Taraf (bi kurdî: hêl, alî, lay, bere) rojnameyeke li Tirkiyêyê, bi zimanê tirkî bû.

Taraf
Taraf Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmarek Tarafê bi sernivîsa kurdî

Logoya Taraf
Welat
ZimanTirkî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 15 çiriya paşîn 2007 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 27 tîrmeh 2016 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Malperwww.taraf.com.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tarafê di 15ê çiriya paşîn a 2007an de dest bi çapê kir. Berpirsiyarê karê nivîsaran Ahmet Altan û alîkara wî jî Yasemin Çongar e. Dirûşmeya rojnameyê "Düşünmek taraf olmaktır" / "Fikirîn alîgirtin e" ye.

Taraf di 8ê adara 2008an de bi sernûçeya kurmancî ya Ji min re avê bîne derket. Ew daxwaza Sırrı Sakık bû ku dema xwepêşandaneke bo hilbijartinên, 22ê tîrmeha 2007an hatibû bilêvkirin. Li ser vê gotina Sakik li dijî doz hatibû vekirin. Rojnameya Tarafê bi vê sernivîsa xwe dida nîşandan ku bo cara yekemîn be jî diviyabû mirov sernivîsên bi kurdî biceribandiba.

Rojnameya Taraf, bi bihayê 1 TL Türk Lirası (diravê Tirkiyeyê) dest bi weşanê kir, pêşî çapa xwe ya taşrayê (li gorî çapkirina rojnameyên tirk, taşra herêma ji bilî Stenbolê û piranî jî bajarê rojhilatê Tirkiye ye) kir 25 kuruş û di adara 2008an de bihayê xwe li bajarên mezin daxiste 40 kuruş (hûrdiravê Tirkiyeyê).

Taraf di 27ê tîrmeha 2016an de hate qedexekirin.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Taraf ve Zaman'ın yanı sıra 16 televizyon kanalı da kapatıldı". CNN Türk. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2016.}}

Girêdanên Derve biguhêre