Bendava Rihayê

bendaveke enerjî û avdaniyê

Bendava Rihayê, navê fermî Bendava Ataturkê (bi tirkî: Atatürk Barajı), navê bendavê ya berê Bendava Qerebaba (bi tirkî: Karababa), sêyem bendava herî mezin a cîhanê ye û yekem bendava herî mezinê Bakurê Kurdistanê ye. Bendav bi bendgirtina zinarên dagirtî li ser çemê Firatê li ser sinorê parêzgehên Adiyeman û Rihayê hatiye avakirin. Bendav di navbera salên 1983 û 1992an de li ser avroya jor a rûbarê Firat hatiye avakirin ku 24 km dûrî gundê Hewenca Rihayê ye. Bendav û santrala hîdroelektrîkê ya ku di sala 1992an de piştî tijîkirina avê ketiye xizmetê ku ji aliyê saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve tên xebitandin. Mebesta bendavê avdanî û çêkirina wizeya elektrîk e û berhemhêneriya îstgeha hîdroelektrîk a bendavê salane 8.900 GWh e.

Bendava Rihayê
Atatürk Barajı
Bendava Rihayê
Cih
Herêm Bakurê Kurdistanê
Dewlet Tirkiye
Koordînat 37°28′54″Bk 38°19′03″Rh / 37.48167°Bk 38.31750°Rh / 37.48167; 38.31750
Bendava Rihayê li ser nexşeya Riha nîşan dide
Bendava Rihayê
Bendava Rihayê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Bendava Rihayê
Avayî
Destpêk 1983
Vekirin 1992
Bendav
Mebest Elektrîk
Bilindayî 169 m
Dirêjahî 1.819 m
Çem Firat
Embarav (gola bendavê)
Embarav Gola Bendava Rihayê
Firehbûna rûyê
ava golê
81.700 ha
Qewareya
gola bendavê
48.700 Mm³
biguhêreBelge

Bendav 23 km li bakurê rojavayê navçeya Hewag bi ser parêzgeha Rihayê ve û li ser rêya Hewag û Semsûrê hatiye avakirin.

Benda bendavê 169 mêtre bilind e û 1.820 mêtre jî dirêj. Hêza santrala hîdroelektrîkê bi giştî 2400 MW e û salane 8900 GWh elektrîkê hildiberîne.[1] Lêçûna giştî ya projeya bendavê bi qasî 1.250.000.000 dolarên amerîkî hatiye diyarkirin.[2]

 
Dîmenek ji Bendava Rihayê û ji Çemê Firatê.

Avakirina bendavê di sala 1983an de hatiye destpêkirin û di sala 1992an de dest bi xebatê kiriye. Bilindahiya bendava bi 8 turbînan 169 metre ye. Benda bendavê bi zinaran hatiye tijekirin ku rûyê derve yê bendê ji keviran pêk tê û hundirê bendê bi gil û axê hatiye tijekirin. Qebareya bendavê 84,5 milyon m³ e.

Despêka avakirina bendavê di 4ê mijdara sala 1983an de dest pê kiriye. Hatiye plankirin ku bendav di sala 1994an de biqede û ji bo avdanî û hilberîna enerjiyê were bikaranîn. Benda bendavê bi 84,4 milyon m³ bi tijekirina kevir û axê hatiye çêkirin. Rûava golê 817 km² ye.

Bilindahiya bendavê ji bingehê ve 169 metre bilind e. Ji aliyê bilindahiya ve ji asta çem, asta herî kêm a avê 513 mêtre ye û asta avê ya normal jî 526 mêtre ye. Bendav di asta herî zêde yê avê de digihêje 542 metreyan.[3]

Santrala hîdroelektrîkê

biguhêre
 
Dîmenek ji setalîtê ku Bendava Rihayê nişan dide.

SHEên Bendava Rihayê yek ji 19 santralên projeya GAPê ya herî mezin e. SHEên Bendava Rihayê ji heşt komên turbîn û Turbînên Francisê pêk tê ku her yek ji wan 300 MW elektrîk hildiberîne. Boriyên zextê yên pola yên 7,25 metreyan bi giraniya giştî 26.600 ton ji aliyê pargîdaniya NOELL a Alman (îro DSD NOELL) ve hatine peyda kirin û hatine saz kirin.[4] Du yekeyên yekem ên santralê di sala 1992an de hatine çêkirin û di kanûna sala 1993an de bi temamî ketine xebatê.[5] Santiralên hîdroelektrîkên bendavê dikare salane 8900 GWh elektrîkê hilberîne.[6]

Di serdemên ku daxwaza zêde yê elektrîkê çênabe tenê yek ji heşt yekeyên SEHê di xabatê de ye. Di demên daxwaziya zêde yê elektrîkê de jî her heşt yekîne tevahî di xebatê de ne. Ji ber vê yekê li gorî hewcedariya enerjiyê û rewşa pergala bi hev ve girêdayî, mîqdara ava ku ji SHEê tê berdan dibe ku rojane di navbera 200 û 2000 m3/s de were guhertin.[7]

Çemên Firat û Dîcleyê ku jêderka avê ya herî girîng ên herêmê ye ji çiyayên Bakurê Kurdistanê derdikevin û ber bi başûr ve ber bi rojava û başûrê Kurdistanê ve diherikin. Ava çemê Firatê bi golên mezin ên Bendava Kebanê û Bendava Rihayê tê tertîb kirin. Lê belê avên ku ji SHEên wan bendavan têne berdan jî divê bêne bi rêkûpêk kirin. Bendava Bîrecîkê û Karkamişê li jêrîn a Bendava Rihayê ji bo avên ku ji bendavên mezin û santralên hîdroelektrîkan (SHE) têne berdan hatine çêkirin.

Li deştên Riha-Herran û Mêrdîn-Serê Kaniyê, Riha yên li Mezopotamya Jorîn nêzîkî 4 hezar û 760 km² (1840 kîlometre çargoşe) zeviyên çandiniyê bi ava ku ji Bendava Rihayê di ser pergala Tunêlên Rihayê re tên avdan.[8][9] Qenalên avê ji du tunêlên paralel pêk tên ku her yek 26,4 km dirêj in û 7,62 mêtre bilind in.[10] Rêjeya herikîna avê di nav tunêlan de bi qasî 328 m³/s e ku dibe yek ji sê parên herikîna giştî ya Firatê. Tunêlên avê ji aliyê dirêjî û rêjeya herikîna avê ve li cîhanê tunêlên herî mezin in ku ji bo avdanê hatine çêkirin. Tunêla yekem di sala 1995an de û tunela din jî di sala 1996an de qediyaye. Depoya li pişt bendavê ku dikare 406.000 hektar erd av bide ku bi tevahî 882.000 hektar ji aliyê bendavê ve tê avdan.

Yekem car di bihara sala 1995an de li Deşta Heranê avdanî dest pê kiriye. Bandora avdanê li ser aboriya herêmê bandoreke erênî daye destpêkirin. Li gel guhertinên pêwîst ji sedî nod zeviyên ku têne avdan pembû têne çandin. Berfirehbûna avdanê di nav deştên Heranê de hilberîna pembû ya Bakurê Kurdistanê di sala 2001ê ji 164.000 metrîk tonan derxistiye 400.000 metrîk tonan ku hilberîna pembûya herêmê ji sedî şêst zêde kiriye.[8]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Devlet Su İşleri Genel Müdürlüğü Baraj Detay Sayfası". web.archive.org. 2 tîrmeh 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 tîrmeh 2014. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "ATA GROUP". web.archive.org. 19 kanûna pêşîn 2007. Ji orîjînalê di 19 kanûna pêşîn 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ "Bendava Rihayê". web.archive.org. 23 çiriya paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya paşîn 2015. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Bendava Rihayê". archive.ph. 11 kanûna paşîn 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 kanûna paşîn 2008. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Northern Kurdistan - Energy". countrystudies.us. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2024.
  6. ^ "Southeastern Anatolia Project (GAP)". www.turizm.net. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2024.
  7. ^ "Dîcle & Firat Basin". web.archive.org. 23 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê di 23 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2024.
  8. ^ a b "Irrigation Area and Cotton Production Increase in Southeast Anatolia". web.archive.org. 13 tebax 2007. Ji orîjînalê di 13 tebax 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2024.
  9. ^ "Tigris & Euphrates Basin". web.archive.org. 23 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê di 23 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2024.
  10. ^ "AQUASTAT - FAO's Information System on Water and Agriculture". web.archive.org. 27 sibat 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 sibat 2008. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve

biguhêre