Sırrı Sakık
Sırrı Sakık (jdb. 1ê tebaxa 1957an, Mûş, Bakurê Kurdistanê)[1] rojnamevan û siyasetmedarekî kurd e. Niha parlamenterê DEM partiyê ya Agiriyê ye ku di hilbijartina sala 2023an de hatiye hilbijartin.
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Ağrı (en) | |
---|---|
dp. | |
Mayor of Ağrı (d) | |
- | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê | |
dp. |
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Pîşe | |
Partiyên siyasî |
Jiyana taybet
biguhêreSakık birayê fermandarê berê yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Şemdin Sakık e. Birayê wî Abdul Samed Sakık, siyasetmedarê Partiya Demokrasiyê (DEP) ku li Dîlokê serokê partiyê bû ku di 2ê cotmeha sala 1993an de hatiye kuştin.[2] Sakık di sektora turîzmê de cih digirt û di heman demê de rojnamegeriya Cumhuriyet û Vatanê jî dikir.[3]
Kariyera siyasî
biguhêreSakık cara yekem di sala 1991ê de wekê parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Gel (SHP) hatiye hilbijartin.[4] Di sala 1993an de endamê damezrîner ê Partiya Demokrasiyê (DEP) bû û yek ji wan parlamenterên DEPê bû ku di sala 1994an de ji ber pêwendiya bi çekdarên kurd re, piştî betalkirina parêzbendiya wan bi 15 salan cezayê zindanan hatiye cezakirin.[5] Piştê zindanî kirina 15 salan hatiye berdan û di Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de rolek girîng lîstiye ku piştî bûyereke di sala 1996an de ku tê de kesên rûpoş di kongreya partiya xwe de ala Tirkiyeyê daxistin û ala PKKê bilind kirin (Sakık ji bo protestoyê derketibû derve, lê paşê got divê rêz li hemû alan bê girtin).[6][7]
Di sala 2005an de endamê damezrîner ê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû[8] û di sala 2007an de careke din derbasî parlamentoyê bû û ji aliyê teknîkî ve weke parlamenterekî serbixwe derket pêş.[9][10]
Piştî ku DTP di sala 2009an de hat qedexekirin, di sala 2011an de ji bo Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) (dîsa ji hêla teknîkî ve wekî serbixwe) hate hilbijartin.[1][11] Di sala 2012an de wî guleyek li parlamentoyê nîşan da, ku wî got ku ew wekî gefa kuştinê jê re hatiye şandin.[12] Di 15ê Îlona 2012an de kurê wî Sedar Sakık ji balkona mala xwe avêtibû întiharê.[13] Di hilbijartinên herêmî yên 2014an de wekî şaredarê Qerekose hate hilbijartin. Di Adara 2017an de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkî ve ji wezîfeya wî ya şaredariyê hat dûrxistin.[14] Li şûna qeyûm tayînî şaredariya Qerekose hat kirin.[14]
Pozîsiyonên siyasî
biguhêreWî piştgirî da beşdarbûna jinan di siyasetê de[15] û li dijî proseya hilbijartinan bû ku ji bo partiyan benda %10 dihewand, ku siyasetmedarên DTPê neçar dikirin ku xwe wek namzedên serbixwe nîşan bidin.[15] Her wiha piştgirî da beşdarbûna kurdan a di hawîrdoreke siyasî û demokratîk de.[10]
Çavkanî
biguhêre- ^ a b kimkimdir.gen.tr, Sırrı Sakık (1957 - .... ) Girêdana arşîvê 2020-11-30 li ser Wayback Machine
- ^ "Disappearances and political killings: Human Rights Crisis of the 1990s. A manual for action" (PDF). Amnesty International. Roja gihiştinê 7 gulan 2021.
- ^ "Trustee Appointed to Ağrı Municipality, Sırrı Sakık Discharged". Roja gihiştinê 5 adar 2020.
- ^ "Muş SEÇİM SONUÇLARI". secim.haberler.com. Roja gihiştinê 5 adar 2020.
- ^ Turkish Daily News, 30 April 1998, Parliament reluctant to expose members to prosecution
- ^ Turkish Daily News, 29 June 1996, Sakik blames media after being arrested
- ^ Turkish Daily News, 28 September 1996, 11 HADEP defendants released
- ^ Turkish Daily News, 15 June 2005, Charges could be filed against Democratic Society Movement
- ^ "Muş SEÇİM SONUÇLARI". secim.haberler.com. Roja gihiştinê 5 adar 2020.
- ^ a b "Pro-Kurd party unveils strategy for Turkey vote". Reuters (bi îngilîzî). 9 gulan 2007. Roja gihiştinê 5 adar 2020.
- ^ tbmm.gov.tr, Türkiye Büyük Millet Meclisi 23. Dönem Milletvekili
- ^ Hurriyet Daily News, 12 January 2012, Bullet at rostrum
- ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 15 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2013.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ a b "Ağrı Co-mayor Sırrı Sakık suspended". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 adar 2019.
- ^ a b "DTP deputies complete MP registration". Today's Zaman. 30 tîrmeh 2007. Ji orîjînalê di 7 nîsan 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tebax 2008.
Girêdanên derve
biguhêre- Li Wikimedia Commons medyayên di warê Sırrı Sakık de hene