Ayşe Hür
Ayşe Hür (bixwîne wekî Ayşe Hîûr) (jdb. 1956, li Artvîn, Tirkiye), nivîskareke lêkolîner, dîroknas û rojnamevaneke tirk e. Niha di rojnameya Tarafê de dinivîsîne.
Ayşe Hür | |
---|---|
Esil | Tirk |
Perwerde | Zanîngeha Bosforê |
Pîşe | nivîskar lêkolîner, dîroknas , rojnamevan |
biguhêre![]() |
Mader û pederê wê mamoste bûne. Zaroktiya wê li gelek bajaran derbas bûye. Sala 1992yê ji beşa têkiliyên navneteweyî, polîtîka û dîrokê ya Zanîngeha Bosforê destûrdar dibe. Li enstûtuya heman zanîngehê ya bi navê Boğaziçi Üniversitesi Atatürk Enstitüsüyê de, angaşta xwe ya doktorayê dide (2005).
Di gelek rojnameyan de dinivîsîne ku Radikal û Agos jî di nav de. Ji 15ê çiriya paşîn 2007ê ve di rojnameya Tarafê de dinivîsîne.
Girêdanên derve
biguhêre- Quncika wê ya di Tarafê de Girêdana arşîvê 2008-09-02 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |