Komkujiya Geliyê Zîlan 1930
Komkujiya Geliyê Zîlan yan jî Birîna Geliyê Zîlan komkujiyeke mezin e ku li Geliyê Zîlan a bakurê Erdîşê û li gundên deverê geliyê pêk hatiye. Komkujî di 12 an 13ê tîrmeha sala 1930an de destpêkiriye û bi şêwazên cihêreng ên ku di nav de bi şewitandin ên komî ya mirovan, bi îşkencekirinan û bi komkujiyên komî bi hezaran kurd ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatine kuştin. Komkujiya herî mezin li Geliyê Zîlan pêk hatiye ku kurdên ji gundên geliyê û ji gundên deverê hatine komkirin ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn li Geliyê Zîlan bi awayeke girseyî hatine kuştin. Li gorî rojnameya Cumhuriyetê 15.000 kurd li Geliyê Zîlan hatine kom kirin û hemî hatine kuştin. Her çiqas hêjmara temamî ya kurdên ku di komkujyan de hatine kuştin ne diyar be jî lê nivîskarê kurd Hesen Hîşyar Serdî hêjmara qurbaniyên ku li seranserê herêma ku lê komkujî pêk hatiye hatine kuştin wekê 47.000 kes diyar kiriye. Komkujiya Geliyê Zîlan ji aliyê milên 7em û 9em ê artêşa Tirkiyeyê ve ku di wî demê di bin fermandariya Ferîk Salih Omurtak de bû pêk hatiye.[1][2]
Komkujiya Zîlan | |
---|---|
![]() Sernivîsa rojnameya Cumhuriyetê di 13ê tîrmehê 1930an de wiha dinivîse: Qirrkirin destpêkir, xelkê Geliyê Zîlanê bi giştî hatin qirrkirin. | |
Cih | Geliyê Zîlan, Erdîş, Wan, Bakurê Kurdistanê |
Dîrok | Tîrmeha sala 1930an |
Hedef | Kurdên sivîl |
Cureyê êrîşê | Êrîşên çekdarî |
Mirî | 15.000 – 47.000 |
Êrîşkar | Artêşa Tirkiyeyê |
Lêpirsîn | Bi dawî bûye |
biguhêre![]() |
Ji ber ku hêjmara kesên ku di van komkujyan de hatine kuştin hatiye veşartin ji aliyê çavkaniyên cihêreng ve hêjmarên cihêreng hatine parvekirin. Hinek çavkaniyan tenê behsa komkujiyên lokal ên ku bi tenê li gundan pêk hatiye dike. Li gorî çavkaniyên ku behsa komkujiyên di nav gundan de dikin kurdên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li gundan hatine kuştin hêjmara wan di navbera 4.500 û 5.000an de ye. Li gorî çavkaniya rojnameya Cumhuriyetê di Geliyê Zilan de 15.000 kurd hebûn û bi temamî hatine qirkirin.[3] Li gorî nivîskarê kurd Hesen Hîşyar Serdî li seranserê herêma ku lê komkujî pêk hatiye 47.000 kurd ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kuştin.[4]
Beriya ku komkujî pêk were ji aliyê artêşa Tirkiyeyê nexşeya topografî ya herêmê hatiye xêzkirin û lêkolîneke erdnîgarî hatiye kirin ku bi vî awayî geliyên kûr ên ji bo komkujiyan hatine tespîtkirin. Ji bo komkujiyan pêk bînin cihê herî guncav milên Geliyê Zîlan hatine diyarkirin.[5]
Komkujî navê xwe ji qirkirinên komî yên li Geliyê Zîlan werdigire ku komkujiya herî girseyî li vir pêk hatiye. Ji xeynî Geliyê Zîlan li gelek gundên deverê komkujî pêk hatine ku di nav wan de jin, zarok û extiyar jî hebûn di dema vê komkujyê de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kuştin.[5]
Komkujî
biguhêreBeriya ku komkujî pêk were artêşa tirk bi alîkariya hevkarên xwe yên li herêmê bi propagandayên nerast ên wekê "efû ji kurdan re derketiye", "leşker tên li gundiyan şîret dikin" xelkên gundewarî dixapînin û nahêlin ku gel ji gundên ku baweriya xwe bi wan tînin derkevin. Kesek bi navê Mele Mihemed ku ji dewletê re sixûriyê dikir beriya ku here Erdîşê ji gundiyên gundê Bonuzilî re gotiye "Divê kes neçe cihekî. Gava leşkerên Derwiş Beg hatin, çend dewar û pez serjê bikin, goşt û savar çêkin ku leşker bixwin."[6]
Abdurrahman Gürbüz ku yek ji şahidê komkujiyê ye ku ji komkujiyan filitiye di hevpeyvînekê de di derbarê komkujiya Geliyê Zîlan de wiha gotiye:[6]
"Em ji tirsan reviyan û me xwe di nava geniman de veşart. Leşkeran bi xwe re du gundî anîbûn. Gundiyên ku bi leşkeran re hatibûn bang li gel kirin û gotin, "Efû derketiye, ji cihên xwe derkevin werin." Gundiyên ku xwe di nav geniman de veşartibûn derketin û çûn ba leşkerên tirk. Serfermandarê leşkeran pirsî kesên veşartî mane? Gundiyan jê re gotin ku hê hinek kes mane. Piştre careke din dîsa gazî kirin ji xeynî me hemî û kesên din ên ku xwe veşartibûn derketin û diçin ba leşkeran. Gundiyek ji destê leşkerên tirk revî xwe xilaskir û gundiyên din ji aliyê leşkerên ve destên wan bi hev ve hatin girêdan û wan ber bi Erdîşê ve birin"
— Şahid Abdurrahman Gürbüz, 2020
Tirkiyeyê ji bo komkujyê ji 8ê tîrmeha 1930an ve ji bo operasyona qirkirina kurdên li herêmê artêşa 7em û artêşa 9em û 80 balafirên şer bikar aniyê.[7] Dîroka komkujiyê ji aliyê artêşa tirk ve wekê 13ê tîrmeha sala 1930an hatibû plankirin lê Yusuf Mazhar ku nûçegihanê taybet ê rojnameya Cumhuriyetê (rojnameya herî zêde ya Tirkiyeyê bû ku di salên 1930 û 1940î de dihat xwendin) di 12ê tîrmeha sala 1930an de bi telefonê ragihandiye ku "qirkirinên li gundên derdora Çiyayê Sîpanê, gundên Erdîşê û Geliyê Zîlanê temam bûye."[7][8]
Li gorî çavkaniyan ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve bi xencerên serê tivingan zarokên dergûş hatine kuştin.[9] Li gel komkujyan di heman demê de gundên kurdan ku tê de komkujî qewimîne hatine talan kirin û hatine şewitandin.[9] Li gorî hevpeyvînên bi şahidên komkujiyan re, ji bo gustîleke zîv tiliya keçeke ciwan ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye jêkirin.[9] Ji xeynî komkujyê girseyî ya ku di newala Geliyê Zîlan de pêk hatiye li gundên deverê bi awayeke komî kurd hatine kuştin.[9] Li seranserê ku komkujî pêk hatiye 44 gund hatine şewitandin[6][10] û li hinek gundên deverê kurd di nav avahiyên wan de bi saxî têne şewitandin.[6]
Li gorî şahidekî komkujyê Abdulbaki Çelebi li Birhanê gelek gundî di nav avahiyên xwe de bi saxesaxî hatine şewitandin. Şahidê komkujiya gundê Birhanê Abdulbaki Çelebi wiha dibêje:[6]
"Leşkerên tirk agir berdabûn gundê Birhanê. Ji gundê me Hecî Hamît di wê demê de reviyaye û xwe di nava zeviyan de vedişêre û digihîje gundê Bîrhanê. Ew dibîne ku hemî gundî dixin nav avahiyên wan û piştre agir berdidin wan û wan bi saxî şewitandin. Hecî Hamît sond xwar û got; "Min di ber deriyê mala Mehmed Salihê Xelê nêrî, di hundir de 4-5 cinaze hebûn ku şewatî bûn. Yek ji wan Qasoyê kurê Feqî Mehemed bû û yek ji wan jî jina bi navê Baran bû. Rewşa avahiyên din jî wisa bû, min di nav wan de 9-10 kesên di nav avahiyan de hatibûn şewitandin nas kir. Hinek cinazeyên gundiyan ewqas şewitîbûn ku bêhna goştê şewitî li gund belav bibû."
— Şahid Abdulbaki Çelebi, 2020
Geliyê Zîlan ji du milan wekê Geliyê Zîlan û Geliyê Hacîderê pêk tê. Gundên Geliyê Zîlan ev in; Komir, Zorava, Kaşesor, Eqis, Bazengê, Xarxus, Îlanî, Hacikaş, Çakirbey, Hesenabdal û Qerekîlîs e. Gundiyên di van gundan de gundan kom bi kom girtine, wan bi werîsan girêdane û bi çekên giran gulebaran kirine û kuştine. Gundiyên ku li vir hatine kuştin bi piranî ji eşîrên Bekirî û Hemoyîyan bûn. Li Geliyê Haciderê jî ji gundên wekî Bonizlî, Konduk, Sicalî, Ardoxan, Mixarê, Soqitlî, Kerx pêk tên. Piraniya wan jî ji eşîra Haciderê bûn ku di nav wan de jin, zarok û extiyar jî hebûn bi temamî ji aliyê artêşa tirk ve hatine kuştin û hemî gund hatine şewitandin. Kesên din ên ku ji herêmê hatine kom kirin di Geliyê Zîlan de hatine qetilkirin. Li gorî Mele Heyder Varli hejmara kesên hatine qetilkirin 15 hezar û 170ê kes bûn. Di rojnameya Cumhuriyetê ya di roja 16ê tîrmeha sala 1930an de bi sernavê ‘kesên hatine qirkirin’ wiha gotiye: “Gund û gundiyên ku alîkariya eşqiyayan kirine bi temamî hatine şewitandin û gundî jî hinek hatine qirkirin û hinek ji wan jî sewqî Erdîşê tê kirin.
Komkujî ji aliyê artêşan 9em ve ku di wî demê di bin fermandariya Salih Omurtak de bû pêk hatiye.[1][2] Li gorî rojnameya Cumhuriyetê ku di 16ê tîrmeha 1930an de ragihandiye 15.000 kurd hatine kuştin.[3][8][11] Li gorî nivîskarê kurd Hesen Hîşyar Serdî ku di serhildanên Agiriyê de jî cih girtibû, ji 18 gundên ku ji eşîrên Ademan, Sipkan, Zîlan û Hesenan pêk tên 47.000 hezar gundî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin.[4] Di heman demê de li gorî lêkolînerê ermenî Garo Sasûnî 5.000 jin, zarok û extiyar ku di gundan de mabûn ji aliyê artêşa tirk ve hatine kuştin. Rojnameya Berliner Tageblatt a ku navenda rojnameyê li Almanyayê ye, di hejmara xwe ya di 3ê cotmeha sala 1930an de wiha behsa komkujiyê kiriye: “Tirkan li herêma Zîlanê 220 gundên kurdan tunekirin û 4 hezar û 500 jin û extiyar qetil kirin."[12] Akademiya Zanistê ya Yekîtiya Sovyetê wiha behsa gundên ku hatine şewitandin û komeke kurd ku di komkujiyan de hatine kuştin dike: "Di newaleke li herêma Zîlanê 1.550 kes hatin qetilkirin, li herêma Erdîşê 200 gund hatin şewitandin, li herêma Panosê jî gundek ku nehatibe şewitandin û nehatibe hilweşandin nemaye."[13]
Wezareta karên derve ya Îngilîstanê di derbarê komkujiyê de wiha gotiye: "Di derbarê vê bûyerê de qeneet me ew e ku 'serketina' Tirkiyeyê ya li deverên Erdîş û Zîlanê li hemberê çend kesên çekdarî û li hemberê rêjeyeke zêde ya kesên sivîl pêk hatiye."[14]
Piştê komkujyê
biguhêreLeşkerên Tirkiyeyê hemî sewal û milkên gundiyan desteser dikin.[15][5] Bi hezaran kurdên ku ji ber komkujiyan filitîne ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine sirgûnkirin û çûnûhatina herêmê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qedexekirin. Gundiyên piştî ku bi salan li sirgûnê dijîn, piştî ku qedexeya herêmê radibe, vedigerin gundên xwe û bi erdên xwe vala re rû bi rû dimînin. Gelek gundiyên li Erdîşê bi cih bûne û bi salan di bin şert û mercên zehmet de jiyan kirine. Bîst sal piştê komkujyê ji aliyê gundiyên herêmê ve doz hatiye vekirin. Gundiyên ku di sala 1950an de serî li Dadgeha Cezayê Esliye ya Erdîşê dane û daxwaza erdên di serdema tabûyên xwe wergirtine wekê delîl pêşkêşî dadgehê kirine. Gundî dixwazin Komkujiya Zîlan bê ronîkirin daxwaz dikin ku vegerin gundê xwe yên ku sewqî xezîneyê hatiye kirin û herêma qedexe hatiye ragihandine. Piştê 50 salan di sala 2006an de bi hinceta ku tapûyên gundiyan nederbasdar in, doza ku gundiyan vekiribû, hatiye girtin.[15]
Bandora çandî
biguhêreDi derbarê komkujiyê de gelek stranên dengbêjî û stiranên nûjen ji aliyê dengbêj û hunermendên kurd ve hatiye gotin.[16][17]
Wêjevanê kurd Yaşar Kemal di hevpeyvînên xwe yên salên 1950î de diyar kiriye ku dema ku wî ji Komkujiya Geliyê Zîlan agahiyê hildaye gelekî bi bandor bûye.[18] Piştre di romana xwe ya bi navê Deryaya xeyidî de behsa komkujiyê kiriye.[19]
Sansûra li dijî komkujyê
biguhêreDi sala 2007an de nûçegîhanên DÎHAyê ya Wanê Oktay Candemir û Ercan Öksuz hevpeyvînek bi serenavê "Şahidê Komkujiya Zîlanê Diaxive" weşandibû û di derbarê komkujiyan de yek ji şahidên Komkujiya Zîlanê Kakil Erdem ê 94 salî şahidî di hevpeyvînê de axivîbû.[20] Piştî hevpeyvînê di derbarê her du nûçegihanan de ji aliyê dewleta tirk ve doz hat vekirin. Di encama doza ku di 9ê îlona sala 2008an de li 2yem Dadgeha Cezayê Esliye ya Wanê dest pê kiriye de, ji bo her du nûçegihanan re sal û nîv cezayê girtîgehê hatiye birîn.[21]
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ a b Tan, Altan (2011). Kürt sorunu. Timaş yayınları Düşünce dizisi (Çapa 10. baskı). İstanbul: Timaş yayınları. ISBN 978-975-263-884-6.
- ^ a b Selek, Pınar (2004). Barışamadık. İthaki yayınları Tarih - toplum - kuram (Çapa 1.baskı). İstanbul: İthaki. ISBN 978-975-8725-95-3.
- ^ a b "Nûçe: Kurd û Dewlet ji osmanî heta îro-4 - Rojnameya Taraf". www.taraf.com.tr. Roja gihiştinê 5 nîsan 2025.
- ^ a b Kalman, M. (1997). Belge, tanık ve yaşayanlarıyla Ağrı direnişi, 1926-1930 (Çapa 1. baskı). Aksaray, İstanbul: Pêrı̂ Yayınları. ISBN 978-975-8245-01-7.
- ^ a b c "Anatomiya komkujiyekê: Zîlan 1930". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2025.
- ^ a b c d e "ESMANÊ SOR - Şahidên dawî yên Komkujiya Geliyê Zîlan çîroka zîlanê vegotin!". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 7 nîsan 2025.
- ^ a b "78th page of Pdf file" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 10 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 nîsan 2025.
- ^ a b "Me Komkujiya Zîlan Ji bîr nekir!". www.halklarindemokratikkongresi.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2025.
- ^ a b c d İŞLER, İkram (10 hezîran 2015). Dosyaya Zîlan (Nenasên Serhildana Kurdên Agiriyê) Cild 1: Di serdema Komarê de hemû serhildanên kurdan ji ber rewşên bi vî rengî pêş ketine (bi tirkî). Qahır Bateyi.
- ^ Haber, Politika (12 tîrmeh 2021). "Şahidê Geliyê Zîlan: Min xiyantê ji bîr nekir". Politika Haber (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 nîsan 2025.
- ^ ""Ev serhildan çendan e, ev operasyona çendan e?"". web.archive.org. 18 îlon 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 îlon 2012. Roja gihiştinê 6 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ von Harnack, Agnes (1915). "Der Krieg und die Frauen". Berliner Tageblatt. doi:10.1007/978-3-662-26424-9.
- ^ Sovyetler Birliği Bilimler Akademisi, Doğu Bilimler Enstitüsü ve Ermenistan Sovyet Sosyalist Cumhuriyeti Bilimler Akdemisi, Doğu Bilimler Enstitüsü Kürt Komisyonu (1998). Celil, Celîle; Gasaratyan, M. A.; Aras, M. (edîtor). Yeni ve yakın çağda Kürt siyaset tarihi (Çapa 3. baskı). İstanbul: Pêrî Yayınları. ISBN 978-975-8245-06-2.
{{cite book}}
: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Gökay, Bülent, edîtor (1997). British documents on foreign affairs. Vol. 35: Part 2. From the First to the Second World War Series B. Turkey, Iran, and the Middle East, 1918 - 1939 Turkey, January 1938 - December 1939 / ed. Bülent Gökay. Frederick, Md: Univ. Publ. of America. ISBN 978-0-89093-603-0.
- ^ a b "Komkujiya Çemê Zîlan a li DMME - Evrensel". www.evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2025.
- ^ Aydın Müzik (16 çiriya pêşîn 2021), Mizgîn - Gelye Zîlan (2021 © Aydın Müzik), roja gihiştinê 10 nîsan 2025
- ^ Maruf - Topic (26 tebax 2015), Geliyê Zîlan, roja gihiştinê 10 nîsan 2025
- ^ "Radîkal / Dema li eksena Ararat-Sîpan "pêvajoya pirsgirêka kurdan" dişopînin... / Siyaset / CENGÎZ ÇANDAR". web.archive.org. 4 tebax 2009. Roja gihiştinê 10 nîsan 2025.
- ^ Yaşar Kemal (1985). The sea-crossed fisherman. New York: Braziller. ISBN 978-0-8076-1122-7.
- ^ "Rapora 2008: QCT Bend 125 - 220 Doz - RaporTIHV". web.archive.org. 11 adar 2012. Roja gihiştinê 10 nîsan 2025.
- ^ "Dadwerî pêvajoya çareseriyê nas nekir: Di sê mehan de 190 girtiyên siyasî! - Bianet". web.archive.org. 28 tîrmeh 2011. Roja gihiştinê 14 nîsan 2025.