Parsîna Jor
Parsîna Jor (bi tirkî: Köprüköy) yek ji navçeyên Erzîromê ye. Qezayeke piçûk e, li navbera Xuristanê û Erzîromê dikeve û 57 km ji Erzîromê dûr e. Gelê qezayê ji xeynî karmendên dewletê Kurd in û bi zaraveyê Kurmancî qise dikin. 1 nehiye 38 gundên wê hene.
Navçeya Parsîna Jor Köprüköy | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom (parêzgeh) |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 38 gund |
Gelhe (2008) | 18.700[1] kes |
Rûerd | 665[2] km2 |
Berbelavî | 28,1 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 1.765 kes |
Koordînat | 39°58′22″Bk 41°52′20″Rh / 39.97278°Bk 41.87222°Rh |
Bilindayî | 1.620 m |
Koda postayê | 25320 an jî 25321 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
Hin agahiyên bikêr ên Parsîna JorêBiguhêre
- Rûber: Mixabin statîstîkên dewletê hevûdu nagirin, di hin qeydên fermî de tê diyarkirin ku rûbera axa Avnîkê 665 km² û di hinan de jî 470 km² ye.
- Gelhe: Gorî rêvebiriya navçeyê di sala 2000'î de li navêndê 5.583 û bi giştî jî 20.500 kes dijiyan. Şik di statîstîkên dewletê yên derbarê Bakurê Kurdistanê de hene, bawerî pê nabe. Gorî hin îdîayan tenê li gundên Avnîkê nêzîkî 40.000 kes dijîn.
Wargehên balkêş ên Parsîna JorêBiguhêre
- Pira Parsînê (tr. Çobandede Köprüsü)
- Kela Zivînê
- Kela Şosikê
- Kela Micîngerdê
- Kela Avnîgê
- Goristanên dîrokî yên serdema Ûrartû, Sasanî û Medan