Bakurê Kurdistanê

Bêşa herî mezinê Kurdistanê
(Ji Kurdistana bakur hat beralîkirin)

Bakurê Kurdistanê yek ji çar beşên Kurdistanê ye û beşa herî mezin ê Kurdistanê ye. Bakurê Kurdistanê îro di nava sinorê Tirkiyeyê de maye ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem de bi parçekirina Kurdistanê hatiye damezrandin. Bi damezrandina dewleta tirk re li hemberê zimanê kurdî û çanda kurdî zext astengkirin û înkarkirin hatiye destpêkirin.[1] Bi damezrandina komara tirk re li Tirkiyeyê nakokiyên rewşa Bakurê Kurdistanê û nakokiyên statûya Bakurê Kurdistanê berdewam dike.[2] Hinek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya Kurdistana Tirkiyê jî tê bikar anîn. Bakurê Kurdistanê beşa herî zêde yê Kurdistanê ye ku bi awayeke tundî hatiye asîmîlîle kirin, guhertinên demografîk û polîtîkayên valakirinê hatiye pêk anîn. Li gorî texmînan ku li Bakurê Kurdistanê nêzîkî 25-30 milyon kurd dijîn. Ji xeynî nifûsa heyî ya li Bakurê Kurdistanê di dîrokên cihêreng de ji ber valakirin û şewitandina gundên Bakurê Kurdistanê ku di navbera salên 1990 û 2009an de ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine şewitandin û hatine valakirin koç bûne[3][4][5] li deverên din ên Tirkiyeyê nêzîkî 10 milyon kurd dîjîn.

Nexşeya sinorê Bakurê Kurdistanê.
Belavbûna kurdan li Bakurê Kurdistanê û li deverên din ên Tirkiyeyê.

Etîmolojî

biguhêre

Navê Bakurê Kurdistanê naveke erdnîgarî ye ku beşa herî bakurê Kurdistanê destnîşan dike.

Bakurê Kurdistanê navê ji navê xwe ji navê Kurdistanê wergirtiye ku navê Kurdistanê ji du peyvên hevgirtî yên kurd ku kurdan desnîşan dike û ji peyva îstan pêk tê ku peyveke îranî ye ku cih an welatan destnîşan dike. Bi her du peyvên hevgirtî yên kurd û îstan navê Kurdistanê derdikeve ku welatê kurdan destnîşan dike an jî tê wateya welatê kurdan.

Erdnîgarî

biguhêre

Bakurê Kurdistan welatekî çiyayî ye ku herêm xwedî deşt û çiyayên bilind in. Lûtkeya herî bilind ê Bakurê Kurdistanê Çiyayê Agiriyê ku bilindahiya çiyayê digihîje 5.137 mêtreyê.[6] Duyem lûtkeya herî bilind ê Bakurê Kurdistanê Çiyayên Cîloyê ye ku bilindahiya çiyayê gihiştiye 4.116 mêtreyê. Sêyem lûtkeya herî bilind bi bilindahiya 4.058 mêtre Çiyayê Sîpanê ye. Bakurê Kurdistanê çavkaniya her du çemên girîng ên wekê çemên Dîcle û Firatê ye. Yek ji çemên girîng ê Bakurê Kurdistanê Çemê Miradê ye ku li gel Çemê Ava Reş a Ezirganê yek ji çavkaniyên girîng ê Firatê ye. Gola herî mezinê Bakurê Kurdistanê Gola Wanê ye ku bi rûava 3.713 km² gola herî mezinê Kurdistanê ye.[7] Piştî Gola Wanê çend golên çêkirî yên wekê Bendava Rihayê ku gola çêkirî ya herî mezin ê Bakurê Kurdistanê ye û Bendava Kebanê ye ku di nav sinorên parêzgehên Riha û Xarpêtê de hatine avakirin. Li gel herêmên çiyayî li herêmên jorîn deştên bilind ên tektonîk jî hene. Deştên sereke yên herêma jorîn Deşta Mûşê, Deşta Îdirê û Deşta Ezirganê ye. Li herêma jêrîn jî deşta berfirehê Deşta Heranê cih digire. Rêzçiyayên Toros ên Başûr Kurdistanê ji rojava ve ber bi rojhilat ve dike du beş. Toros ji li herêma jêrîn ji bajarê Gurgumê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatê ve heya Colemêrgê dirêj dibin. Bi dawî bûna Torosan rêzeçiyayên Zagrosan dest pê dikin. Li herêma Colemêrgê çiya bilind û asê dibin ku bilindahiya wan digêje 4000 mêtreyan.[8]

Bakurê Torosan

biguhêre

Li Bakurê Torosan ji aliyê başûr ji Gurgumê û Semsûrê despêkê heya Sêwazê, ji Sêwasê heya Qersê herêmên jorîn û bilind û çiyayên li herêma jorîn ên Bakurê Kurdistanê vedigire. Bi bandora çiyayên torosan ku rê ber avhewaya germa jêrîn a Deryaya Navîn hatiye girtin ku ji ber bandora çiyayên torosan herêmên jorîn li gorî herêmên jêrîn hênik e. Li herêma çiyayî jorîn li gel çiyayên bilind, deştên bilind ên tektonîk ên wekî Deşta Meletiyê, Deşta Mûşê Deşta Erziromê, Deşta Ezirganê û Deşta Îdirê heye ku bilindahiya navîn a ji asta deryayê 1500 mêtre ye.

Xalên herî bilind ên Bakurê Kurdistanê li herêma jorîn e ku çiyayên bilind wekê Çiyayê Agirî, Çiyayê Sîpanê Çiyayê Nemrûdê a Bidlîsê ku her sê çiya çiyayên volkanîk ên vemirandî ne li vê herêmê ne. Çiyayê volkanîk a Tendûrekê û Çiyayê Cîloyê li vê herêmê ye. Di heman de herêma jorîn jêderka çemên Dicle û Firatê ye ku ev her du çem ji herêma jorîn derdikevin. (Her çiqas Dîcle çemekî herêma jêrîn be jî lê bi nizilîna binê erdê re çavkaniya xwe yê sereke ji Gola Xezer a Xarpêtê werdigire) Çemê Miradê, Çemê Munzirê û Çemê Avareş a Ezirganê ku bi hev re çavkaniyên girîng ên Firatê ne li herêma jorîn e. Jiber hewaya hênik serê çiyayên bilind ên wekê Çiyayê Agirî û Çiyayê Sîpanê her dem qeşahirtî ye. Gola Wanê ku goleke tektonîk e li herêma jorîn e.

Başûrê Torosan

biguhêre

Berevajiyê herêma jorîn herêma jêrîn a başûrê torosan ji xeynî hinek deveran bi gelemperî deşt, berrî rast û germiyan e. Li herêma jêrîn ji Dîlok û Rihayê heya Siwêregê cih bi cih bi girik in. Piştî Siwêregê Çiyayê Qerejdaxê despêdike heya ku digihêje çiyayên Mazî û Mêrdînê. Çiyayê volkanîk a Qerejdaxê çiyayeke serbixwe ye ku bi bilindahiya 1.952 mêtreyê li ser deşta di navbera Amed û Rihayê de cih digire. Çiyayên Maziyê çiyayeke volkanîk ê herêma jêrîn e.

Li herêma botan çiyayên Herekol û Cûdî cih digirin ku rêzeke çiyayî ya asê û bilind ên ku ber bi Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ve diçin.

Li rojava Deşta Dîlokê û Deşta Tilbişarê û li dorhêla Amedê jî, Deşta Gewran û Deşta Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerejdaxê de cih digirê ku berfirehiya deştê 15 hezar hektar berfireh e. Berfirehiya Deşta Amedê 40 hezar hektar berfireh e.

Li Rihayê Deşta Heranê berfirehê heye ku di warê çandiniyê de deşteke girîng e. Yek ji deştên girîng ên herêma jêrîn Deşta Mêrdînê ye ku bi Deşta Heranê re qadê herî girîng ên çandiniyê ne.[9]

Parêzgeh û navendên parêzgehên Bakurê Kurdistanê

biguhêre
Parêzgeh Navçe / serbajar Nexşe
Adiyeman Aldûş, Bêsnî, Komîşîr, Semîsad, Semsûr, Sergol, Sincik, Tût  
Agirî Avkevir, Bazîd, Dutax, Giyadîn, Patnos, Qerekose, Xamûr, Zêtka  
Batman Êlih, Heskîf, Hezo, Kercews, Qabilcewz, Qubîn  
Bidlîs Bidlîs, Elcewaz, Motkî, Norşîn, Tetwan, Xelat, Xîzan  
Bîngol Azarpêrt, Bongilan, Çêrme, Çewlîg, Dara Hênî, Kanîreş, Gêxî, Xorxol  
Dêrsim Mamekî, Melkişî, Mêzgir, Pêrtag, Pilemor, Pulur, Qisle, Xozat  
Diyarbekir Bismil, Çêrmûg, Çinar, Erxenî, Farqîn, Gêl, Hezro, Hênê, Karaz, Licê, Pasûr, Pîran, Şankuş
Bajarê Mezin a Amedê: Bajarê Nû, Payas, Rezik, Sûr
 
Entab Kele, Bêlqîs, Cîngîve, Girgamêş, Îslahiye, Kurudere, Alêban, Tilbişar, Şahînbeg  
Erdêxan  
Erzîrom Aşqela, Azort, Bardîz, Çêrmik, Espîr, Hesenqela, Narman, Norgeh, Oltî, Oxlê, Parsîna Jor, Pasîna Jêr, Qereçoban, Qereyazî, Tawûsker, Tatos, Tortim, Xinûs
Bajarê Mezin a Erzîromê: Palandoken, Yakutiye
 
Erzîngan Cimnî, Egîn, Ezirgan, Gercan, Îlîç, Kemax, Mose, Qerequlak, Têrcan  
Hekarî Colemêrg, Çelê, Gever, Şemzînan  
Îdir Başan, Îdir, Qulp, Têşberûn  
Kilîs  
Meletî Arabkîr, Arga, Aywalî, Çirmik, Darende , Erxewan, Hekîmxan, Keferdîz, Melediya kevn, Meletî, Muhacîr, Qela, Şîro, Yazixan  
Mêrdîn Artuklu, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Midyad, Nisêbîn, Mehsert, Stewr, Rişmil  
Mereş  
Mûş Dêrxas, Gimgim, Kop, Milazgir, Mûş, Tîl  
Osmaniye  
Qers Cilawûz, Dîxor, Kaxizman, Qers, Sarîqamîş, Selîm, Şûrêgel, Zarûşad  
Riha Bêrecûk, Curnê Reş, Hewenc, Herran, Kaniya Xezalan, Pirsûs, Serê Kaniyê, Sêwreg, Wêranşar, Xelfetî
Bajarê Mezin a Rihayê: Eyûbî, Qerekoprî (Pira Reş), Xelilî
 
Sêrt Dih, Hawêl, Misirc, Sêrt, Şêrwan, Tilo, Xisxêr  
Sêwas Macîran, Qoçgîr,Dîvrîgî,  
Şirnex Basan, Cizîr, Elkê, Hezex, Qilaban, Silopî, Şirnex  
Wan Bêgirî, Ebex, Elbak, Erdîş, Ertemêtan, Miks, Qerqelî, Mehmûdî, Şax, Payîzava, Westan, Rêya Armûşê, Tuşpa  
Gumusxane Şirân, Kêlkît
 
Xarpêt Baskîl, Dep, Egîna Jêrîn, Keban, Maden, Palo, Qerebaxan, Qowanciyan, Xarpêt, Xulaman Xûx  
Xetay  

Çiyayên Torosan wekî dîwarekî bilind avhewaya bejahî ya jorîn nahêle derbasî herêma jêrîn bibe. Li gorî başûrên torosan, bakurê torosan rûerd gelek bilind e ku ev jî di warê avhewayê de cihêrengî cêdike. Herêma jorîn li gorî herêma jêrîn di mehên havînan de hênik e di mehên zivistanan de sar û bi berf e. Germahiya navînî ya herêma jorîn di navbera 25 û 30 pile de diguhere. Zivistana herêma jorîn sar e ku di mehên zivistanan de germahiya herêma jorîn heta -24 û -30 pileyan dadikeve. Bajarên Erzirom û Qersê bajarên herî bilind û sar ên Kurdistanê ne ku bi mehan berf li erdê dimîne.

Di mehên zivistanan de li herêmên çiya û bilind ên wekî Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Erzirom û Qersê berfeke zêde dibare. Berfa zêde hinek caran dibe sedema aşîtan ku ji girên bilind têne xwarê.

Li rojavayê, li herêmên bajarên Elezîz, Meledî, Semsûr û Mereşê rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û li gorî hinek deverên herêma jorîn di mehên zivistanan de hênik e.

Rêza Torosan nahêlin ku hewaya germ a Deryaya Navîn ji herêma jêrîn ber bi herêma jorîn ve here. Ji ber vê yekê di mehên havînan de li herêma başûrê torosan hewa gelek germ û ziwa ye. Ev jî li bajarên Dîlok, Riha, Amed û Mêrdînê dibe sedema germahiyeke zêde. Li herêma jêrîn germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Di mehên zivistanan de herêm bi gelemperî bi baran e û berf kêm e. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen Bakurê bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire û ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve li herêmên ku erd û zevî kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan, hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.

  Gotara bingehîn: Dîroka Bakurê Kurdistanê

Pêşdîrok

biguhêre
 
Dîmenek ji girê arkeolojîk ê Girê Mirazan ku dîroka girê ji 10.000 salên b.z. vedigere.
 
Dîmenek ji Heskîfa kevn û Şûnwarên Heskîfê ku dîroka niştecîbûna mirovî ji 12.000 salên b.z. ve vedigeriyaye.

Bakurê Kurdistanê wekî deverên din ên Kurdistanê yek ji cihê herî kevn ên cîhanê ye ku malavaniya mirovahiyê kiriye. Di lêkolînên arkeolojîk ên ku li qadên arkeolojîk ên li navçeyên Bismilê, Erxenî û Farqîn a Amedê hatine kirin de delîlên jiyana mirovan hatiye dîtin. Li gorî lêkolînên arkeolojîk ên li Gira Kortikê derketiye holê ku ji 10.400 û 9.250 salê b.z. vir ve jiyana niştecihbûyî li Kurdistanê heye. Di lêkolînên arkeolojîk de li heman herêmê li Girê Berêçemê ku li navçeya Erxenî ya Amedê ye delîlên jiyanê hatiye dîtin ku diroka wî ji 8.000 salên berê zayînê vedigere.[10] Bermahiyên ji serdemên paleolîtîk û mezolîtîkê di Şikeftên Hasûnî ya li nêzîkê Farqînê û Şikeftên Hîlarê ya li nêzîkî navçeya Erxenî yê hatine tespîtkirin.

Yek ji cih ên herî kevn ên li Bakurê Kurdistanê ku malavaniya mirovahiyê kiriye cihên neolîtîkên wekî Newala Çorî û Girê Mirazan e ku dîroka wan ji sedsala 10ê b.z. vedigere.[11][12] Tê texmîn kirin ku Girê Mirazan perestgeha herî kevn ê cîhanê ye. Niştecihbûnên li herêmê li dora 9.000 salên berî zayînê wekî şûnwarên neolîtîk ên Neolîtîka A ya berî Cervaniyê li nêzîkî Hewza Îbrahîm e (Gola Masiyan) ku li Rihayê ye derketiye holê.

Navçeya Heskîfa kevn ku niha di bin ava Bendava Heskîfê de maye yek ji qadên arkeolojîk ên Bakurê Kurdistanê bû. Di lêkolînên arkeolojîk ên ku li Girê Heskîfê hatibûn kirin de hatiye dîtin ku jiyana mirovî li Heskîfê ji 3.500 sal berê zayînê heya 12.000 salên berê zayînê diçe. Şûnwarê kevnar a Heskîfê li gel hemî hewlên nerazîbûna li dijî bendavê bi Bendava Heskîfê ku ji aliyê dewleta tirk ve li ser Çemê Dîcleyê hatiye avakirin dimîne di bin avê de. Heskîf a kevn bi bilind bûna avê re di 20ê gulana sala 2020an de bi temamî di bin avê de winda bûye.[13]

Di vê serdemê de ji ber ku Bakurê Kurdistanê beşek ji Heyva Biadan a kevnar e Bakurê Kurdistanê bi awayekê bi lez ketiye bin bandora Şoreşa Neolîtîk a ku çandinî lê berbelav bûye.

Serdema kevnare

biguhêre
 
Rengê zer a tarî di 1400 salê b.z. de serweriya mêtaniyan destnîşan dike.

Li navçeya Heranê ya bi ser parêzgeha Rihayê ve belgeyên ku bi tîpên mixî hatiye nivîsandin hatine dîtin ku dîroka belgeyê ji 2300 salên berê zayînê ve vedigere.[14][15] Di nav van belgeyan de belgeyek heye ku diyar dike ku li Herranê di Perestgeha Sîn de peymanek hatiye çêkirin. Di vê heyamê de Bakurê Kurdistan yek ji navendên herî girîng ên baweriya pagan bû ku perestgehên xwedawendê heyvê Sîn û xwedawendê rojê Utu hebûn. Li gorî belgeyên dîrokî di sala 2000ê b.z. de mîtaniyên hurî li Bakurê Kurdistan bicih bûne. Mîrekiya herî hêzdarê vê serdemê mîrektiya mîtaniyên hurî ye ku li Amedê hatiye avakirin. Împeratoriya Mîtanî wekî hêzeke herêmî ya bihêz bû ku li bakur bi hîtîtiyan re, li rojava bi Misrê re, li başûr bi kassîtan re û li rojhilat jî bi asûriyan re sinorê împeratoriyê hebû.[16]

Yek ji şaristaniyên mezin hîtîtîbûn ku di salên 1750 û 1650yên b.z. de li herêmên bakur û rojavayê Kurdistan a îro şaristaniyeke mezin avakirine. Hîtîtî gelekî hind û ewropî bûn ku yek ji yekem şaristaniyên mezin ên Serdema Bronzê bûn ku şaristaniyeke mezin li herêmên Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û li tevahiya Anatolyayê ava kirine. Tê texmîn kirin ku hîtîtî ji Deryaya Reş wêdetir hatine û di destpêka hezarsala 2em ê b.z. de li tevahiya Anatolyayê û li hinek deverên Kurdistanê bi cih bûne. Hîtîtiyan rêzeke serwerî ava kirine ku di nav de Padîşahiya Kussarayê (sala 1750 b.z.), Padîşahiya Kaneşê an Neşa (salên 1750 û 1650 b.z.) û li dor sala 1650yê b.z. de împeratoriyeke bi mezinahiya navîn avakirine ku navenda împeratoriyê bajarê Hattusayê[17][18]

 
Rolyefa qiralekî medî li Muzexaneya Louvre ya Parîsê.

Di salên 550 û 650 yê b.z. de medî li Bakurê Kurdistanê, li seranserê Kurdistanê, Anatoliya û li seranserê Îran a îro împeratoriyeke mezin ê berfireh ava kirine. Medî cara ewil bi qralê asûrî Salmaneser III hatine nasîn kirin. Di nivîsarên di serdema Selmaneser (858-824 b.z.) de bi navê "Mada" hatine tomarkirin. Tê texmîn kirin ku di dawiya hezarsala 2ê b.z. de pêşiyên mediyan li herêma Rojavayê Kurdistanê ya îro derketine û bi belavbûna wan re di salên paşerojê de sinorên Medyayê di heyama çend sed salan de her ku çûye berfirehtir bûye.[19] Medî bi kêmanî ji sedsalên 12 û 11ê berî zayînê de li rojavayê Îranê û li Rojhilata Kurdistanê ya îro jiyan kirine. Bandora wan ê li temamiya herêmê ji nîvê duyem a sedsala 8ê berî zayînê ve dest pê kiriye.[20]

Di serdema vê demê de îhtimaleke mezin ku gelên hind û îranîaxiv ji di beriya medan de bi kêmî ve 500 û 1000 sal berê li Rojhilata Kurdistanê û Îranê bi cih bûne. Piraniya zanyaran bawer dikin ku hatina nifûsa hind û îranîaxiv ji bo Rojhilata Kurdistanê û Îranê tenê bi koçberiyeke girseyî pêk nehatiye. Hatina hind û îraniyan di destpêkê hezarsala 2ê b.z. de bi komên piçûk ên koçber hêdî hêdî ji aliyê bakurê rojhilat ve di heyamek dirêj de ber bi rojava ve hatine. Ev komên koçber bi demê re dibin sedema afirandin komên çandî û zimanî yên cihêreng ku yek ji wan koman di dawiyê bi navê medî hatine binavkirin û medî derketine holê.[21]

Serdema navîn

biguhêre
 
Nexşeya Xanedaniya Merwaniyan.

Di serdema navîn de Bakurê Kurdistanê derbasî rêveberiyên desthilatdariyên herêmî dibe. Xanedaniya Merwaniyan ku xanedaniyeke kurd bû ku serdema navîn de li Bakurê Kurdistanê hikûm kiriye. Xanedaniya Merwaniyan di sala 982ê p.z. de ji aliyê Bazê Dostikî ve hatiye damezrandin. Damezrênerê Xanedaniya Merwaniyan Bazê Dostikî bi şervanî ya xwe navdarî bidest xistiye. Bazê Dostikî ji nîvê sedsala 10an ve li Bakurê Kurdistanê dest bi bidest xistina bajaran kiriye. Di destpêkê de ber bi başûr ve diçe û Erdîşê û çeperên li derdora navçeyê bidest dixe. Piştre bandora xwe xurt dike Amed, Farqîn û Nisêbînê ku di bin desthilatdariya buweyhiyan de bûn bidest dixe.[22]

Herêma ku Xanedaniya Merwaniyan lê hatibû avakirin erdnîgariyeke mezin ê bi navê zewezân bû ku ev erdnîgarî herêmeke berfireh vegirtiye ku sinorên herêma xanedaniyê li başûr ji bakurê Mûsilê dest pê dikir heta sinorê Xelatê, li rojhilat ji bajarê Selmas a Rojhilata Kurdistanê despê dikir û li rojava heya Amedê dirêj dibû. Paytexta xanedaniyê Meyafariqînê bû (navçeya Farqîn a îro) ku xanedanî nêzîkî 100 salan li deverên ku bakur, rojhilat û başûrê Kurdistanê vedihewîne hikûm kiriye.[23]

Di sala 1085an de artêşa selçûqiyan êrîşê axa merwaniyan (Bakurê Kurdistanê) dike piştê şerekî dijwar piraniya axa merwaniyan dagir dike. Mîrê merwanî yê dawî Mensur heta mirina xwe ya sala 1096an li Cizîrê jiyan dike.

Heya sala 1171ê bi damezrandina dewleta eyûbîyan hinek herêmên Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê salçuqiyan ve hatibû dagirkirin beşdarî axa eyûbiyan bûye. Her çiqas dewleta eyûbîyan tevahiya Kurdistanê bidest nexe lê di serdema xwe ya herî berfireh de li herêmeke berfirehê wekê Misir, Sûriye, Iraq, Hecaz, Filistîn, Lîbya, Yemen û li Herêmên Şamê (Levant) serwerî kiriye.[24][24] Dewleta Eyûbî bandoreke veguherîner li herêmê dike nemaze bandoreke veguherîner Misirê kiriye ku berê di bin serweriya xîlafeteke şîe de bû, Misir di serdema eyûbiyan de dibe navendeke aborî û çandî ya herêmê bi hêza siyasî û leşkerî ya serdest.[24]

Damezrênerê dewleta eyûbîyan Selahedîn Eyûbî rêveber û leşkerekî kurd ku Tikrîtê ji dayîk bûye. Bavê Selahaddînê Eyûbî, Necmeddînê Eyûbî li bajarê Divînê jiyan kiriye ku bajêr di wê demê de di bin desthilatdariya xanedana kurd a Xanedana Şedadîyan de bû.[25][26]

Serdema nûjen

biguhêre

Xweseriya mîrekiyên Kurdistanê û Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî

biguhêre
 
Padîşahiya Serbixwe û Mîrekiyên Xweser ên Kurd li dora 1835 (li gorî Dr Michael Izady).

Di tomarên bacê de (an lênivîsk) ya ku dîroka wî vedigere sala 1527an, behsa herêmek bi navê Wilayet-i Kurdistan (Eyaleta Kurdistanê) dike ku tê de behsa 7 mîrekiyên mezin û 11 mîrekiyên biçûk dike. Di belgeyê de mîrektiyên kurdan wekî eyalet (dewlet) hatiye binavkirin ku ev yek nîşana xweseriya mîrektiyên Kurdistanê ne. Di fermaneke (fersûma împeratorî) hatiye nivîsandin ku Silêmanê Yekem li dora sala 1533an de rêgezên mîrasî û peyrewiyê di nav begên Kurdistanê de diyar dike. Mîrektiyên Kurdistanê di nav xanedaniya osmaniyan de her dem bi awayeke otonom mane yan jî tu caran dest ji statûya otonomiyan (xweserî) bernedane.

Xanedaniya osmanî di destpêka sedsala 19an de dest bi parastina desthilatdariya xwe yê li herêmê kiriye. Ji ber metirsî ya serbixwebûna mîrekiyên kurdan, osmaniyan xwestiye ku bandora wan bişkîne û wan bixe bin kontrola dewleta navendî ya Konstantînopolê. Lêbelê dijberî ya mîrektiyên kurd ku ji aliyê desthilatdariya osmaniyan ve pêk hatiye ji sala 1840an û pê ve li herêmê dibe sedema bêaramiyeke zêde. Osmaniyan di cihê mîrektiyan de şêxên sofî û fermanên dînî derdixe pêş ku bandora şêxên sofî li herêmê zêde dibe. Yek ji giregirên sofî yên navdar Şêx Ubeydullahê Nehrî bû ku li herêma di navbera Gola Wanê û Ûrmiyê de dest bi serhildanê kiriye. Devera ku di bin destê wî de bûn hem herêmên osmanî û hem jî yên qacaran werdigirt. Şêx Ubeydullahê Nehrî wekî yek ji rêberên pêşîn ên ku di nav kurdan de ramanên neteweperestî yên nûjen peyda kiriye tê hesibandin. Şêx Ubeydullahê Nehrî nameyekê ji bo cîgirê balyozxaneya Brîtanyayê re şandiye û nameyê de hatiye wiha nivîsiye: "Neteweya kurd miletekî cuda ye. Em dixwazin karê me di destê me de be".[27]

Rûxandina osmaniyan

biguhêre

Her çiqas dîroka hemû kurdan têkildarî hemû kurdan be jî, her parçeyekê Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de xwedî ciheke taybet e. Heta îlan kirina komara Tirkiyeyê jî qedera her sê parçeyên Kurdistanê (rojava, başûr, bakur) wek hev bû û ji bo qedera xwe ya sedsalan li benda rûxandina Împeratoriya Osmanîyan bû.[28] Piştî Şerê cîhanî yê yekem, xanedaniya osmaniyan ji aliyê gelek aliyan ve, nemaze ji aliyê dewletên ewropayî ve hatibûn desteser kirin. Hêj şerê cîhanê berdewam dikir, herêmên Yemen, Iraq û Sûrî ji xanedaniya osmanî têne cûda kirin.[29][30]

Li vir Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî ketin bin mandateriya brîtaniyan a li van welatan. Li van herdu welatan ji aliyê brîtaniyan û bi destê ereban du dewlet hatin ava kirin û têkoşîna kurdên van parçeyan hem li gel îngilîzan hem jî li gel van dewletên ereban bûn. Piştî şerê cîhanî yê yekem Bakurê Kurdistanê û Anatolya ji aliyê dewletên ewropayî ve hatine girtin. Di encamê de di 10ê tebaxa sala 1920an de di navbera dewletên ewropayî û osmaniyan de Peymana Sevrê hatiye destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê di navbera Anatolya û Îranê de avabûna du dewletan hatibû pejirandin.[31] Bajarê Wanê wek sinorek bimîne, li rojava û başûrê Wanê biryara herêma xweser ya Kurdistanê û li bakurê Wanê biryara herêma xweser ya Ermenistanê hatibû destnîşan kirin.[32]

Serhildana Koçgiriyê

biguhêre
  Gotara bingehîn: Serhildana Qoçgiriyê
 
Wêneyê Elîşêr û Zerîfe Xatûn

Serhildana Koçgirî serhildaneke kurd bû ku li dijî nenaskirina mafên kurdan ku li herêma koçgîriyan û li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye qewimiye. Serhildan piştê ku daxwaza otonomî ya kurdî nayên qebûl kirin û Nûrî Dêrsimî tê girtin di 21ê sibata sala 1921ê de hatiye destpêkirin.[33][34]

Piştî ku Peymana Sêvrê hatiye îmzekirin, kurd zêdetir pê bawer bûn ku bi kêmanî dikarin xwe bigihîjin rêveberiyeke otonom. Evdilqadirê Ubeydullah kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî û serokê Cemiyeta Tealiya Kurd piştgirî dide fikra otonomiya kurdî yê ku li Bakurê Kurdistanê were avakirin.[35]Nûrî Dêrsimî û Elîşêr ji otonomiyê wêdetir dixwestin ku li gorî xala 64ê ya peymanê Kurdistaneke serbixwe ava bikin.[34]

Piştî van hewldanên ji bo otonomiya kurdî, kurdên derdorî Dêrsimê dest bi amadekariya rûbirûbûna dawî ya bi neteweperestên tirk re kirin û dest danîn ser gelek depoyên çekan ên tirkan. Di meha cotmeha sala 1920an de bi qasî ku xwe di pozîsyona bihêzbûnê de hîs bikin, Elîşan Beg serokê Refahiye eşîran ji bo serxwebûnê amade dike. Di dawiyê de, di 15ê mijdara sala 1920an de deklerasyonek pêşkêşî kemalîstan kirin ku di deklerasyonê de dixwazin ku leşkerên tirk ji herêmên kurdan derkeve, girtiyên kurd werin berdan û otonomiya kurdan were naskirin.[36][37]

Piştre ne qebûl kirina daxwazên kurdan û girtina Nûrî Dêrsimî dibe sedema Serhildana Koçgiriyê. Serhildan bi pêşengiya Elîşêr, Heyder Beg û Elîşan Beg ve di sibata sala 1921ê de li herêma Koçgiriyê, li rojhilatê Sêwasê ji aliyê hêzeke çekdar ên kurd ve ku ji 3.000 çekdaran pêk dihatin hatiye destpêkirin.

Serhildana Şêx Seîdê Pîranî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Serhildana Şêx Seîdê Pîranî

Yek ji serhildanên Bakurê Kurdistanê Serhildana Şêx Seîdê Pîranî ye ku li dijî dagirkirina Kurdistanê û nenas kirina mafên kurdan ku ji aliyê rejîma kemalîstan ve hatiye pêkanîn. Serhildana Şêx Seîdê Pîranî di 13ê sibata sala 1925an de bi serokatiya Şêx Seîd û bi piştgiriya Azadî li navçeyê Licê ya Amedê hatiye destpêkirin.[38] Di heyama serhildanê de herêmeke berfirehê Bakurê Kurdistanê ji aliyê serhildêran ve hatiye kontrolkirin. Dîroka dînî û netewî ya serhildana Şêx Seîd ji aliyê zanyaran ve hatiye nîqaşkirin. Serhildan Şêx Seîd ji aliyê Robert W. Olson ve wekî "yekemîn serhildana neteweyî ya mezin a kurdan" hatiye binav kirin.

Şêx Saîd banga gelek aliyan dike ku alîkarî bidine serhildanê. Azadî û çend efserên xanedaniya osmanî piştgirî dane serhildanê. Robert Olson diyar kiriye ku li gorî çavkaniyên cuda ji 15.000 serhildêran zêdetir kes beşdarî serhildanê bûne.

Şêx Seîd wek fermandarê paşerojê ya tevgera serxwebûna Kurdistanê ku navenda wê li derdora Azadî bû hatiye hilbijartin û di 14ê sibata sala 1925an de Darahînî wek paytexta Kurdistanê hatibû ragihandin.[39] Şêx Seîd di 16ê sibatê de dema ku êrîşî Darahînî dike walî û efserên din dîl digire û bi deklerasyoneke ku bang li gel kir ku li serî hildin. Bi vê bangê hewl daye ku tevgerê di bin navendek yekalî de kom bike. Serhildan bi awayeke bilez berfireh dibe û di 20ê sibatê de bajarokê Licê ku navenda 5em a artêşa tirkan bû desteser dike.[38]

Piştî ku alîkariya eşîrên Mistan, Botan û Mhallamî werdigire navçeya Dara Hênî û Çewlîg werdigire û ber bi Amedê ve vedigere û navçeyên Maden, Siwêreg û Erxenî yê zeft dike. Serhildaneke din a ku ji aliyê Şêx Evdillah ve hatiye birêvebirin ji aliyê Xinûsê ve tê hewl dide ku Mûşê zeft bike. Lê serhildêr li derdora pira Çemê Miradê biser neketin û neçar dimînin ku paş de vekişin. Di 21ê sibatê de hikûmeta dewleta tirk li parêzgehên Bakurê Kurdistanê kargeriya şid (rêveberiya şid) ragihandine. Dotira rojê dîsa serhildanek di bin serokatiya Şêx Şerîf de çêdibe Xarpêtê ji bo demekê kontrol dike.[40] Di 1ê adarê de kurd êrîşî Balafirgeha Amedê dikin û 3 balafiran îmha dikin.

Damezrandina komarên neteweperest û perçebûna Kurdistanê

biguhêre

Piştî rûxandina xanedaniya osmaniyan di 24ê tîrmeha sala 1923an de li bajarê Lozan a Swîsreyê ji aliyê nûnerên Meclîsa Netewî ya Tirkiyeyê û nûnerên Împeratoriya Îngîlîz, Komara Fransayê, Qiraliyeta Îtalyayê, Împeratoriya Japonî, Qiraliyeta Yewnanîstanê, Padîşahiya Romanya û Qiraliyetê yên Sirb, Kroat û Sloven (Yûgoslavya) ve Peymana Lozanê hatiye îmzekirin.[41] Di Peymana Lozanê tê li hevkirin ku du dewletên erebên neteweperest (Iraq û Sûrî) û dewleteke tirk ya neteweperest (Tirkiye) ku tevahiya Kurdistanê di navbera van dewletan de hatiye parvekirin were demazirandin.[41] Bi vê peymanê re Kurdistan bi temamî tê perçe kirin û di navbera ereb û tirkan de hatiye parvekirin ku ji bo kurdan mafekî serxwebûnê namîne.

Piştî vê peymanê hinek deverên Kurdistanê (Rojavayê Kurdistanê) dimîne di nav sinorê Suriyê de, devereke din (Başûrê Kurdistanê) dimîne di nav sinorê Iraqê de û devera herî mezin (Bakurê Kurdistanê) dimîne di nav sinorê dewleta tirk de.

Damezrandina dewleta tirk û qedexekirina ziman û çanda kurdî

biguhêre

Beriya damezrandina dewleta tirk de kurd xwedî saziyên medyayê bûn ku di pêvajoya dîroka di serdema beriya dewleta tirk de hatibûn damezrandin. Di vê heyamê de, di navbera salên 1890 û 1919an de gelek rojname û kovarên kurdî yên wekê Kurdistan, Rojnameya Cemiyeta Piştevanî û Pêşverû ya Kurd, Amîd-î Sewda, Peyman, Rojî Kurd, Yekbûn, Hetawî Kurd û Jîn hatine derxistin. Piraniya navenda van rojname û kovaran li bajarê Stembolê bûn. Di heman demê rojnameyên ku li Amedê derdiketin û komeleyên li ser zimanê kurdî dixebitîn hebûn. Dîsa di heman deman de dezgehên perwerdehiyê yên kurdan medrese bûn ku perwerdehiya medreseyan bi zimanê kurdî hatine dayîn.[42]

 
Dîmenek ji mitînga daxwaza perwerdehiya zanînê kurdî ku li Amedê hatiye lidarxistin ku ji aliyê dewleta tirk ve tê astengkirin.

Bi damezrandina komara tirk re li tevahiya Bakurê Kurdistanê perwerdehiya zimanê kurdî hatibûn qedexekirin. Li gel perwerdahiya bi zimanê tirkî li kolanên bajaran axaftina zimanê kurdî hatiye qedexekirin. Zimanê kurdî, cil û berg, folklor û bikaranîna navên kurdî hatine qedexekirin û herêmên kurdan heta sala 1946an bi qanûnên leşkerî hatine birevebirin.[43] Peyva "kurd", "Kurdistan" an "kurdî" ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn qedexekirin.[44] Ev polîtîkaya asîmîlasyonê û qedexekirina zimanê kurdî di dîroka dewleta tirk de wekê polîtîkayeke dewletê hatiye meşandin ku hatibû payîn di hemî qadên jiyana civaka kurdan de were meşandin.[42] Tîpên "x, w, q, î, û, ê" ku di alfabeya kurdî de têne dîtin û têne bikaranîn, ji sala 1928an vir ve ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qedexekirin. Gelek kesên ku van peyvan bi kar anîne, li gorî benda 222 ê qanûna tirk a ku li dijî van tîpên kurdî ne hatin darizandin an jî cezayê girtîgehê li wan hatine birîn.[42]

Damezrandina Komara Agiriyê

biguhêre
  Gotara bingehîn: Komara Agiriyê

Beriya damezrandina Komara Agiriyê li dijî politîkayên tirkkirina tirkan û dagirkirina Bakurê Kurdistanê çend serhildanên kurdan rû daye. Serhildana Agiriyê di navbera salên 1926 û 1930an de li derdora Çiyayê Agirî û li hinek deverên Rojavaya Kurdistanê qewimiye. Serhildana yekem di 16ê gulana sala 1926an de qewimiye. Serhildan bi alîkarî û yekbûna kurdên bakur û rojhilatê Kurdistanê li dijî dagirkirina dewleta tirk pêk hatiye. Serhildan piştê ku Usiv Taso û bi qasî 1.000 siwarî ji sinorê Rojhilata Kurdistanê derbas bûne û hatine alîkariya Berxo Celalî mezin bûye.

Serhildana duyem Îhsan Nûrî û “Zîlan Beg” tevî serokê eşîra Hesikê Îbrahîm Aga (Îbrahîm Hêsikê Têlî) ji sinorê Rojhilata Kurdistanê derbas dibin û dest bi serhildaneke nû kirine. Li hemberê serhildana duyem hêzên dewleta tirk têk diçin herêmeke berfireh dikeve destê kurdan. Li herêma rizgarkirî bi piştgiriya partiya Xoybunê Komara Agiriyê hatiye ragihandin.

Komara Agiriyê bi serokatiya komîteya navendî ya partiya Xoybûnê, di 28ê çiriya pêşîn a sala 1927 an jî 1928an de di dema pêla serhildana kurdên Bakurê Kurdistanê de serxwebûna xwe ragihandiye.[45][46][47] Îhsan Nûrî Paşa wekê berpirsê reveberiya leşkerî ya komarê û Îbrahîmî Heskî jî wek berpirsê hikûmeta sivîl hatine erkdar kirin.

Di civîna yekem a Xoybûnê de Îhsan Nûrî Paşa wek fermandarê leşkerî ya Serhildanên Agiriyê hatibû ragihandin û Îbrahîm Heskî dibe serokê rêveberiya sivîl.[48] Di cotmeha sala 1927an de, Kurd Ava an jî Kurdava ku gundekî nêzîkî Çiyayê Agirî ye wek paytexta demkî ya Kurdistanê hatibû ragihandin.[49][50]

Xoybûnê bang li hêzên mezin û Cemiyeta Miletan dike û ji kurdên din ên Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê re peyam dişîne ku daxwaza hevkariya bi Komara Agiriyê re bikin. Lê ji ber zextên dewleta tirk ji aliyê Împeratoriya Brîtanî û Fransa ve çalakiyên endamên Xoybûnê hatine sinor kirin. Ji ber derfetên sinor kirî Komara Agiriyê piştê çar salan di şerê di navbera hêzên dewleta tirk û hêzên Komara Agiriyê de di îlona sala 1931ê de dawî li rêveberiya komarê hatiye.[48]

Komkujiya Geliyê Zîlan

biguhêre
  Gotara bingehîn: Komkujiya Geliyê Zîlan
 
Rojnameya Cumhuriyet piştî Komkujiya Geliyê Zîlan wiha dinivîse: "Paqijî despêkiriye, kesên di Geliyê Zîlan de bi temamî hatine tine kirin".

Komkujiya Geliyê Zîlan yan jî Birîna Geliyê Zîlan komkujiyeke giran e ku ji aliyê hêzên dewleta tirk ve di meha tîrmeha sala 1930an de li dijî kurdan pêk hatiye. Komkujî ji aliyê artêşa tirk ve di bin fermandariya serleşkerê tirk Ferîk Salih Omurtak de ji aliyê mila 9em a artêşa tirk ve pêk hatiye.[51][52] Ji bo ku di geliyê de komkujiyê pêk bînin berê komkujiyê ji 18 gundên li derdora Geliyê Zîlan nêzîkê 47.000 kes komê geliyê kirine.[53] Tê texmîn kirin ku 47.000 kesên ku hatine kom kirin bi temamî hetine kuştin.

Di dema komkujiyê nêzîkî 200 gund ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine şewitandin. Rojnameya Berlîner Tageblatt a ku navenda rojnameyê li Almanyayê ye di hejmara xwe di 3 cotmeha sala 1930an de nivîsiye ku tirkan li herêma geliyê zîlanê 220 gund şewitandine û 1.500 jin û extiyar qetil kirine.[54] Akademiya Zanistî ya Yekîtîya Sovyetê ragihandiye ku "li geliyên herêma geliyê zîlanê 1.550 kes hatin serjêkirin, li herêma Erdîşê 200 gund hatin şewitandin, li herêma Panosê gundek jî nemaye ku nehatiye şewitandin û wêran kirin."[55]

Li gorî çavkaniyan ji xeynî komkujiya mezin a di newala Geliyê Zîlan de li gundên derdora Geliyê Zîlan gelek jin û extiyar ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine kuştin.[55]

Komkujiya Dêrsimê

biguhêre
  Gotara bingehîn: Komkujiya Dêrsimê
 
Dîmenek di dema Komkujiya Dersimê de ku komeke sivîl ji aliyê leşkerên tirk ve hatine kom kirin.

Komkujiya Dêrsimê rêzeke komkujiye ku bi navê Jenosîda Dêrsimê jî tê zanîn. Komkujiya Dersimê aliyê artêşa tirk ve bi sê komkujiyan li herêma Dêrsimê di navbera salên 1937 û 1938an de li dijî kurdan pêk hatiye.[56][57]

Piştî damezrandina Komara Tirkiyê di sala 1923an de hinek eşîrên kurdan ji hinek aliyên "siyaseta kemalîst" a Atatürk nerazî dibin ku bi "îdeolojiya elîta siyasî ya nû ya bi rejima yekpartî ve girêdayî ye" hatibû binavkirin ku li hemberê hemî aliyan siyaseta tirkkirinê ferz dikir. Nerazîbûna eşîrên Dersimê li dijî politîkayên tirkkirinê, rayedarên dewleta tirk aciz dike û li dijî Dêrsimê planên operasyon û qirkirinê têne kirin. Dewleta tirk ji bo ku hêza Dersimê bişkîne ji bo komkujiya yekem 25.000 leşker dişîne Bakurê Kurdistanê. Li gel hêza eşîrên Dêrsimê dewleta tirk biryar dide ku hêza xwe du qatan zêde bike.

Rayedarên dewleta tirk di beriya komkujiya yekem de ji bo lihevhatinê gazî Seyîd Riza dikin. Dema ku Seyîd Riza ji bo lihevhatinê diçe Ezirganê dewleta tirk lê îxanet dike û wî li wir dîl digire û dibe Xarpêtê. Piştê girtina Seyîd Riza dewleta tirk Seyîd Riza û 6 an 10 hevalên wî di 15 û 18 mijdara sala 1937an li Xarpêtê bidarve dike. Piştê bidarve kirina Seyîd Riza komkujiya yekem despêdike.

Komkujiya duyem di 2ê çileya sala 1938an de dest pê dike û heya 7ê tebaxa heman salê 8 mehe berdewam dike. Di temamî ya komkujiya sêyem de dîsa di heman mehê de di navbera 10 û 17ê tebaxa sala 1938an de operasyoneke ku 7 roj berdewam dike hatiye destpêkirin. Piştî operasyona 10 û 17ê tebaxê komkujiya li dijî sivîlan di 6ê îlonê de dest pê kiriye heya 23 îlonê (17 roj) berdewam kiriye.[58]

Di komkujiyan de kurdên sivîl bi balefirên şer hatine bombebaran kirin ku di raporeke serfermandariya giştî ya dewleta tirk de hatiye parvekirin de hatiye nivîsandin ku bombeyên bi giranî ya 50 kîloyan bi ser komên sivîl ên ku direvin ve avêtine. Yek ji rêberên kurd Nûrî Dêrsimî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku balafirên şer ên tirk di sala 1938an de bi gaza jehrî navçeyan bombebaran kiriye. Li gorî daxuyaniya antropologa kurd Dilşa Deniz hejmara kesên ku di komkujiyê hatine kuştin di navbera 46.000 û 63.000 kesan de hatiye diyar kirin.[59][60] Dîroknas Annika Törne hejmara kuştiyên di ku qetlîaman de hatine kuştin di navbera 32.000 û 70.000 de ye diyar kiriye ku Nicole Watts wekî çavkanî destnîşan kiriye.

Komkujiya Qilabanê

biguhêre
  Gotara bingehîn: Komkujiya Qilabanê
 
Dîmenek ji Komkujiya Qilabanê.

Komkujiya Qilabanê an jî Komkujiya Robozkê komkujiyeke ku di 28ê kanûna sala 2011an de li gundê Robozkê ya bi ser navçeya Qilabanê li dijî kolberên kurd pêk hatiye. Komkujî piştî ku di heman demê de civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) lihev hatine civandin ji aliyê dewleta tirk ve bi balafirên şer pêk hatiye.[61][62] Di komkujiyê de 34 kurd bi bombebarana balafirên şer ji aliyê dewleta tirk ve hatine kuştin.[63][64]

Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê lêpirsîna komkujiyê de di hezîrana sala 2013an de di derbarê komkujiyê de biryara ne şopandinê daye û dosyayên di derbarê komkujiyê de ji Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî re şandiye.[65] Serdozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî di biryara xwe ya bi hincet a di 7ê çileya sala 2013an de wiha gotiye: "Hem gumanbar û hem jî personelên din ên leşkerî ku di bûyerê de wezîfedar bûne di çarçoveya biryarên TBMMê û Lijneya Wezîran de di çarçoveya bikar anîna fermanên qanûnê de erkên ku ji wan re hatine dayîn bi cih anîne" û biryara ne şopandina komkujiyê daye.[66]

Nakokiyên salên dawî û hewlên çareseriya pirsgirêka kurd

biguhêre

Şer û pêvçûn ên berdewam ên li Bakurê Kurdistan bi şerên gerîlayî ku ji aliyê gerîlayên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ku ji 15ê tebaxa sala 1984an vir ve hatiye despêkirin heya roja îro bê navber berdewam kiriye. Şerê gerîlayî bi çalakiya yekem ê ku ji aliyê yekem fermandarê hêzên gerîlayan Mahsun Korkmaz (Egît) di 15ê tebaxa sala 1984an de ku li dijî hêzên dewleta tirk pêk hatiye destpêkiriye.[67]

Şerê di navbera gerîlayên kurd û hêzên artêşa tirk heya niha bi qonax û awayên cihêreng di nav sinorên Bakurê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê berdewam kiriye. Ji sala 1984an vir ve ji xeynî hinek serdemên ku ji bo çareseriya înkara mafên kurdan li Bakurê Kurdistanê ku di navbera rayedarên dewleta tirk û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê de diyalog hatine despêkirin ku di van qonaxan de şer rawestiye, heya roja îro bê navber berdewam kiriye.

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di navbera rayedarên dewletê û aliyên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê gelek caran diyalog û pêvajoyên çareseriyê hatiye despêkirin. Pêvajoya çareseriyê ya ku bi gelek aliyan re hevdîtin hatibû pêk anîn di sala 2015an de pêk hatiye.[68] Pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka kurd ku di sala 2015an piştê hilbijartina gelemperî ya sala 2015an de bi hinek alozîyên bi guman, ji aliyê hikûmeta Recep Tayyip Erdoan ve hatiye bidawî kirin. Piştê bidawî kirina pêvajoya çareseriyê gelek siyasetmedarên kurd ku di nav wan de hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ hatine girtin[69][70] ku heya niha di girtîgehê de ne.

Di sala 2016an de li seranserê Bakurê Kurdistanê û li deverên din ên Tirkiyê gelek saziyên zimanî û çandî ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin. Di nav saziyan de ji xeynî saziyên çandî gelek saziyên medyayê ku di nav wan de gelek qenalên televîzyon û radyoyên kurdan hebûn hatine girtin. Yek ji van saziyên zimanî ku hatibû girtin Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû ku bi salan lêkolînên çandî û zimanî meşandibû.[71]

Polîtîka

biguhêre

Yekem partiyên siyasî

biguhêre

Piştî damezrandina Partiya Karkeren Kurdistanê ku bi damezrandina xwe re derbasê têkoşîna çekdarî bûye, yekem partiya siyasî yê li Bakurê Kurdistanê ku di qada sîvîl de dest bi sîyasetê kiriye Partiya Kedê ya Gel e ku di navbera salên 1990an û 1993an de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê siyaset kiriye.[72] Partiya Kedê ya Gel di 7ê hezîrana sala 1990an de ji aliyê hinek endamên Partiya Sosyal Demokrata a Gel (SHP) ya berê ku nav wan de 10 parlamenterên îstifakirî Abdullah Baştürk, Ahmet Turk, Cüneyt Canver, Kenan Sönmez, Salih Sümer, İsmail Hakkı Önal, Mehmet Ali Eren, Arif Sağ, İbrahim Ekmen Aksoy hebû hatiye damezrandin.[72]

Parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat a Gel ji ber ku hinek parlamenterên kurd û parlamenterên partiyê ku di cotmeha sala 1989an de li Parîsê beşdarî konferansa bi navê “Nasnameya Neteweyî ya Kurd û Mafên Mirovan” bûne di meha mijdara heman salê de ji partiyê hatibûn avêtin.

Partiya Demokrasiya Gel di 11ê gulana sala 1994an de hatiye damezrandin. Partî di hilbijartinên giştî ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên sala 1995an de milyonek û 171 hezar û 623 deng gel standiye. Di hilbijartinên giştî ya sala 1999an de 1 milyon û 482 hezar û 196 deng û di hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku sala 1999an de hatiye lidarxistin li Bakurê Kurdistanê 37 şaredarî bi dest xistiye.[73]

Partiya Demokrasiya Gel di 13ê adara 2003an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Komara Tirk ve bi hinceta "navenda çalakiyên derqanûnî" hatiye girtin. Serokê partîyê Murat Bozlak 46 siyasetmedarên kurd 5 sal bi qedexekirin siyasetê ji bo wan hatiye biryardayîn.[74] Heya niha li Bakurê Kurdistanê gelek partiyên siyasî yên kurd ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin û siyasetmedarên kurd bi dehan sal hatine zindanî kirin. Ji sala 1993an vir ve bi rêze ve Partiya Kedê ya Gel, Partiya Demokrasiyê, Partiya Demokrasiya Gel û Partiya Civaka Demokratîk ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin.[75][76]

Hilbijartinên giştî yên sala 2015

biguhêre
Di dema hilbijartina sala 2015an de hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ.
Rengê mor (binevşî) kursiyên HDPê li meclisê nîşan dide ku di hilbijartina sala 2015an de 80 parlamenter wergirtibû.

Heya hilbijartina sala 2015an de siyasetmedarên kurd ji ber rêjeya ji %10 heya sala 2015an bi awayeke serbixwe beşdarî hilbijartinan bûne. Di hilbijartina giştî ya sala 2015an ji aliyê siyasetmedarên kurd ve biryar hatiye dayîn ku wekê berbijarê partiyeke siyasî beşdarê hilbijartinan bibin[77] û di hilbijartina giştî de bi Partiya Demokratik a Gelan (HDP) beşdarî hilbijartinan bûne. Di heman hilbijartinê de bi hevserokatiya Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ Partiya Demokratik a Gelan serkevtineke dîrokî bidest xistiye ku ji %13 dengê giştî yên li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiye yê werdigire.[78] Partiya Demokratik a Gelan di hilbijartinê de ji Bakurê Kurdistanê û ji deverên din ên Tirkiyê 80 parlamenter werdigire û dibe sêyem partiya herî mezinê meclîsê.[78]

Ji ber ku di vê hilbijartinê de serokkomarê hikûmetê Recep Tayyip Erdogan bi tenê nabe desthilatdar encamên hilbijartinê qebûl nake û ji bo ku hilbijartin bê dubare kirin hikûmetê bi partiyên din re ava nekir. Piştî damezrandina hikûmeteke demkî ku ji aliyê meclîsa ve hatibû avakirin hilbijartin careke din dîsa di meha mijdara heman salê de hatiye lidarxistin. Di hilbijartina dubare de Partiya Demokratik a Gelan bi rêjeya %10,76 dengên giştî wergirtiye.[78] Piştê hilbijartinên giştî yên ku di sala 2015an de hatine lidarxistin zextên dewleta tirk li ser siyasetmedarên kurd û li dijî kurdan zêdetir dibe heya ku gelek parlamenterên kurd ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin berdewam kiriye. Tê texmîn kirin ku nêzîkî 10 hezar kurd ji ber nêrînên xwe yên siyasî ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin.

Girtina siyasetmedarên kurd 2015–2019

biguhêre

Di sala 2016an de ji bo ku siyasetmedarên kurd bêne girtin, girtina siyasetmedarên kurd ji aliyê Recep Tayyip Erdoğan ve bi caran hatiye rojevê û bi caran bangawazî li partiyên opozisyonê kiriye ji bo ku parlamenterên kurd bêne girtin li meclisê dengên xwe bidin. Piştre bi pejirandina Partiya Gel a Komarî ku di wê demê de Kemal Kılıçdaroğlu serokê partîyê bû parêzbendî ya (qanûneke taybet e ku tenê ji bo siyasetmedarên hilbijartî derbasdar e) siyasetmedarên kurd hatine rakirin. Piştî rakirina parêzbendiyên siyasetmedarên kurd ji 4ê mijdara 2016an ve gelek parlamenterên HDPê ku di nav wan de hevserokên giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene hatine girtin.[79] Li gorî rapora ku Partîya Demokratîk a Gelan ji bo Hefteya Mafên Mirovan amade kiriye, ji sala 2015an heya sala 2019an di serdegirtinên li dijî partiyê û pêkhateyên partiyê de 15 hezar û 530 kes hatine binçavkirin. Di nav kesên binçavkirî de 750 ji wan endam û rêveberên Partiya Demokratik a Gelan bi giştî 6 hezar kes hatine girtin.[80]

Desteserkirina şaredariyên bajaran 2016–2020

biguhêre

Tayînkirina qeyûman rêbazeke desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve tê bikaranîn.[81] Desteserkirina şarederiyên bajarên Bakurê Kurdistanê yekem car di sala 2016an de bi desteserkirina 24 şaredariyên bajar û navçeyên kurd pêk hatiye.[82] Di 19ê tebaxa sala 2019an de jî di saetên serê sibê de ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mızraklı, şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Türk û şaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji ser karên wan hatine avêtin. Piştî jikaravêtina şaredarên kurd bi awayeke bilez li cihê wan rayedarên dewleta tirk hatine bicih kirin.[83] Desteserkirin şaredariyan a sala 2020an ji 23ê adara sala 2020an despêdike ku şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan, li 3 bajarên mezin, 2 bajar, 29 navçe û li 3 bajarokan şaredarên kurd ji ser karên wan hatine avêtin. Bikaranîna qeyûman bi gelemperî çend meh piştê hilbijartinan pêk tên. Di pêvajoya desteserkirin şaredariyan de piştê ku şaredarên kurd ji ser karên wan hatine avêtin li cihê wan hemiyan rayedarên tirk hatine bicihkirin û gelek ji wan ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin. Tayînkirina qeyûman yek ji awayên desteserkirin a şaredariyan û girtina siyasetmedarên kurd e ku ji aliyê serokkomarê dewleta tirk Recep Tayyip Erdoğan ve tê bikaranîn.

 
Belavbûna zimanê kurdî li seranserê Kurdistanê, li Anatolya Navîn û li Xoresanê.

Zaravayê herî berfirehê zimanê kurdî kurmancî ye ku li seranserê Bakurê Kurdistanê ji aliyê kurdan ve tê axavtin. Li gel zaravaya kurmancî ya kurdî li hinek deverên Bakurê Kurdistanê zaravaya zazakî ya kurdî jî ji aliyê kurdan ve tê axavtin. Ji xeynî Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî li herêmeke berfirehê deşta Anatolyaya Navîn ji aliyê Kurdên Anatolya Navîn ve tê axaftin.

Zimanê kurdî zimanekî ji malabata hind û ewropî ye ku ji komeke zimanên kurdî pêk tê. Kurdî yek ji zimanên Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê ye ku li herêmeke berfireh tê axavtin. Li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî bi Alfabeya Hawarê tê nivîsandin ku Alfabeya Hawarê bi yekem hejmara kovara Hawar di 15ê gulana 1932an de dest bi weşanê kiriye ku heta 15ê tebaxa sala 1943an 57 hejmar hatiye weşandin. Alfabeya Hawarê ji aliyê nivîskar û demaziranêrê kovarê Mîr Celadet Bedirxan ve hatiye çêkirin.

Polîtîkayên asîmîlasyonê

biguhêre

Bi avakirina dewleta tirk re zimanê kurdî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qedexekirin û xebatên zimanê kurdî hatine astengkirin. Bi caran hişyariyên trafîkê ku aliyê şaredariyan ve bi kurdî hatine nivîsandin ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve hatine jêbirin.[84] Bi caran sazî û dibistanên taybet ên ku bi zimanê kurdî perwerdahî dane zarokan ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin. Hemî saziyên medyayê ku bi zimanê kurdî weşan kirine hatine girtin û gelek rojnamevanên ku di saziyan de xebitîn e hatine girtin.[85]

Demografî

biguhêre

Nifûsa herî zêde yê Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê dijîn. Li hemberê hemî zextên koçberiyê ya valakirina gundan û guhertinên demografîk ku bi sedsalan e berdewam dike tê texmîn kirin ku li Bakurê Kurdistanê di navbera 19-20 milyon kurd dijîn. Heya niha bi awayeke zelal hêjmara kurdan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê rayedarên tirk ve nehatiye eşkerekirin û nifûsa rastîn a kurdan her dem hatiye veşartin.

Ji xeynî nifûsa heyî ya li Bakurê Kurdistanê hêjmareke zêde yê ku nêzîkî 10 milyon kurd tê texmîn kirin di dîrokên cihêreng de koçê bajarên din ên Tirkiyeyê bûne. Tevahiya nifûsa Bakurê nêzîkî 30 milyon kes tê texmîn kirin. Nifûsa herî zêde yê li derveyî Bakurê Kurdistanê koçê bajarê Stembolê bûne ku nifûsa wan di navbera 3 û 4 milyon kes de hatiye texmîn kirin.[86]

Binpêkirinên mafên mirovan

biguhêre

Ji sala 1990an vir ve li Bakurê Kurdistanê gelek caran li dijî zarokan û girtiyên siyasî yên kurd di pêvajoyên binçavkirinê de ji aliyê hêzên dewleta tirk ve rastî xirabkarî, îşkence û binpêkirinên giran ên mafên mirovan hatine. Di dîrokên cihêreng de gelek zarokên kurd û kesên sivîl an jî siyasetmedarên kurd ji aliyê hêzên dewletê ve rastî îşkence û muameleya xirab hatine. Zarok rasterast bûne hedefa leşker û polîsên dewleta tirk ku hinek ji wan di encama êrişan de jiyana xwe jidest dane.[87] Zarokên ku kuştina wan ketine rojevê Uğur Kaymaz, Ceylan Önkol û Cemile Çağırga ye ku di dîrokên cihêreng de hatine kuştin.[88] Li gorî daneyên heyî di navbera salên 1992 û 2022an de li Bakurê Kurdistanê herî kêm 350 zarokên kurd ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine kuştin.[87]

Di serdemên dawî de binpêkirinên mafên mirovan ji sala 2015an vir bi awayeke berbiçav her ku çûye zêde bûye. Ji ber ku guh nedaye hişyariya rawestandina polêsên tirk di sala 2016an de li Bakurê Kurdistanê 5 zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin.[89] Dîsa di heman salê de di dema şerê çekdarî de 22 zarok ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine kuştin. Dîsa ji ber bikaranîna çekan 12 zarok birîndar bûn an jî bi awayeke mayîn de şopên birînan li ser laşê wan mane.[89] Di sala 2016an de bi ji ber xwepêşandanên civakî di serdegirtina malan de 40 zarok hatine binçavkirin û hatine girtin. Îşkence û muameleya xerab a li dijî zarokên ku di demên qedexeyên derketina derve de hatin binçavkirin, hatine dîtin.[89] Di dema binçavkirinê de herî kêm 6 zarok rastî îşkenceyê hatine û herî kêm 6 zarokên din jî li derve û li kolanan rastî tundûtîjiya hêzên dewleta tirk hatine.[89]

Bakurê Kurdistanê çavkaniya çanda muzîka kevneşopî ya dengbêjî ye. Dengbejên navdar ên kurd Şakiro, Reso û Huseyno ji Bakurê Kurdistanê ne. Di navbera salên 1982 û 1991ê gotin û tomarkirina muzika kurdî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qedexekirin.[90] Ji ber zextên li ser zimanê kurdî û zindanî kirina wan hunermendên kurd neçar dimînin ku koçê welatên ewropî bin. Hunermendên kurd ên navdar ên wekê Şivan Perwer, Kawa, Dîno, Diyar û gelek hunermend û stranbêjên kurd heya roja îro ji ber ihtîmala girtin û zindanî kirina wan nikarin vegerin Bakurê Kurdistanê.

Muzîka kurdî ya kevneşopî ji aliyê çandî ve ji muzîka erebî, farisî û tirkî cuda ye û helbestên muzîka kurdî bi piranî ji aliyê kesên anonîm (nenas) ve hatine nivîsandin. Muzîka kurdî di warê tematîk de karakterek melankolîk û elejîk bû lê bi demê re melodiyên dilgeş û şad hatine afirandin. Folklora Kurdî ji sê cureyên wekê dengbêj, hozan û ji stranbêjên gelêrî pêk tên.

Hinek çavkanî Elî Herîrî (1425–1495) wekê yekem helbestvanê navdar ku bi kurdî nivîsiye dibînin.[91] Wêjevanên navdar ên din ên ji Bakurê Kurdistanê Şerefxanê Bidlîsî ye ku nivîskarê Şerefnameyê ye û Ehmedê Xanî ye ku destana netewî ya kurdî Mem û Zîn nivîsandiye.[92] Wêjevanên kurd Ebdulsemedê Babek di sedsala 10an de, Elî Herîrî di sedsala 11an de jiyan kirine û wêjevanên din jî di navbera sedsalên 15an û 17an de jiyan kirine û bi zaravayê kurmancî nivîsandine. Di vê serdemê de navenda wêjeya kurdan Mîrektiya Botanê û paytexta mîrektiyê navçeya Cizîrê bû.[93] Bi navçeya Cizîrê re bajarên Silêmanî û Sine navendên din ên girîng ên wêjeya kurdî bûn.

Yekem helbestvanên kurd ên naskirî Ebdulsemedê Babek, Elî Herîrî, Melayê Batê, Ehmedê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ne. Di sedsalên 19 û 20an de wêjeya kurdî li gel zimanê kurdî, bi taybetî wêjeya kurdî ya nivîskî eleqeyeke mezin û geşedaneke mezin dibîne. Çapemeniya kurd a ku bingehê çapemeniyê di sedsala 19an de hatiye avêtin di warê geşedana wêjeya kurdî de xwedî cihekî girîng e.[94] Yekem kovara kurdî bi navê Kurdistan di sala 1898an de li paytextê îro ya Misirê li Qahîreyê derketiye.[94]

Piraniya kurdên Bakurê Kurdistanê misilmanên sunî ne lê hêjmareke girîng kurdên elewî jî hene. Piraniya zêde yê kurdan ji mezheba şafî ne lê bi kêmasî jî kurdên girêdayî mezheba hanêfî jî hene.[95][96]

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Explore Turkish Kurdistan". The Kurdish Project (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  2. ^ "Me xwestiye ku em bi rojnameyan xwe bigihîjin civaka kurd". Bianet (bi tirkî).
  3. ^ admin (6 kanûna paşîn 2023). "Çi hat serê gelên ku 30 sal berê gundên wan hatin valakirin û bi darê zorê hatine koçberkirin?". 9.Köy (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  4. ^ Derneği, İnsan Hakları. "Polotîkaya jicihkirina bi darê zorê – Komeleya Mafên Mirovan" (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  5. ^ "'Em tabûra şewitandina gundan bûn, di sala 1994an de me 30 gund şewitand'". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  6. ^ Yılmaz, Y.; Güner, Y.; Şaroğlu, F. (1 çiriya pêşîn 1998). "Geology of the quaternary volcanic centres of the east Anatolia". Journal of Volcanology and Geothermal Research. 85: 173–210. doi:10.1016/S0377-0273(98)00055-9. ISSN 0377-0273.
  7. ^ "Lake Van | Turkey, Map, History, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2024.
  8. ^ Cheterian, Vicken (2015). Open Wounds: Armenians, Turks and a Century of Genocide. Oxford and New York City: Oxford University Press. p. 65. ISBN 978-1-84904-458-5. As a result of policies such as these, the expression Armenian Plateau, which had been used for centuries to denote the mountainous highlands around Lake Van and Lake Sevan, was eliminated and replaced by the expression 'eastern Anatolia'.
  9. ^ "Taurus Mountains | mountains, Turkey | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  10. ^ "Dîroka Bakurê Kurdistanê". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 gulan 2020. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "All Posts". World Monuments Fund (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2024.
  12. ^ "The Archaeological Site of Göbeklitepe - UNESCO World Heritage Centre". web.archive.org. 31 adar 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 31 adar 2018. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ ""An Ancient Valley Lost to 'Progress'"".
  14. ^ Chow, Y. W.; Pietranico, R.; Mukerji, A. (27 çiriya pêşîn 1975). "Studies of oxygen binding energy to hemoglobin molecule". Biochemical and Biophysical Research Communications. 66 (4): 1424–1431. doi:10.1016/0006-291x(75)90518-5. ISSN 0006-291X. PMID 6.
  15. ^ Anderson, T. R.; Slotkin, T. A. (15 tebax 1975). "Maturation of the adrenal medulla--IV. Effects of morphine". Biochemical Pharmacology. 24 (16): 1469–1474. doi:10.1016/0006-2952(75)90020-9. ISSN 1873-2968. PMID 7.
  16. ^ "Levantine Polities under Mittanian Hegemony". Constituent, Confederate, and Conquered Space: 11. 2014.
  17. ^ Kloekhorst, Alwin; Waal, Willemijn (1 kanûna pêşîn 2019). "A Hittite Scribal Tradition Predating the Tablet Collections of Ḫattuša?". Zeitschrift für Assyriologie und vorderasiatische Archäologie (bi almanî). 109 (2): 189–203. doi:10.1515/za-2019-0014. ISSN 1613-1150.
  18. ^ Kloekhorst, Alwin (2020). "The Authorship of the Old Hittite Palace Chronicle (CTH 8): A Case for Anitta". Journal of Cuneiform Studies (bi îngilîzî). 72: 143–155. doi:10.1086/709313. ISSN 0022-0256.
  19. ^ Gershevitch, Ilya, edîtor (1985). The Cambridge history of Iran. 2: The Median and Achaemenian periods / ed. by Ilya Gershevitch (Çapa 6. print). Cambridge: Cambridge Univ. Pr. ISBN 978-0-521-20091-2.
  20. ^ Dandamaev, M. A.; Lukonin, Vladimir Grigorʹevič; Kohl, Philip L.; Dandamaev, M. A. (2004). The culture and social institutions of ancient Iran (Çapa 1). Cambridge: Cambridge Univ. Press. ISBN 978-0-521-61191-6.
  21. ^ "The Median Confederacy". King of the Seven Climes: 39. 2021.
  22. ^ Stein, J. M. (15 îlon 1975). "The effect of adrenaline and of alpha- and beta-adrenergic blocking agents on ATP concentration and on incorporation of 32Pi into ATP in rat fat cells". Biochemical Pharmacology. 24 (18): 1659–1662. doi:10.1016/0006-2952(75)90002-7. ISSN 0006-2952. PMID 12.
  23. ^ ʻAṭāʼ, Wāṣil ibn (1988). Wasil ibn 'Ata' als Prediger und Theologie (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-08369-1.
  24. ^ a b c Özoğlu, Hakan (2004). Kurdish notables and the Ottoman state: evolving identities, competing loyalties, and shifting boundaries. SUNY series in Middle Eastern studies. Albany, NY: State Univ. of New York Press. ISBN 978-0-7914-8556-9.
  25. ^ "Saladin Biography". web.archive.org. 30 tebax 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 tebax 2017. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  26. ^ "From Saladin to the Mongols : the Ayyubids of Damascus, 1193-1260 | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
  27. ^ Bhagwat, V. M.; Ramachandran, B. V. (15 îlon 1975). "Malathion A and B esterases of mouse liver-I". Biochemical Pharmacology. 24 (18): 1713–1717. doi:10.1016/0006-2952(75)90011-8. ISSN 0006-2952. PMID 14.
  28. ^ "Kurdistan | History, Religion, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  29. ^ "Learn About Kurdish History". The Kurdish Project (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  30. ^ "Timeline: The Kurds' Quest for Independence". Council on Foreign Relations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  31. ^ "Who Are the Kurds?". Institutkurde.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  32. ^ "The Government of the Republic of Western Armenia (Armenia) – Official website". gov-wa.nt.am. Ji orîjînalê di 15 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  33. ^ Olson, Robert; Rumbold, Horace (1989). "The Koçgiri Kurdish Rebellion in 1921 and the Draft Law for a Proposed Autonomy of Kurdistan". Oriente Moderno. 8 (69) (1/6): 41–56. ISSN 0030-5472.
  34. ^ a b Olson, Robert W. (1991). The emergence of Kurdish nationalism and the Sheikh Said Rebellion, 1880 - 1925 (Çapa 1. paperbacj printing). Austin: Univ. of Texas Press. ISBN 978-0-292-77619-7.
  35. ^ Özoğlu, Hakan (2004). Kurdish notables and the Ottoman state: evolving identities, competing loyalties, and shifting boundaries. SUNY series in Middle Eastern studies. Albany, NY: State Univ. of New York Press. ISBN 978-0-7914-5993-5.
  36. ^ Meiselas, Susan; Bruinessen, Martin van, edîtor (2008). Kurdistan: in the shadow of history (Çapa 2). Chicago: The Univ. of Chicago Press. ISBN 978-0-226-51928-9.
  37. ^ "Rumbold, Sir Horace, eighth baronet (1829–1913)". Oxford Dictionary of National Biography. Oxford University Press. 6 sibat 2018.
  38. ^ a b Olson, Robert W. (1991). The emergence of Kurdish nationalism and the Sheikh Said Rebellion, 1880 - 1925 (Çapa 1. paperbacj printing). Austin: Univ. of Texas Press. ISBN 978-0-292-77619-7.
  39. ^ Chaliand, Gérard, edîtor (1993). A people without a country: the Kurds and Kurdistan (Çapa Rev). London: Zed Books. ISBN 978-1-85649-194-5.
  40. ^ Bak, János M.; Benecke, Gerhard (1984). Religion and rural revolt: papers presented to the. Interdisciplinary workshop on peasant studies. Manchester: Manchester university press. ISBN 978-0-7190-0990-7.
  41. ^ a b "Treaty of Lausanne - World War I Document Archive". wwi.lib.byu.edu. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
  42. ^ a b c "100 saliya Komarê û siyaseta zimanê kurdî". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 çiriya pêşîn 2024.
  43. ^ Hannum, Hurst (1996). Autonomy, sovereignty, and self-determination: the accommodation of conflicting rights (Çapa Rev). Philadelphia: University of Pennsylvania Press. ISBN 978-0-8122-1572-4.
  44. ^ Baser, Dr Bahar (28 adar 2015). Diasporas and Homeland Conflicts: A Comparative Perspective (bi îngilîzî). Ashgate Publishing, Ltd. ISBN 978-1-4724-2562-1.
  45. ^ Walī, ʿAbbas, edîtor (2003). Essays on the origins of Kurdish nationalism. Kurdish studies series. Costa Mesa, Calif: Mazda Publishers. ISBN 978-1-56859-142-1.
  46. ^ Strohmeier, Martin (2003). Crucial images in the presentation of a Kurdish national identity: heroes and patriots, traitors and foes. Social, economic, and political studies of the Middle East and Asia. Leiden Boston, MA: Brill. ISBN 978-90-04-12584-1.
  47. ^ Houston, Christopher (2008). Kurdistan: crafting of national selves. Bloomington, Ind: Indiana Univ. Press. ISBN 978-0-253-22050-9.
  48. ^ a b Allsopp, Harriet (2014). The Kurds of Syria: political parties and identity in the Middle East. Library of modern Middle East studies. London: Tauris. ISBN 978-1-78076-563-1.
  49. ^ Jwaideh, Wadie (2009). The Kurdish national movement: its origins and development. Contemporary issues in the Middle East (Çapa 1. ed., [Nachdr.]). Syracuse, New York: Syracuse Univ. Press. ISBN 978-0-8156-3093-7.
  50. ^ Sayan, Celal (2002). La construction de l'état national turc et le mouvement national kurde, 1918-1938 (bi fransî). Presses universitaires du septentrion. ISBN 978-2-284-03546-6.
  51. ^ Tan, Altan (2011). Kürt sorunu. Timaş yayınları Düşünce dizisi (Çapa 10. baskı). İstanbul: Timaş yayınları. ISBN 978-975-263-884-6.
  52. ^ Selek, Pınar (2004). Barışamadık. Tarih-toplum-kuram. İstanbul: İthaki. ISBN 978-975-8725-95-3. OCLC 57505724.
  53. ^ Kalman, M. (1997). Belge, tanık ve yaşayanlarıyla Ağrı direnişi, 1926-1930 (Çapa 1. baskı). Aksaray, İstanbul: Pêrı̂ Yayınları. ISBN 978-975-8245-01-7.
  54. ^ Ris, M. M.; Deitrich, R. A.; Von Wartburg, J. P. (15 çiriya pêşîn 1975). "Inhibition of aldehyde reductase isoenzymes in human and rat brain". Biochemical Pharmacology. 24 (20): 1865–1869. doi:10.1016/0006-2952(75)90405-0. ISSN 0006-2952. PMID 18.
  55. ^ a b Sovyetler Birliği Bilimler Akademisi, Doğu Bilimler Enstitüsü ve Ermenistan Sovyet Sosyalist Cumhuriyeti Bilimler Akdemisi, Doğu Bilimler Enstitüsü Kürt Komisyonu (1998). Celil, Celîle; Gasaratyan, M. A.; Aras, M. (edîtor). Yeni ve yakın çağda Kürt siyaset tarihi (Çapa 3. baskı). İstanbul: Pêrî Yayınları. ISBN 978-975-8245-06-2.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  56. ^ Ayata, Bilgin; Hakyemez, Serra (1 adar 2013). "The AKP's engagement with Turkey's past crimes: an analysis of PM Erdoğan's "Dersim apology"". Dialectical Anthropology (bi îngilîzî). 37 (1): 131–143. doi:10.1007/s10624-013-9304-3. ISSN 1573-0786.
  57. ^ Strasser, Sabine; Akçınar, Mustafa (2016). Nowicka, Magdalena; Šerbedžija, Vojin (edîtor). Dersim Across Borders: Political Transmittances Between the Kurdish-Turkish Province Tunceli and Europe (bi îngilîzî). London: Palgrave Macmillan UK. rr. 143–163. doi:10.1057/978-1-137-60126-1_7. ISBN 978-1-137-60126-1.
  58. ^ "1937-1938'de Dersim'de neler oldu?" Taraf Gazetesi". web.archive.org. 22 gulan 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 gulan 2010. Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  59. ^ Deniz, Dilşa (4 îlon 2020). "Re-assessing the Genocide of Kurdish Alevis in Dersim, 1937-38". Genocide Studies and Prevention: An International Journal. 14 (2). doi:10.5038/1911-9933.14.2.1728</p>. ISSN 1911-0359.
  60. ^ "1938 Dersim: Bir belge de Nazımiye Nüfus Müdürlüğü'nden!". Baskın Oran (bi tirkî). 28 tebax 2014. Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2024.
  61. ^ "The Kurds and Turkey: Massacre at Uludere | The Economist". web.archive.org. 5 tebax 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 tebax 2012. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  62. ^ "US Defense: "No comment about intelligence in Roboski massacre", Turkey denies report on U.S. help". web.archive.org. 28 gulan 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 gulan 2012. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  63. ^ "Turkish air strikes kill dozens of villagers near Iraq border | World news | The Guardian". web.archive.org. 1 çiriya pêşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 çiriya pêşîn 2013. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  64. ^ "Concerns raised about obscuring evidence in Uludere killings - Today's Zaman, your gateway to Turkish daily news". web.archive.org. 21 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê di 21 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.
  65. ^ "Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê biryara neşopandinê da - Radikal". web.archive.org. 24 îlon 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 îlon 2015. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  66. ^ "Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî ya Qilabanê ve hat dayîn". web.archive.org. 1 îlon 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 îlon 2018. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  67. ^ Gunter, Michael M. (15 gulan 1997). The Kurds and the Future of Turkey (bi îngilîzî). Palgrave Macmillan. ISBN 978-0-312-17265-7.
  68. ^ "İşte 63 isimden oluşan akil insanlar listesi... - CNN TÜRK". web.archive.org. 20 sibat 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 sibat 2015. Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  69. ^ "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". web.archive.org. 5 adar 2023. Ji orîjînalê di 5 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2024.
  70. ^ "Führende Kurden-Politiker festgenommen – DW – 04.11.2016". dw.com (bi almanî). Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2024.
  71. ^ "Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin". Evrensel. 2016.
  72. ^ a b "Halkın Emek Partisi - MİLLİYET GAZETE ARŞİVİ". web.archive.org. 4 sibat 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 sibat 2015. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  73. ^ "Dadgeha Mafê Mirovan Doza HADEPê pejirand". web.archive.org. 8 nîsan 2009. Ji orîjînalê di 8 nîsan 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.
  74. ^ "Radikal-çevrimiçi / Türkiye / HADEP kapatıldı". web.archive.org. 17 nîsan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 nîsan 2015. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  75. ^ "Ji HEP'ê heta HDP'ê Partiyên Kurdan girtin". VOA Türkçe (bi tirkî). 20 adar 2021. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.
  76. ^ Bayır, Berfin (12 çiriya pêşîn 2023). "Ji sala 1991ê û vir ve 11 partî hatin avakirin, 5 partî ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin". Medyascope (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.
  77. ^ "Demirtaş: HDP seçimlere parti olarak girecek - Politika Haberleri - Radikal". web.archive.org. 31 tebax 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 31 tebax 2015. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  78. ^ a b c "Hilbijartinên 7ê hezîranê: Li Tirkiyeyê di serdema beriya hilbijartinên 1ê mijdara sala 2015an û piştî wê de çi qewimî?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 16 îlon 2024. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.
  79. ^ "Di vê pêvajoyê de ji rakirina parêzbendiyan heta kêmkirina kursiyên parlamentoyê çi qewimî?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 5 hezîran 2020. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.
  80. ^ "Rapora binpêkirina mafan a HDPê: 15 hezar kes hatine binçavkirin, 6 hezar kes hatine girtin". Evrensel.
  81. ^ "Li Amed, Mêrdîn û Wanê qeyûm hatin avêtin". web.archive.org. 19 tebax 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 tebax 2019. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  82. ^ "Li 28 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2024.
  83. ^ "Li 4 şaredariyên HDPê qeyûm hatin tayînkirin". web.archive.org. 26 adar 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 adar 2020. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  84. ^ "Nivîsên bi kurdî bi talîmatên wezaretê hatine jêbirin". Evrensel.
  85. ^ "Rojnameya Kurdî ya girtî Welat dest bi weşanê kir". Artı Gerçek (bi tirkî). 27 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 30 çiriya pêşîn 2024.
  86. ^ "Kurds in Turkey | Religious Literacy Project". web.archive.org. 22 nîsan 2019. Ji orîjînalê di 22 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 çiriya pêşîn 2024.
  87. ^ a b "Li welatê zarok têne kuştin". Evrensel. Roja gihiştinê 11 çiriya pêşîn 2024.
  88. ^ "Dayika Cemîle Çagirga: 'Ew şevê bi cenazeyê keça min di hembêza min de bû, razam". BBC News Türkçe (bi tirkî). 13 îlon 2015. Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2024.
  89. ^ a b c d Vertex. "Raporên binpêkirina mafên mirovan". ihddiyarbakir.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2024.
  90. ^ Korpe, Marie, edîtor (2004). Shoot the singer! music censorship today. London: Zed Books. ISBN 978-1-84277-505-9.
  91. ^ "The Kurdish Language and Literature". Institutkurde.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 çiriya pêşîn 2024.
  92. ^ "Mem u Zîn – A Classic Kurdish Epic from the 17th-Century". ifkurds.de (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 çiriya pêşîn 2024.
  93. ^ Uzun, Mehmed; Blau, Joyce (2015). Kürt edebiyatına giriş. İthaki yayınları (Çapa 9. baskı). İstanbul: İthaki. ISBN 978-975-273-251-3.
  94. ^ a b Chyet, Michael L. (2018). The Future of the Kurdish Language: an Egalitarian Scenario. Institut français d’études anatoliennes. rr. 169–179. ISBN 978-2-36245-068-6.
  95. ^ Houston, Christopher (2005). Ember, Melvin; Ember, Carol R.; Skoggard, Ian (edîtor). Creating a Diaspora within a Country: Kurds in Turkey (bi îngilîzî). Boston, MA: Springer US. rr. 403–414. doi:10.1007/978-0-387-29904-4_40. ISBN 978-0-387-29904-4.
  96. ^ "Southern Kurdistan during the last phase of Ottoman control: 1839–1914: Journal of Muslim Minority Affairs: Vol 17, No 2". web.archive.org. 7 çiriya pêşîn 2023. doi:10.1080/13602009708716377. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve

biguhêre