William Henry Bragg
Sir William Henry Bragg, KBE, OM, (jdb. 2ê tîrmeha 1862an li Wigton; m. 10ê adara 1942an li London) fîzîknasekî Brîtanyayî bû. Sala 1915î bi tevî lawê xwe William Lawrence Bragg, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Sir William Henry Bragg KBE OM | |
---|---|
Jidayikbûn | 2 tîrmeh 1862 |
Mirin | 12 adar 1942 London |
Hevwelatî | Brîtanî |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Xebat | |
Meqam | |
Hevjîn | |
Zarok |
|
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyan
biguhêrePiştî dibistanên beriya zankoyê di 24 saliya xwe de derdikeve derveyî welêt û diçe Australiya. Li zanîngeha Adelaide perwerdeya matematîk û fîzîkê dibîne. Sala 1906î vedigere Brîtanya û li zanîngeha Leeds wekî profesor dest bi xebatê dike. Çar sal şûnde diçe Londonê û li zankoyan dersê dide. Di dema şerê cîhanê yê yekemîn de bo keyaniya welatê xwe dixebite û ji ber wê xelata şovalyetiyê werdigire. Ew herwekî gelek payeyên din jî digire. Ji sala 1935 heya 1940 serokatiya Royal Society dike. Pirranî xebata xwe bi lawê xwe yê fîzîknas ve dike.
Xebat û girîngiya wî
biguhêreRêbazên pîvandina tîrêjên X keşfkiriye û bipêşxistiye. Bo artêşa deryayî û keştiyên şer gelek alavên nûjen çêkiriye. Bi navê "Li ser taybetiya tiştewaran (eşyayan)" pirtûkek diweşîne û zanistiya fîzîkê bi nivşên nû dide hezkirin.
Xelat û paye
biguhêre- Xelata Nobel a fîzîkê, 1915
- Rumford-Medaille, 1916
- Commander of the British Empire, 1917
- Knight Commander of the British Empire, 1920
- Copley-Medaille, 1930
- Order of Merit, 1931
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |