Figen Yüksekdağ

rojnamevan û siyasetmedara tirk

Figen Yüksekdağ Şenoğlu (jdb. 10ê nîsana 1971ê li Edene), rojnamevan û siyasetmedareke bi eslê xwe tirk e ku di navbera salên 2014e û 2017an de bi Selahattin Demirtaş re wekê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan hevserokatî kiriye. Figen Yüksekdağ ji sala 2015an heta sala 2017an ji bo heyamên 25 û 26 li Bakurê Kurdistanê wekê parlamentera Wanê hatiye hilbijartin.

Figen Yüksekdağ
Hevserokê giştî yê HDPê
Wezîfedarî
22ê hezîrana 2014an – 9ê nîsana 2017an
BerêErtuğrul Kürkçü
Sebahat Tuncel
PaşêSerpil Kemalbay
Parlementera Meclîsa Mezin a Neteweyî
Wezîfedarî
7ê hezîrana 2015an – 21ê sibata 2017an
Herêma
hilbijartinê
Wan (Hezîran 2015, Çiriya paşîn 2015)
Jiyan
Jidayikbûn10ê nîsana 1971ê (52 salî)
(Edene)
Partiya siyasîPartiya Demokratîk a Gelan (HDP)
PîşeSiyasetmedar
biguhêreBelge

Figen Yüksekdağ di sala 1971an de li bajarê Edenê ji dayik bûye û di temenê ciwan de dest bi siyasetê kiriye. Gelek salan bi pirsgirêkên mafên jinan re eleqedar bûye. Figen Yüksekdağ wekî endamê desteya redaksiyona rojnameya Atılım xebitî û di kovara Sosyalîst a Jinan de karê nivîsariyê kir û di heman demê de serokatiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) dikir. Fîgen Yuksekdag di Hezîrana 2014an de di kongreya Partiya Demokratîk a Gelan HDPê de wekî hevserokê partiyê hate hilbijartin.[1]

Jînenîgarî biguhêre

Figen Yüksekdağ di sala 1972an de li Yûmûrtalika navçeya Ayasa bi ser parêzgeha Edeneyê ve hatiye dinê. Yüksekdağ, dibistana seretayî li Yumurtalik û dibistana navîn li Lîseya Adana Ceyhan xwendiye. Di heman salê de dest bi xebatên xwe di warê tevgera jinê de kir.  Di 1992 de piştî beşdar bûna xwepêşandanên 1ê gulanê li Edeneyê hatiye girtin û 1 mehekî di zindanê de maye. Yuksekdag di nav damezrênerên Yekîtiya Xwendekarên Dibistanê, nav Yekîtiya Kedkarên Lîse û Yekîtiya Lîseyên Demokrat de bû.  Di vê serdemê de, wî bi rêzdarî di kovarên Ozgur Genç, Atılım ya jinên Sosyalîst de wekî nivîskar û edîtor xebitî.  Di nav damezrênerên Komeleyên Xwendekarên Zanîngehê de bû.  Di sala 1998 de beşdarî kargeha weşana Rojnameya Atılım bû.

Kariyera siyasî biguhêre

Yüksekdağ di Platforma Sosyalîstên Bindest de, ku di 2002 de hatiye damezrandin, dest bi jiyana xwe ya siyasiyê kir.  Di heman salê de, li Edeneyê di hilbijartinê de bû namzetê serbixwe ya platforma Sosyalîstên Bindest.  Di 2004 de erka xwe wekî Berdevkê Navendî domand heta ku ew di çarçoveya Operasyona bi navê Gaye, di 21ê îlon a 2006 de dest pê kir, hatiye girtin.

Piştî ku salekê ji Girtîgeha Gebze hatiye derxistin beşdarî di damezrandina Komeleya Jinên Karker bû. Di dewreyê de, ew edîtorê kovara Jinên Sosyalîst bi hevdemî bû.  Ew careke din bi hinceta ku beşdarî cenazeyê Kutsiye Bozoklar ê sala 2009 bûbû hatiye girtin û vê carê 6 meh di zîndanê de ma.  Di sala 2010 de, azat hatiye berdan. Di wî salê de Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) de ku yekem car Partiya xwe siyasî avakir û Yuksekdag bu Serokê partiyê. Yüksekdağağ di di kongreyê duyemîn ya Demokrat a Gelan (HDP) ê bi Selahattin Demirtaş re wek Hevserokê partiyê hat hilbijartin. Di hilbijartinên giştî yên hezîrana sala 2015an û piştre jî di hilbijartinên çiriya paşîn 2015 de wekî parlamenterê Wanê hate hilbijartin[2]

Dema hevserokê HDPê bû bi talîma serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ew û Selahedîn Demîrtaş li Amedê hatin binçavkirin û piştê binçavkirinê hatiye girtin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Fîgen Yuksekdag kî ye". www.sozcu.com.tr. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2021.
  2. ^ "Figen Yüksekdağ Şenoğlu Kimdir ? - Figen Yüksekdağ Şenoğlu Hayatı ve Biyografisi". www.haberler.com. Roja gihiştinê 3 nîsan 2020.