Oxlê
Oxlê (bi tirkî: Çat) navçeyeke parêzgeha Erziromê ye. 52 km ji Erziromê dûr dikeve.
Navçeya Oxleyê Çat | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom (parêzgeh) |
Serbajar | Oxlê |
Qeymeqam | Hasan Balcı |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 41 gund |
Gelhe (2008) | 20.756[1] kes |
Rûerd | 1.386 km2 |
Berbelavî | 15 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 4.727 kes |
Koordînat | 39°36′42″Bk 40°58′39″Rh / 39.61167°Bk 40.97750°Rh |
Bilindayî | 1.920 m |
Koda postayê | 25750 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
Di sala 1954'î de bûye navçe. Berê li cihê ku navçe lê ye bi navê Avî gundekî hebû. Ji ber wê hin caran wekî Avî jî tê binavkirin. Navê Avî di salên 70'î de bêî îlankirin ji nişkave hate qedexekirin. 42 gund û 6 mezreyên wê hene. Lê mezreyên wê ji aliyê dewletê ve bi fermî nayên pejirandin. Ev yeka han, baweriyê bi statîstîkên fermî yên dewleta Tirk kêm dike.
Hin agahiyên bikêrBiguhêre
- Rûber: 1.386 km²
- Bilindahî ji rûyê avê: 1.960 m
- Gelhe: Gorî dewleta Tirk li navçeyê bi tevayî 26.157 kes dijîn. Lê kesên ku di nasnameya wan de Çat dinivîsîne dîsa gorî çavkaniyên fermî 126.845 (sala 2000'î) kes in. Tê payîn ku dewlet etnopolîtîkayê dimeşîne û hejmara Kurdan kêm dide nîşandan.