Bendava Kebanê, bendaveke ku ji bo hilberîna elektrîkê di salên 1965 û 1975an de li Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin.[1] Bendava Kebanê li navçeya Keban a ku bi ser parêzgeha Xarpêtê ve ye hatiye avakirin û di navbera parêzgehên Dersim, Xarpêt û Erzingan a Bakurê Kurdistanê de ye. Bendav bi bergirtina kevir û bêtonê hatiye çêkirin û dagirtina ava qebareya giştî ya Bendava Kebanê 16.679.000 m³ e. Bilindahiya avê ji cihûka çem 210.00 mêtre bilind e, hêjeya golê di asta avê ya normal de 31,000.00 hm³ û qada golê di asta avê ya normal de 675.00 km² ye. Gola bendava Kebanê piştî Gola Wanê û gola Bendava Ataturk ku li Rihayê ye, sêyem gola herî mezinê Bakurê Kurdistanê ye û piştî gola Bendava Ataturk duyem gola çêkirî ya herî mezinê Bakurê Kurdistanê ye.

Bendava Kebanê
Cih
Herêm Keban, Xarpêt, Bakurê Kurdistanê
Koordînat 38°48′25″Bk 38°45′25″Rh / 38.8069°Bk 38.7569°Rh / 38.8069; 38.7569
Nexşeya cihan Xarpêt
Bendava Kebanê li ser nexşeya Xarpêt nîşan dide
Bendava Kebanê
Avayî
Destpêk 1965
Vekirin 1975
Bendav
Mebest Hîdroelektrîk
Bilindayî 210 m
Dirêjahî 1.097 m
Çem Çemê Miradê û Çemê Firatê
Cureya Rêherkê Vekirina bikontrol
Zerengiya deravêtê ya rêherkê 11.400 m3/s
Embarav (gola bendavê)
Bilindayî 845 (Bilindahiya ji asta deryayê) m
Firehbûna rûyê
ava golê
675 km2
Qewareya
gola bendavê
16.679.000 m3
Îstgeha wizeya karebayê
Turbîn 4x157.5 MW, 4x1758 MW
biguhêreBelge

Di warê enerjiyê de yek ji yekem veberhênanên mezin ên li Bakurê Kurdistanê ye ku avakirina bendavê di sala 1965an de dest pê kiriye. 4 turbînên mezin ên destpêkê di sala 1974an de û 4 turbînên din ên dawiyê jî di sala 1981an de dest bi xebatê kiriye. Bi giştî hêza hilberîna giştî ya bendavê 1330 Megawatt hilberîna elektrîkê ye ku berhemanîna enerjiyê ya salane 6 Milyar kWh e. Di salên ku avabûye ji %20ê elektrîka Bakûrê Kurdistanê hilberîn dikir û li gorî daneyên sala 2020an ji sedî 1.8ê elektrîka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilberîn dike.

Cihê ku bendav lê hatiye avakirin 45 km li bakurê rojavayê Xarpêtê û 65 km li bakurê rojhilatê Meletiyê ye ku li ser yek ji tengavên herî teng ên ku çem diherike de ye û bendav 10 kîlomêtre li jêra tevlîhevbûna çemên Avareş û Miradê hatiye avakirin. Cihê bendavê yekem ji bo avakirina bendavan cihê baş e ku li xala hevberdana çemê Firatê ye ku ji yekbûna çemên Avareş û Miradê pêk tê. Çemê Firatê li gorî baran û helîna berfê xwedî herikînek pir cuda ye. Rêjeya herikîna avê ya navînî 635m³/çirke ye. Rêjeya herikîna navîn a di mehên zivistanê de di navbera 200 heta 300 m³/çirke de diguhere.

Bendav ji bo veguhastina deryayî jî tê bikaranîn ku bi ferîbotê veguhastinên di navbera Melkişî-Xarpêt û Pêrtag-Xarpêt tê kirin ku du navçeyên parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ne.[2]

Dîroka avakirinê biguhêre

Çêkirina Bendava Kebanê yekem car di sala 1936an de ji aliyê Rêveberiya Lêkolînê ya Karûbarên Elektrîkê ve ku nû hatiye damezrandin hatiye pêşniyarkirin lê heya sala 1966an çêkirina bendavê dest pê nekiribû.[3] Avakirina bendavê di sala 1966an de ji aliyê konsorsiyuma Fransî-Îtalî SCI-Impreglio ve hate destpêkirin û di sala 1974an de avakirina bendavê hatiye xilaskirin. Texmînên lêçûna giştî ya avakirina bendavê di navbera 85 milyon dolarên amerîkî û 300 milyon dolarên amerîkî de diguhere.[4] Piştî dagirtina ava destpêkê ya golê, qelsiyên jeolojîk ên di binê kevirê ku bendav li ser hatiye çêkirin de pêwîst bû ku asta golê bi awayekî demkî were daxistin da ku xebatên xurtkirinê yên berfireh bên kirin.[5] Li gorî agahiyan, Bendava Kebanê dema ku hatiye temamkirin, hejdem bendava herî bilind a cîhanê bû û gola çêkirî ya herî herî mezin a Bakurê Kurdistanê bû heta ku gola Bendava Ataturk tije dibe yekem gola çêkirî û duyem gola herî mezin ê Bakurê Kurdistanê bû.

Bi çêkirina bendavê re bendav dibe sedema koçkirina neçarî ya nêzîkî 25.000 kesan. Di sala 1974an de avgirtina bendavê hate destpêkirin û bilindbûna avê bûye sedema koçkirina 25 hezar kesên ku ji gund û warên ku di bin avê de dimînin.

Xebatên rizgarkirinên arkeolojîk biguhêre

Heta wê demê xebatên rizgarkirina arkeolojîk ên li cihên girîng ên ku di bin avê de dimînin, hatibûn kirin. Di navbera salên 1968 û 1974an de geliyên Firat û Çemê Miradê beriya bilindbûna ava bendavê dibe qada lêkolîn û kolandinên arkeolojîk ên dijwar. Cihê ku gola bendavê pêk tîne bi piranî teng e ku bi geliyên zinarînên kûr ve girêdayî ye. Di lêkolîna van geliyan de şûnwarên arkeolojîk nehatin dîtin. Geliyê Çemê Miradê li du cihan vedibe û niştecihên arkeolojîk (û nûjen) li vir bûn. Herêma Aşvana ku bi qasî 115 kîlometre çargoşe ye, yanzdeh şûnwarên arkeolojîk veddihewand ku hemî bi kêmanî piçûk bûn. Şûnwara herî mezin, Kelheya Aşvanê bû ku bi tevahî nêzî 0.9 hektar rûbar werdigirtibû. Kelheya Aşvanê û sê cîhên din ji hêla Enstîtuya Arkeolojiyê ya Brîtanî ya li Enqereyê ve hatine kolandin. Di lêkolînên arkeolojîk li 36 şûnwarên arkeolojîk hatine dîtin ku yek ji wan Tepeya Norşunê bû 8.2 hektar rûerd werdigirt ku şunwara herî mezin ê li qada bin-av a gola bendavê bû. Qada şûnwara Tepeya Norşunê ji aliyê tîmek almanî ya bi serokatiya Harald Hauptmann ve ji bo lêkolînan arkeolojîk hatiye kolandin. Pira Karamagara ya Romayî ya dereng ku mînakek berbiçav a pira kemerî ya pêşîn bû, ji hêla bendavê ve bi domdarî di binê avê de dimîne.[6][7]

Faunaya Bendava Kebanê biguhêre

Bendava Kebanê di warê flora û faunayê de jîngehek dewlemend e. Di gola Bendava Kebanê de gelek cureyên masiyan, Kevjalê Deryayê dijîn. Peravên bendavê ji bo gelek cûreyên teyran malavanî dike.[8]

Bendav ji bo jingeha teyrên koçber rawestgeh û jîngehek giring e. Çend cureyên teyran ku li ser paravên Bendava Kebanê dijîn ev in ku di nav van cureyên teyran de Leylek, Kazkovî, Werdeka kovî, Şaqaviyê spî yê mezin, Kaqlibaz û Qirmiraviya reş hene.[9]

Taybetmendiya bendavê biguhêre

Bendava Kebanê bendava hîdroelektrîkê ya bi giranî ya bi ber girtina kevir û betonê ye ji hêla Karên Avê ya Dewletê (DSİ) ve ku saziyeke dewleta Tirkiyeyê ye, tê xebitandin. Kurahiya bendavê 207 mêtre ye û bilindahiya ji asta deryayê 848 mêtre ye. Heşt turbînên bendavê ya avê hene ku ev turbîn 1,330 MW elektrîk hilberînin. Kapasîteya depokirina gola Kebanê 30.6 kîlomêtre kûp e û rûbera golê 675 km çargoşe ye lê hatiye ragihandin gol di hinek dema borî de asta av û rûbera golê ji van astên heyî derbas bûye.[10] Li gel bilindbûna gola Kebanê ku 845 mêtre ji asta deryayê bilind e û cihê bendavê ku li herêmek bi barana zêde ye, ji ber dûkeliya avê 0,48 kîlomêtre kûp di salekê de li gorî rezervên li Rojavayê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê kêm e.[11] Ji xeynî Geliyê Firatê ku rasterast li ser gola bendavê ye, gola Bendava Kebanê di heman demê de beşên geliyên Çemê Miradê û Çemê Avareş ku du çemên pêş Çemê Firatê ye tije kiriye. Her çend bendav di destpêkê de ji bo avdanê nehatibe çêkirin jî, di sala 1999an de 63,872 hektar erdê çandiniyê ji gola Bendava Kebanê hatiye avdan.[1]

Agahiyên din biguhêre

Avdanî biguhêre

Ava gola bendavê ji bo avdana çandiniyê tê bikaranîn.

Masîvanî biguhêre

Li golê xebatên masîgirtinê tên kirin. Li gel gelek cureyên masiyan, di golê de cureyekî biyanî yê sîbîryayê (Acipenser baeri) hatiye dîtin.

Wêne biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Wayback Machine". web.archive.org. 7 hezîran 2011. Ji orîjînalê di 7 hezîran 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ "Kêfxweşiya tengavê di gola bendavê de ku bajarên bêderya digihîne hev". web.archive.org. 14 nîsan 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 nîsan 2023. Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Yuk-Fung, Hui; Kolars, Joseph; Hu, Zhenze; Fleisher, David (1994). "Intestinal clearance of H2-antagonists". Biochemical Pharmacology. 48 (2): 229–231. doi:10.1016/0006-2952(94)90091-4. ISSN 0006-2952.
  4. ^ Kolars, J. C.; Turgeon, D. K.; Watkins, P. B. (1991). "Omeprazole and aryl hydrocarbon hydroxylases: Should we be worried?". Hepatology. 13 (1): 197–199. doi:10.1002/hep.1840130131. ISSN 0270-9139.
  5. ^ Gündüz, Ertunç (1999). "Gündüz, Ertunç". Hydrobiologia. 392 (2): 261–262. doi:10.1023/a:1003769105739. ISSN 0018-8158.
  6. ^ "1967 Miracle Yearbook". Miracle Yearbook. 1967. doi:10.15385/yb.miracle.1967.
  7. ^ Hild, Michael; Längsfeld, Wolfgang (1977). Zur Analyse von Bildergeschichten. Wiesbaden: VS Verlag für Sozialwissenschaften. rr. 62–69. ISBN 978-3-8100-0175-7.
  8. ^ AKTÜRK, Burcu; ŞEKER, Engin; PALA, Ayşegül (20 çiriya pêşîn 2020). "Investıgatıon of Endohelmınts in The Fıshes Hunted in Keban Dam Lake Çemişgezek Regıon (4th Regıon)". Kovara Tirkî ya Çandinî û Zanistên Xwezayî. 7 (4): 1133–1138. doi:10.30910/turkjans.698783. ISSN 2148-3647.
  9. ^ "Bendava Kebanê malavaniya gelek cureyên teyran dike". www.aa.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 çiriya paşîn 2023.
  10. ^ Kolars, J. C.; Turgeon, D. K.; Watkins, P. B. (1991). "Omeprazole and aryl hydrocarbon hydroxylases: Should we be worried?". Hepatology. 13 (1): 197–199. doi:10.1002/hep.1840130131. ISSN 0270-9139.
  11. ^ Kalpakian, Jack (13 çiriya pêşîn 2022). "Review of: "Political Transition in Sudan"". dii.org. doi:10.32388/5h3mzp.

Girêdanên derve biguhêre