paşnava wî jî ji wir tê (çölaşan tê wateya kesê ji çolteran hatiye, vegeriya, ji ser çolan re hatiye). Bapîrê wî wezîrtiya komarê kiriye.

Li Enqereyê dibistana amadeyî bidawî kiriye, li zenîngeha teknîkê ya bi navê Ortadoguyê (ODTÜ) de perwerdeya zanînên gerînendetiyê dîtiye. Di gelek wezaretiyan û saziyên dewletê de xebitiye. Sala 1977ê ketiye rojnameya Milliyetê, heya 1985ê li vir xebitiye. 1985 heya 2007ê di rojnameya Hürriyetê de nivîsiye.

Ji sala 2009ê ve di rojnameya Sözcü de sernivîskariyê dike.