Muzîka kurdî
Muzîka kurdî navê hemû cûreyên stranbêjî, dengbêjî û kilamgotina gelê kurd e. Bingeha wê ji dengbêjiyê, ji çîrok xwendina melodîk pêk tê. Li gorî vê yekê di nava muzîka kurdî de sê beşên bingeh hene: çîrokbêjî, stranbêjî û dengbêjî. Pirraniya stranên kurdî ji du qite û deh heceyan pêk tê.[çavkanî hewce ye] Taybetiyeke din a muzîka kurdî ev e ku melodiyên xwe hêsan in û lewra sê-çar deng (ton) bi gelemperî têrê stranekê dikin. Pir caran jî, stranên kurdî bi qite û melodiyên wekhev bi dawî dibin. Pirraniya kilamên kurdî derheqê evînê hatiye nivîsandin. Herwiha, stranên xebatê, govendê, yên dîlanê û pîrozbahiyên din jî gelek tên hezkirin.
Muzîka kurdî | |
---|---|
| |
Welat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Saz, tembûr, kemançe, bilûr, mey, def, dahol û zirne enstrumanên tîpîk in. Tembûr, di civatên êzîdî, yaresan û elewî de ji bo rîtuelên olî roleke mezin dilîze. Ji bilî enstrumanên çandî yên kurdan (bilûr, tembûr, dûdûk, dahol/def...) enstrumanên ji çanda rûmî û farisan jî tên bikaranîn. Di muzîka pop a modern de enstrumanên elektronîk - wek gîtara ceyranî û keyboard - her ku diçin girîngtir dibin. Bi taybetî di muzîka dîlanan de keyboard îro cihekî girîng digire.
Dîrok
biguhêreLi gorî arkeologan, mûzika kurdî ji bav û kalan ên xwe Hurîyan hate[1][2][3][4][5]. Ev delila ko taybeta muzika kurdî ji 4000 salan dîje
Cûreyên muzîka kurdî
biguhêreMuzîka kurdî xwedî ciyawaziyeke çandî ya piralî û cihêreng e ku di nav şêweyên curbecur de cih girtiye û hertim di bi bandora xweza, dîrok, erdnîgariya Kurdistanê, û herwiha civakên etnodînî yên kurdan de maye. Fermo muzîk ji bo parastina nasname û derbaskirina nirx û kevneşopiyên civakên kurdan xizmet dike.
Dengbêjî û çîrokbêjî
biguhêreMuzîka kurdî xwedî ciyawaziyeke çandî ya piralî û cihêreng e ku di nav şêweyên curbecur de cih girtiye û hertim di bi bandora xweza, dîrok û erdnîgariya Kurdistanê de maye. Beşeke bingehîn a muzîka kurdî dengbêjî û çîrokbêjî ne, ku xwe dispêrin kevneşopiya çîrok û helbestên herêmê. Her du şêwe çîrokên epîk û bûyerên dîrokî vediguhezînin. Kilamên dengbêjan gelek caran melodîk tên xwendin, carinan bi enstrumana bilûr ve tê pêve kirin lê balê dikişîne ser dengê. Taybetmendiyeke balkêş ew e ku dengbêj û çîrokbêjên jin û mêr hene. Ev jî nîşan dide ku jin di muzîka kurdî de her tim cihekî girîng girtiye.
Stranên gelêrî
biguhêreŞêwazeke din a girîng stranên gelêrî yên kurdan e, ku bi awazên dilgeş û reqskirî tên nasîn. Ev şêweya muzîkê gelek caran di şahî û kombûnên civakî de tê xwendin û amûrên wek bilûr û dimbelek/demirqe têne lîstin. Stranên gelêrî gelek caran bi hêmanên folklorîk ve girêdayî ne û derbirrînek hestyarî ya bihêz radigihînin, ku dikarin hem xemgînî û hem jî kêfxweşiyê bînin ziman. Muzîka gelêrî ya kurdî di nav civakên kurd ên cîhanê de hêmaneke nasnameyê ye. Lewma civakên ku li derveyî Kurdistanê dijîn jî (wek li Anatoliya Navîn, Xorasan, Îsraêl, Ermenistan û diyasporayê) saya muzîka kurdî kevneşopî û çanda xwe ya resen li wan deran diparêzin.
Muzîka êzdî
biguhêreMuzîka dînî di nava muzîka kurdî de bi kevneşopiyên giyanî û nasnameya etnodînî ya civakê ve girêdayî ye. Wek mînak, muzîka dînî ya êzdiyan beşeke bingehîn a pratîka ruhî û nasnameya wan e. Di merasîm û şahiyan de, bi taybetî di cejna sersalê ya “Çarşema Sor” de, û di gerên dînî yên bo cihê pîroz ê Lalişê de, roleke sereke dilîze. Muzîka êzîdiyan bi stran û duayên bi zimanê kurdî hatine nivîsandin û, wek mînak, hurmeta Melek Taûs tîne ziman. Stranên “Qewal” ku bi rengekî koral tên pêşkêşkirin, bi rêûresmên dînî re tên xwendin û ji bo paqijkirina ruhî û girêdana bi Melek Taûs re tên gotin. Amûrên wekî def, tembûra bi destan, û bendir (dahol), piştgirîya merasîman dikin û bingehek rîtmîkî diafirînin, ku atmosfera giyanî zêde dike. Muzîka êzîdî ne tenê nîşana îbadetên dînî ye, di heman demê de girêdanek sembolîk e ku civakê bi hev re digire û kevneşopiya wê ya sedsalî diparêze. Ew bi mîstîzm û zanîna nepenî ya baweriya êzdiyatiyê de girêdayî ye, ku ji nifşan re derbasî dema îroyîn bûye.
Muzîka kurdên elewî
biguhêreMuzîk kurdên elewî ji wek muzîka êzdî bi kevneşopiyên giyanî û nasnameya dînî ya civakê ve girêdayî ye. Muzîka elewî meditatîf e û di merasîmên dînî yên wekî "Cem" de tê bikar anîn. Cem îbadeta hevpar a elewiyan e, ku stran û muzîka ji bo perizîna îlahî dihewîne. Ev mûzîk gelek caran bi amûra bi navê saz tê lîstin û bi dengê xwe yê taybet piştgiriya atmosfera giyanî dike.
Ji bo kurdên elewî muzîk wekî navgînek îbadetê û paqijkirina giyanî tê bikar anîn, da ku mirov bi Xwedê re têkildar bibe. Stranên ku bi piranî kurmancî an zazakî ne, ji helbest û gotinên mîstîk pêk tên û li ser hezkirina Xwedê, yekbûna gerdûnê û girîngiya jîr û exlaqê radiwestin. Ev stranên ku bi hev re têne gotin, roleke navendî di îbadetê de dilîzin, ku di heman demê de dans û dua jî tê de heye.
Muzîka govendê
biguhêreMuzîka govendê yek ji formên herî naskirî û herî populer ên muzîka kurdî ye, ku di serî de bi dîlan û şahiyên komî ve girêdayî ye. "Govend" danseke kevneşopî an gelêrî ye, ku pir caran di dawet, festîval û civînên din ên civakî de tê pêşkêş kirin. Muzîk rîtmîk û enerjîk e û bi gelemperî enstrumanên wekî "def/dahol" û "zirne" û "bendir" pê re tên. Dans bi xwe çemberek teng û hevdemkirî ye, ku tê de reqsvan ber bi lêdana muzîkê ve diçin û pêdivî bi lingên bilez heye. Melodiyên govendê bi gelemperî jîndar û dawetkar in, û ew hestek civatê û bihevrebûnê pêşdixin, ji ber ku hemî beşdar di dansê de dibin yek. Struktura muzîkê bi melodiyan re dubare dibe, ji bo ku dans domdar û herikbar be. Stranên govendê li gor herêm û binekultura Kurdî diguhere, lê ew bi gelemperî îfadeyeke hestyarî ya xurt parve dikin, ji şahîyê heta melankoliyê. Muzîka govendê ne tenê ahengeke dîlanê ye, di heman demê de ji jiyana rojane, evînê yan jî têkoşîna gelê kurd re vegotina çîrokan e. Govend bi taybetî li herêmên gundewarî xwedî wateyeke sembolîk e, ji ber ku nasnameya kolektîf a Kurdan û berxwedana li hember gefên derve nîşan dide. Bi tevayî, muzîka govendê mîraseke zindî ya çanda kurdî ye, hem şahî û kêfxweşî, hem jî bi hev re girêdana kurdan pîroz dike.
Muzîka siyasî
biguhêreWek ji bo hemû gelên cîhanê, muzîk ji bo gelê kurd jî nîşaneke girîng a hebûn û nasnameya wan e. Lewra muzîka kurdî pir caran ji bo daxwaz û armancên siyasî tê bikaranîn. Ji bilî marş û stranên derheqê şehîdên kurd û rojên girîng (wek rojbûyîn û roje girtina Ocalan, komkujiyên li dijî kurdan, hwd.), gelek hunermendên ciwan tevlî şoreşa kurd dibin û li serê çiyan li gorî şert û mercên çiyayî hunera xwe didomînin. Bi vî havî him bi rêya çekan, him jî bi rêya hunerê şer dikin.
Gelek stranên ku ji aliyê gerîlayan ve hatine nivîsandin, xwendin û kişandin di demeke kin de gihîştin mîlyonan. Car caran ew stran derheqê xweza û jiyana li ser çiyan, carina jî li ser azadî û rizgariya kurdan hatine nivîsandin. Çend stranên wiha ji bo govend kişandinê hatine amadekirin, lewra ew stran di gelek şahî û dîlanan de tên xwendin. Xwezaya çiyan bi hebûna zozan û çeman bandoreke erenî didin ser muzîka wan.
Mixabin, gelek hunermendên şoreşvan ên jêhatî di şer de jiyana xwe ji dest didin; ew bi çûyîna dilovaniyê wek şehîd tên bi nav kirin û - wek Şehîd Sefkan, Serhad û Mizgîn - beşeke taybet di nava muzîka kurdî de digirin.
Bê enstruman
biguhêreBeyt, Qesîde, Qewl, Dîlok, Baritî, Laja, Lawik, Heyranok, Payizok, Qetar, Serdare, Gawas, Laylay an lorik, Halparke, Kilam[8], Serhatî, Serêlî, Şînî, Kalhorî
Bi enstruman
biguhêreŞêxanî, Kalaka quta şîn, Suskayî, Royîn, Dûpeyî, Sepeyî, Stran, Strana dawetê, Kilam, Goranî, Gulbang
Rewşa muzîka kurdî
biguhêre- Gotara bingehîn: Hip-hopa kurdî
- Gotara bingehîn: Rocka kurdî
- Gotara bingehîn: Popa kurdî
Gelê kurd xwediyê gelek taybetmediyên civakî, olî û çandî ne û çanda kurdî li her yek herêmê bi haviyeke din pêşketiye. Ji ber ku Kurdistan ji aliyê welatên dagirker ve hatiye perçekirin, gelê kurd di nava welatên cuda de dijîn û rastî gelek astengiyên siyasî, çandî û aborî tên. Herwiha, li ser çanda kurdî hê jî siyasetên asîmîlasyonê yên fermî têne meşandin. Lewra profîla muzîka kurdî jî herêm bi herêman diguhêre.
Başûrê Kurdistanê
biguhêreli başûr di dema desthilatdarîya beisa rijêma Sedam Huseynî jî muzîka kurdî asîmîle nebû û bervajî bihêztir dibû. Li radyoya dengê bexdayê beşa kurdî hebû ko ji bo demekî Îsa Berwarî rêveberê wê bû, di dema wî de gelek berhemên baş û dîrokî hatin tomarkirin. kesên mîna Tehsîn Taha, Elî Merdan, Eyaz Yusiv, Erdewan Zaxoyî û Dilşad Seîd mînakên kesên navdarên muzîka başûra wî demî bûn. Gelek tîpên fermî yên muzîkê jî hebûn tîpa muzîka dihokê û ya silêmanîyê tîpêb herî serkeftî bûn ne tenê li başûr li îraqê hemûyê jî.
Rojhilatê Kurdistanê
biguhêreRejîma Îranê ji rêxistinên kurdî bi taybetî muzîka kurdî ji serî ve wek tahlûkeyeke mezin hesiband û li gor vê yekê tedbîrên xwe yên siyasî û civakî stend. Bandora muzika faris li ser muzîka kurdî zehf baş xuya dike, û ev yek wek taybetiyeke muzîka kurdî ya li Îranê tê hesibandin.[çavkanî hewce ye] Bi pirranî saza farisî - ya ku xwediyê dengeke balkêş e - tê bikaranîn. Kurdên Ehlê Heq bi giranî muzîka sûfî lêdixin.
Rojavayê Kurdistanê
biguhêreBeşeke mezin a kurdên Sûriyê ji mafên bingeh - wek ê hemwelatiyê - dûr in. Dîsa jî - belkî jî, ji ber vê sedemê - bakûrê Sûriye (Kurdistana rojava) xwediyê dînamîkên serbixwe ye û loma xwedîlêderketina nasnameya kurd gelek xurt e. Gelek dengbêj û stranbêjên navdar li Kurdistana rojava hene ,yên ku hunera wan bûye bingehek mezin û dewlemend ji bo kurdan. Wek Mihemed Şêxo, Baqî Xido, Cemîlê Horo, Miço Kendeş, Ciwan Haco, Xêro Abbas, Narîn Feqe û gelek stranbêjên din.
Bakurê Kurdistanê
biguhêreJi ber tune hesibandin û hewldanên tunekirina nasnameya gelê kurd, muzîka kurdî ji damezirandina dewleta romî (1923) heta salên 90'î bi timî qedexe bû. Ev hê demeke kin e ew qedexeya li ser çand û muzîka kurdî rabûye, lê hê jî (oto-)sansureke civakî ya mezin li ser muzîka kurdî heye: evya bi taybetî di medyaya romî de xwe dide xuyakirin, ji ber ku muzîka kurdî ne qedexe be jî, klîbên kurdî an kêm an jî qet nayin nîşankirin.
Li şûna vê yekê, bi sedan stranên kurdî ji koka xwe hatin hilkirin, bi tirkî hatin wergerandin û ji çapemeniyê re wek stranên tirkî hatin weşandin. Lewra îro gelek stranên tirkî yên binavûdeng bi eslê xwe stranên kurdî ne - mîna Lo berde, Yek mûmik, Xumxumê tolêdar, Lê xanim Xan, Xanimê, Ax bêhal im û hwd. Evya ji aliyê sosyologan ve wek qirkirina çandî tê binavkirin û yek ji beşên siyaseta asîmîlasyonê kare bê hesibandin.
Di çarçoveya asîmîlekirina çand û hunera kurdî de bi taybetî hewldana hilbijartina stranbêjên kurd ên ku bi tirkî distriyan bû: bi vî havî, heta îro gelek stranbêjên bi eslê xwe kurd hunera xwe bi tirkî dimeşînin û ji bo qezencên şexsî difiroşin çapemeniya tirk. Ew stranbêjên bi eslê xwe kurd îro xwediyê beşeke girîng a çapemeniya tirk in. Car caran bi kurdî stranan parvedikin, lê qet nabêjin ew kurd in. Mînakeke vê yekê bêguman Îbo ye: "Dayê min kurd, bavê min ereb e. Lê ez tirk im, kurê tirkan im.″
Tinehesibandina muzîka kurdî ne tenê di dînamîkên civakî de veşartî ye. Gelek kanalên fermî û yên şexsî ên mezin ji ber sedemên prensîb cih nadin hunera kurdî. Lê car caran hunermendan dawetî bernameyan dikin, ew jî tenê du-sê stranên kurdî dixwînin û diçin.
Ev hê demeke kin e ku muzîka kurdî di çapemenî û raya giştî re tê vekirin. Çend studyo û kanalên taybet beşeke giran a bernameya xwe didin çand û hunera kurdî.
Diyasporaya kurd
biguhêreDiyasporaya kurd bi zindîkirina kevneşopiyên li deverên cuda yên cîhanê û gihandina wan ji bo nifşên nû, di parastin û pêşxistina muzîka kurdî de roleke sereke dilîze. Li welatên wek Almanya, Fransa, Swêd, Holenda û DYAyê civaka kurd ne tenê nasnameya xwe ya çandî parastiye, kevneşopiya xwe ya muzîkê jî bi pêş xistiye. Çalakiyên muzîkê, konser û mîhrîcan platformên girîng in, ji bo ku muzîkjenên kurd berhemên xwe tê de pêşkêş dikin û çanda kurdî pîroz dikin. Bi taybetî di salên 1980î de, dema ku gelek kurd ji ber çewisandinên siyasî derbasî sirgûnê bûn, muzîk weke navgîna vegotina çandî û siyasî her ku çû girîngtir bû. Şêweyên mûzîkê yên nû li dîasporayê pêş ketine, ku bandorên rojavayî bi dengên kevneşopî yên kurdî re digihîne hev û dibe sedema peydabûna janrên pop, hiphop û rock ên nûjen ên kurdî. Ev şêwazên nû yên muzîkê dibin alîkar, ku çanda kurdî di cîhana globalbûyî de were xuya kirin û ji nifşên ciwan re jî balkêş be. Di heman demê de, muzîka kurdî ya kevneşopî, bi mijarên xwe yên melankolîk û şerker, li dîasporayê wek semboleke xurt a berxwedan û girêdana bi welat re dimîne. Wekî din, diyaspora îmkana wê heye ku muzîka kurdî bixe nava çarçoweya navneteweyî û wê li cîhanê bide naskirin, û ev jî tê wê maneyê ku çanda kurdî di cîhanê de tê naskirin. Li gelek bajarên dîasporayê navendên muzîkê û dibistan tên avakirin, ku fêrî enstrûman û teknîkên dengbêjiyê yên kurdî dikin û nasnameya çandî ya kurdan derdixin pêş.
Bi giştî, diyasporaya kurd di vê yekê de alîkariyek diyarker dike, da ku mûzîka kurdî jîndar bimîne û xwe li hember dijwarî û derfetên cîhana nûjen biguncîne.
Muzîkvanên kurd
biguhêre
Çavkanî
biguhêre- ^ http://www.smithsonianmag.com/people-places/Kurdish-Heritage-Reclaimed.html Girêdana arşîvê 2013-04-19 li ser Wayback Machine (Kurdish Heritage Reclaimed After years of conflict, Turkey's tradition-rich Kurdish minority is experiencing a joyous cultural reawakening. By Stephen Kinzer; Smithsonian magazine, June 2010)
- ^ http://books.google.fr/books?id=stl97FdyRswC&pg=PA393&lpg=PA393&dq=hurrian+hymn+kurdish+music&source=bl&ots=uZVqMrfAC3&sig=hp9QGnNWZoqdVxoc0pl7SjyGDAA&hl=fr&sa=X&ei=T82XUZyaIcaxhAfilIDwCg&ved=0CF8Q6AEwCDgK#v=onepage&q=hurrian%20hymn%20kurdish%20music&f=false (Encyclopedia of the Peoples of Africa and the Middle East Par Facts On File, Incorporated)
- ^ http://www.bookadda.com/books/kurdish-music-kamkars-kochari-koma-books-llc-1157109152-9781157109150[girêdan daimî miriye] (Kurdish Music: The Kamkars, Kochari, Koma Deng Azad, Shams Ensemble, Tembr (Paperback) by Books Llc )
- ^ http://www.mauspfeil.net/Kurdish_music.html[girêdan daimî miriye]
- ^ http://www.reference.com/browse/arabian+music[girêdan daimî miriye]
- ^ Al-Salihi, Nour-al-din: Die Musik in Kurdistan. Frankfurt, 1989
- ^ Turgut, Lokman: Mündliche Literatur der Kurden in den Regionen Botan und Hekarî. Berlin 2011
- ^ Kilam li hin herêman ji lawikên dengbêjan re tê gotin, belê kirmanckî de tê wateya stranê.