Çanda kurdî, komek taybetiyên çandî yên cihêreng e ku ji aliyê gelê Kurd ve tê meşandin. Çanda kurdî mîrateya gelên kevnar e ku kurdên nûjen û civaka wan ava kirine.

Çanda kurdî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurd komeke etnîkî ye ku bi giranî li Rojavaya Asyayê dijîn. Li bakurê rojhilata navîn li ser çiyayên Zagros û çiyayên Torosê li herêma ku Kurd jê re dibêjin Kurdistana mezin dijîn.

Ji xeynî herêmên Kurdistanê, gelê kurd li başûrê rojavayê Ermenistanê û Azerbaycanê û her wiha li deverên Libnanê dijîn û nûnertiya kurdên Yekîtiya Sovyeta berê dikin.

Li ser koka kurdan di roja îro de tê dîtin ku bav û kalên kurdên îro kesên ku bi navê Karduya têne naskirin in ku di hezarsala 3an a b.z. de li Mezopotamyayê jiyaye û navê wan di lewheyên heriyê yên Sumerî de derbas dibe. Di roja îro de li ser pêşeroja a Kurdan gelek nîqaş tên kirin. Ev gengeşeya dîrokî bi taybetî piştî şerê duyem ê Kendavê, bi guhertinên hebûna kurdan li Iraqê û demazirandina hikûmeta Herêma Kurdistanê bileztir bûye.

Bi şerê navxweyî ya Sûriyeyê re niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rêveberî ji aliyê Kurd û gelên cûda yê li herêmê tê birêvebirin. Niqaş pêvçûnên jibo Bakurê Kurdistanê ku niha di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye û nîqaşên jibo Rojhilata Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Îranê de ye, di roja îro de didome.

Zimanê kurdî

biguhêre

Zimanê kurdî, beşek ji beşa bakurê rojavayî ya şaxê zimanê îranî yê malbata zimanên hind û ewropî ye. Zaravayê ku herî zêde li herêmên Kurdistanê tê axaftin soranî û kurmancî ye. Lê li Bakurê Kurdistanê zaravaya Zazakî û li Başûrê Kurdistanê jî zaravayên Lurî, Kelhûrî û Goranî hene. Li erdnîgariya Kurdistanê zêdetirî 30 milyon kes bi kurdî diaxivin. Îro zimanê kurdî bi sê alfabeyên sereke hatiye dabeşkirin. Ev alfabeya latînî, alfabeya erebî û alfabeya kîrîlî ne.[1] Kurdî çar zaravayên kurdî hene: Kurmancî, Soranî Zazakî û Kelhorî ye.[2]

Kurd xwedî kevneşopiyeke folklorîk a dewlemend in ku ji ber nûjenbûn, bajarîbûn û çewisandina çandî her ku diçe dikeve xeterê. Kurd sala nû di Newrozê de pîroz dikin û pîrozkirina Newrozê gelek caran ji aliyê rayedarên Tirkiye û Sûriyê ve hatiye qedexekirin.[3][4]

Muzîka kurdî

biguhêre

Muzîka gelêrî ya kurdî beşekî girîng ê çanda kurdî ye û bi kevneşopî ji bo gihandina bûyerên li ser dîroka kurdan ji aliyê Dengbêjan ve hatiye bikaranîn.

Gelê Kurd li gor herêmên Kurdistanê ya ku tê de dijîn xwedî dînên cihê ne, yan jî peywendiyên wan ên çandî û etnîkî bi wê dînê re hene, dîna herî berbelav di nav kurdan de îslama sunî ye. Kurdên Bakûrê Kurdistanê ku nifûsa wan nêzîkî 15-25 milyonan, ji 30% elewî ne û 68% jî îslama sunî ne.[5]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Held, Colbert C.; Cummings, John Thomas (3 kanûna pêşîn 2013). Middle East Patterns: Places, People, and Politics (bi îngilîzî). Avalon Publishing. ISBN 978-0-8133-4878-0.
  2. ^ McDowall, David (14 gulan 2004). A Modern History of the Kurds (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-85043-416-0.
  3. ^ Aykan, Bahar (17 kanûna pêşîn 2014). "Whose Tradition, Whose Identity? The politics of constructing "Nevruz" as intangible heritage in Turkey". European Journal of Turkish Studies. Social Sciences on Contemporary Turkey (bi îngilîzî) (19). doi:10.4000/ejts.5000. ISSN 1773-0546.
  4. ^ Arab, The New (17 adar 2019). "Turkey bans Kurdish Newroz celebrations in Afrin" (bi îngilîzî).
  5. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 9 çiriya paşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya paşîn 2013. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)