Cemîlê Horo

Dengbêj

Cemîl Horo (jdb. 10ê adarê, 1934 Serîncek, Efrîn - m. 19ê îlonê, 1989) dengbêjekî kurd e.

Cemîlê Horo
Jiyan
Jidayikbûn10ê adar 1934
Efrîn, Mandanta Fransî ya Sûrîyê
Mirin19ê îlon 1989
Efrîn, Sûrî
NeteweKurd
PîşeDengbêj gotîn
Salên çalak1955 - 1989
MalperMalpera Cemîl horo Girêdana arşîvê 2013-09-09 li ser Wayback Machine
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Carekê rojhilatnasekî li sêr Kurdan gotiye: Her Kurdek dengbêjek e . Lê her dengbêjek nikare hêsr bibe û pelên dara zêtûnê biweşîne. Cemîlê Horo yek ji wan dengbêjan e ku dikare pelê dara zeytûnê biweşîne.

Cemîl Horo hunermendê Kurd ji herêma Efrînê, yek e ji wanên ku kezebê, ji qîra di riwê feleka bê ol de, rêş kirine. Heya roja ku wî, bi mirineke zêr, ji nav me barkir jî, banga wî ew bû ku gulê wî ji bin mîlê rêş derînin û her ku ewê di ber goristana Henên rê dibore, dengê wî di kûraniya gorê de dibhîze û jê dixweze ku mîlê rêş ji sêr rakin . Lê ka em rê bidin jiyana wî û bihêlin bila ew ji me re biaxavî.

Kurtejîna Hunermend

CEMÎL HORO

  • ji kalê Horo û pîra Siltan e ; Siltan dê ye, Hor bav e.
  • dîroka bûna Cemîl : 10.3.1934 ; Serîncekê (?).
  • Law:
  • Ehmed (piling), 1960, ji jina pêşin e ; navê wê Henîfe ye, ji Mabeta ye.
  • Mihemed Reşîd (Henîf),1965.
  • Horîk, 1969.
  • Henan, 1973 (sê salî tê kuştin).
  • Henan, 1979.
  • Elî, 1983.
  • Keç :
  • Mizgîn, 1967.
  • Siltan, 1978.
  • Narîn, 1982.
  • Kurdistan, 1984.

- Sê ziman nas dikirin : kurdî, tirkî, û erebî. - Bi avakirina Partî re, Cemîl dikeve xebatê. - Bendîxana Sûriyê çend cara dinase û êşkencekirinê jî tê de dibîne. - Hin stranên ku daketinî ser sêlikan:

Memê Alan, Feteh beg, Ûsibî Şer, Xana Dinê, Eyşa Îbê, Cebelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey lawo, Xezala Menda, Lo bavo, Naylecan.

Di çûna xwe ya Tirkiyê de Eyşe şanê dibîne û bi Kemal Ûrgun re, hersêk sêlikekê derdixînin. Strana wan a navdar a Memê Alan e.

Di 2.7.1972 - yan de, mehrêcana Sûq el-Întac çê dibe, Cemîl digel hinek hunermendên Kurd wekî Selah Resûl û Seîdko tê de beşdar dibin. Cemîl Horo di gelek ciyên dinê de vexwendiyê mehrecana ye.

Sala 1989, Cemîl Horo çav dane hev û li Gorristana Henên hatiye veşartin, goristana ku Nûrî Dêrsimî lê.

Cemîl Horo, Dilbirîn :

Navê Dilbirîn, wa diyar e piştî kuştina lêw, sernavê Dilbirîn bi ser ketiye ; yan wî zêde kiriye, yan dosta bi ser ve xistiye. Wek tê xuyan, wî bi xwe ew nave bi ser xwe xistiye.

Jiyna Cemîl Horo ji vê pir pir firehtir e ; ji dost û hevalên Cemîl tê xwestin ku bi hûrgilî çêrê bibinê.

Arya Cimo

Çîroka kuştina Henên biguhêre

Cemîl û Zekî axayê Ko Reşîd, li avîngeha Serê Kaniyê; Kefercenê çayxaneyek digel hev avakirîbûn, niha bûye parek ji Mueskerê Telai . Di ewê demê de, mala wî li bajarê Helebê bû, taxa Xan Zêtûnê û di rojeke înê de, Cemîl ji avîngehê diçe Helebê; bi boneya ku zarên xwe jî bîne. Bi rê ve rastî zaroyekî winda tê, bi destên ewî digre û dibe Mexfera Mîdanê ya polîs û piştî ku, ew navnîşana wî digrin, zaro pêre dişînin mala wî. Ew zaro, wê şevê, di hembêza wî de xew dike û di sibeyê de, xwediyên lêwik tên û wî dibin. Cemîl jî zarên xwe tîne Serê Kaniyê û di eynî roj de, Henanê biçûk winda dibe.

Bêhtirî (12) e rojan di ser windabûna ewî rê diçin, rojekê yekî bi navê Menanê Topo dibêje: ji berî demekê min ew; Henan di nav destên Hemreş ê; karmendê avîngehê de dîtibû . Di roja windabûna Henên de, Hemreş nehatîbû li ser karê xwe û ewê yekê hêşt ku, gûman biçin ser wî û ev gotin, dê bihêle ew ji ser karê xwe bireve. Lê kurê Cemîl ê mezin dide dû û wî digre.

Hemreş dest bi çêrokê dike û dibêje: Welîdê Coqê û Qember; bapîrê Hemreş e, ew jî ji gundê Coqê ye, ewî digel heft kesên din têve didin ku, zaro bidizin û piştî didizin ewî dibin cîhê li ser jêkirina dewaran. Wî du rojan, bê nan, di ewê derê de dihêlin û pişt re ewî bi kêran dikujin û di pir ciyan de jî hestiyên wî dişkînin. Piştî evê yekê wî dikin çiwalekî û davêjin bin pira Efrînê, piştî ku wî bi singekî ve girê didin, da ku, di cihê xwe de bimîne û masî wî buxin. Ew mehekê wilo dimîne û di dû re wî dibin cihekî din, davêjin nav çem û şopa wî winda dibe.

Di rojekê de şivanek tê û dibêje: min laşê zaroyekî dîtî . Piştî ewî derdixin, ew heya bi demekê netê naskirin; ji bilî hestiyan nemabû. Lê di por û cilên wî re dinasin ku, ewe û ew heyşt kesên ku, bi evî karê nemerdî rabûne, careke din, dilîzin; temsîl dikin û li ser kasêtekî vîdiyo tête tomar kirin. Lê ev pirsgirêk-çêrok, li ser destên Mihdînê Şêxkêlê tête tepisandin, vemrandin û Wehîdê CoqÊ gotinekê, ji Cemîl re, dişîne û dibêjêyê: kuştina kurê te, li ser me; ango li ser Partiya Komûnîst, bi sê firêngên Sûrî sekinye û bi serde gef û guran ji Cemîl re dişîne û dibêje: eger ku ew raneweste evê carê yan seriyê wî ye ya jî yê kurê wî yê mezine û bila ew jî li ser me bi bîst û pênc qurişan bisekînin .

Lê heya roja îroj, diya wî bawer nake ku, kurê wê hatiye kuştin û li ser wî çêrokeke leylanî, ji xwe re, avakirî. Ew dibêje: ewê ku me hestiyên wî dîtine, ne ew bû.. lawê min hîne winda ye . Temenê Henên, di roja windabûnê de, sê salî bû û hunermendê me du sitran-kilam li ser çê kirin, yek ji wan digel hunermend Elî Tico. Ev kula mezin; kula leklekê , dê pê re bimîne û hêşt ku, ji berî bimre, li mamoste cîgerxwîn-Şivan vegerîne û bêje: kîne em.. em in em hov û qirdin **. Û ji berî ku, em ji rewşa wi ya civakî dertên, ka em bi hev re nasnama ewî bixwînin: Nav û paşnav: Cemîl Reşîd. Bav: Horo, Elî . Dê: Siltan. Cîh û dema zayînê : 10ê adarê, 1934 - Serîncekê Û ewî bi çar zimanan dixwend û dinivîsand, zimanên : kurdî kurmancî , tirkî, erebî û farisî.

Jîna konevanî biguhêre

Piştî ku partî ji hev cûda dibe, di sala 1965 an de, hunermendê me dimîne hevalê PDK û di dema yekbûna Sûryê û Misirê de, Cemîl jî û weke gelek hevalên Partî tête girtin. Ew hêştê rojî di bin êşkenciyê de dimîne û piştî ku, nikarin ti tiştî ji devê wî bistînin ewî berdidin, lê bi qasî ewan rojan jî, ew di nav nivînan de dimîne û ji ber ewê yekê, wî radikin nexwêşxana razî, li bajarê Helebê. Di wir de bijîşk jê dipirse: Tû Kurde û gava Cemîl jê rê dibêje: Belê . Ew gotineke pîs jê rê dide: … dê û xwîşkê te . Û bêyî ku dest tê bide, ewî ji nexwêşxanê dertîne û li mal, bijîşkekî Kurd, wî derman dike.

Piştî ku rihet dibe, vedigere li sêr karê xwe yî konevanî û pir carên din dezgehên asayêşî didin dû şopa wî û dihêlin ku, ew her tim ji mal bireve; xwe bide alî. Û di rojekê de Elî Tico tê ba ewî û Cemîl jê dixweze ku, di reya xwe rê bi pirse: ka ew çi ji wî dixwezin. Piştî hefteyekê ji evê dîtinê û bi şev, li derûdorê kata (12) e yan, yek li deriyê wan dide û dema bavê Cemîl dipirse: Kiye ew , dengê Elî Tico ji piş derî ve tê û bi naskirina dêng rê, bavê Cemîl jê rê dibêje ku, ew ne li male. Lê bi gotina wî rê Cemîl dighe li ber derî û jê re vedike û bi vekirina ewî ji derî rê, nobedariya asayêşê bi şikra wî dikire û digel Elî Tico dixwîn hundirê cîbeke leşkerî û ev yeka dihêl Cemîl li Elî Tico vegere û bêje: eve dostaniya tê.

Nêzîkî meh û nîvekê di girtîgehê de dimîne û piştî ku, ewî berdidin, dîsa jî dezgehên asayêşî didin dû şopa wî û dihêlin ku, ew digel zarên xwe ji Sûryê nefî bibe û bireve Tirkiyê. Li ewê derê navê xwe diguhêre û dike Ebdul Qehreman û heya navê zarên xwe jî diguhêre. Li derûdorê sal û nîvekê li Tirkiyê dimîne û di rojekê de, Eyşe Şan kartekê jê re bi rê dike û wî vedixewîne dawetekê, li wir û piştî ku, Eyşe Şan movika xwe bi serî dike, ew hunermendê me pêşkêş dike.

Gava Cemîl dertê li sêr textê şanoyê, ew di nava xwe de dibêje: ez ji bo karûbarê welat û netewê xwe koçber bûme û niha tu yê bê, li vir, ji min rê çi sitranê bibêje; Eyşê yan jî Xatûnê û ew di cîh de heylo sitrana Şêx Seîd dike. Piştî ku dawiya sitranê tîne, dostekî wî bi destan digre û direvîne mala mirovekî xwe, lê polîs wî bi cîh dikin û di bin serokatiya Newzet Beg ê de; ew jî kesekî kurd e, tête dadkirin.

Di nav pirsên xwe de, ew jî jê dipirse: ma tu kesekî kurd e. Û dema Cemîl bi gotina belê bersiva wî dide, ew sixêfekê jê rê dide û dibêje: ewê li tê daye jî kurd e. Û bi alîkariya Newzet Beg ê dighe Riheyê, nameyekê jî dide wî û berê wan dide cem dostekî xwe, da ku, alîkariya wan bike û ew jî ji aliyê xwe ve Cemîl û malbata wî direvîne û tên Cizîra Botan, gundê Êlxanê û ji wir salixê dişînin başûrî Kurdistanê û digel hin pêşmergan derbasî wir dibin.

Di derbaskirina di li sêr ji çemê Dijle rê, pêşmerge radihêjin bavê Cemîl yê hêştê salî û zarên wî û gava ew dighêjin aliyê çem ê din, Cemîl xwe xwarî kevirekî dike û diramûse. Li dawiyê ew dighên ba pêşmergên ku, li benda wan mabûn û di bin seroktiya Îsê Siwar de û bi êvarî re dighên bajarê Zaxo. Ewê şevê li hotêlê xew dikin û di sibeyê de mele Ebdûl Kerîm Qasim; stûbarê Zaxo tê ba wan û piştî demekê Cemîl dikin çavnêrê; miraqibê şarêdariyê û ew derûdora salekê û şeş mehan li wir dimîne.

Piştî ku tevgera serast; Elherkê Elteshîhiyê , li Sûriyê hikum bi dest xwe ve tîne, beratiya kesên nefî derdixîne û evê yekê hêşt ku hunermendê me, digel malbata xwe, vegerê Sûriyê. Ew tê û li bajarê Helebê, taxa Hulika jorin rûdine û di dû re di navbera pir gund û bajarên Sûriyê de digere, li dawiyê li bajarokê Cindirêsê ji herêma Efrînê bi cîh dibe. Di evê demê de careke din û di bin navê Cemîl Necar de derdikeve Tirkiyê, lê careke din ew tête girtin û li derûdorê (16) e rojan di girtîxanê de, li sêr pelên rojnameyan, radize. Di dû re ewî tînin ser sînora ku, di navbera herduh hikumetan de û li gundê Mîdan Ekbes ê berdidin; çûna ewî ya Tirkiyê jî ji bo sipasiya Newzet Beg ê bû û belkî ew karibe hin sitranan li wir tomar bike.

Jîna wî ya hunerî: biguhêre

Ew deh salî bû dema diçû ba feqe; Evdê Eşê li gundê Çolaqa, da ku Quranê jiber bike. Di rojekê de ewî dertîne û jê dixweze ku, ruyekî ji Quranê bixwîne, lê li şûna ayetan, sirûda Felestîn distire û reya xwe dibêj rê.

Heya salên (60-61) an, li dawet û şahiyan sitranên zargotinî digotin û li derûdorê salên (60-65) an sitranên xwe yên pêşîn, di tomargeha S. Kamil de ewa li bajarê Helebê, daxistin ser sêlikan. Mîna; sitranên Memê Alan, Feteh beg, Ûsib Şer, Xana Dinê, Eyşa Îbê, Dizo, Cebelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey lawo.. Lo bavo û.. hwd. Weke em dibînin ku, ev stiranên jorin bi gelemperî yên folklorîne, lê pirê caran hin kît ji cem xwe dadixistin hundirê sitraneke folklorî û hin caran jî gotinên stiranên xwe digel mozîka wê bi xwe datanî, mîna stirana: Lo bavo .

Di dû evê demê de û ji bona karê xweyî konevanî, weke ku me di rewşa konevanî de dît û di sala 1970 î de, ji Sûriyê direve û diçe Tirkiyê, lê ji berî ku ew surgun bibe jî, çend caran derketibû Tirkiyê, li derûdora salên (60-65) an. Di ewê demê de, ew û Eyşe Şanê hevdu bêhtir dinasin û bi hev re sêlikekê tomardikin, digel Kemal Ûrgun; hunermendekî Kurdên Tirkiyê ye û li ser tembûrê Arif Sax û Bîlal Selman jî li ser qernêt. Li ewê derê ew û hin dengbêjin Kurd û di nav de hinekên Tirk jî; ji ewan Nûrî Sesigûzel, Gul Abi, bi tekirman radibin hev. Li dawiyê, giş, komên xwe ji hunermendê me rê dadixin.

Piştî ku direve û diçe başûrî Kurdistanê, ew stiranekê di kuştina Nafiz Celal Hawizî de dibêje, lê ti tiştî li wir tomar nake. Di dû ku vedigere Sûriyê, ji nuh ve, dest bi karê xweyî hunerî dike. Lê di evan sê-çar salên mişextiyê de û di bin bandora şoreşa Berzaniyê nemir de, hizra netewî damarên xwe berdide nav stiranên ewî û emê, ewê yekê, di evan stiranan de bibînin: Leyla Qasim, Şêx Seîd, Ebro kevan, Keça Kurda, Berzanî, Pêşmergê Kurd, Newroz, Delalê Milanî, Ay felek ..felek, Gula Nesrînê û.. hwd. Hinek ji evan stiranan li ser kasêtekî daxistine; sazkar û xwediyê meqaman, tembûrvan Menan Ibrahîm ji Efrînê ye, keman: Mihemed xelîl Xazî û li ser dirbekê: Guro û herdiyên dawî ji kobaniyêne, awaz û gotinên hinek stiranan ên Cemîl Horo bi xwe ne û ev kîta jêrîn, ji stirana Berzanî, bi pênûsê wî ye.

Hevalno kanî, kurdino kanî.
Wa şêrê Çiya, kanî Berzanî.
Feleka neyar, mala me danî.
Ji ber kurda ve te pir êş (ek) dî, di va dinya fanî.

Di (2.7.1972) yan de, mehrecana Soq Intac Çê dibe, Cemîl digel hinek hunermendên Kurd û Ereb; ji yên Kurd, Selah Resûl, Seîdko û.. hwd. sitran û kulamên xwe bi herdu zimanên kurdî û erebî dibêjin. Di dû “Soq Intac” re diçe Libnanê û di Sînema Rîvolî de, digel hinek hunermendin Kurd, wek; Seîdko, Seîd Yosêf, Şêrîn, Sêvî Metîn, koma Efrînê ya semayê û hunermendê nemir M. A. Cezrawî û.. hwd. û ji bo cejna Newroz ê, li hev komdibin û şadûmanekê lidardixin. Carekê jî li bajarê Qamişlokê û, careke din, ji bona cejna Newrozê, mehrecanekî digel koma Efrînê ya semayê û Cemîl Qasim, Selah Resûl, Mehmûd Ezîz, S.Yosêf û Seîdko çêdikin.

Hinek dostanî, dijberî di navbera wî û Cîgerxwîn de hebû û di nirîna me de, ew jî ji ne lihevkirina di warê konevanî de tête holê û emê ewê yekê li jêr, di gotinên sitraneke Cemîl de bibînin ku, çawa davêje ser Cîgerxwîn û partiya wî. Navnîşana helbestê; “Teibîra dîkê Xerza, dikim ji were bêjim”.

Cîgerxwînê şahreza xwedanê dîkê Xerza

Ew çêroka te gotî û bi peran firotî

Li ser elok û qaza li Ferza û li Zaza

Serî qebrê hejandî dilê me pir melandî

Bi dev bûye Cîgerxwîn bi dil bûye xem revîn

Dîkê pêşî me naskir dîkê paşî xwe naskir

Dîkê pêşî Hemîde ê dudiwan Reşîde

Tu mayî dîkê paşî bi ritba xwe a yozbaşî

Yozbaşî xewaran leşker daye neyaran

Binir ku yed-bere wîsayete ne xebere

Reş-belekên te danîn ji bo te bibe zanîn

Çendî şairî Kurdî hebin bi rastî û rindî

Dulabê te gerandin çavên wan te şikandin

Rastî û tu ronî başî bike şonî

Serê me bête hildan em jî bibin ji kurdan.

Û weke me dît ku, ewî li Tirkiyê hinek sêlik tomarkiribûn, ew jî evin:

1- Bedev, “Bedew” can.

Salih bey, “beg”.

2- Lo lavo, “lo lawo”.

3- Mem û Zîn.

4- Teyar axa.

Û dengbêjên ku Cemîl Horo li ewan guhdarî dikir jî, ev bûn; Mihemed Şêxo, M. T. Tahir, T. Taha, Neşet Artaş, Nûrî Sûsigûzel û li evê dawiyê Şivan.

Mirina wî biguhêre

Di dawiya jiyana xwe de û li bajarê Helebê, Çayxaneyek vekir, lê gava bihîst ku, kesên derdora ewî li ser dibêjin ku: “Cemîl Horo, piştî evî temenî dest bi karê pîs kirîye”. Ew çayxane firot û li gundê Tislorê, nêzîkî Cindirêsê baxçeyekî hinaran dikire, lê gelek jar û tengasî dibîne û dihêle ku, ji nuh ve, vegere karê darteşiyê.

Û ji ber jiyana reş, gelek nexweşî pê re çêdibin; wek derdê şêkir û telkê û di rojên wi yên dawî de jî û piştî ku, bijîşk jê re dibêjin: kevir pê re çêbûye, zikê ewî diqelêşin. Lê dertê ku, kezeba reş werimiye û ew dihêle ku, Cemîl navekî xasmayî li nexweşiya xwe bike; di bin navê “kula leklekê” de bi nav dike û wilo nesax dikeve nav nivînan. Û birîna ewî hîne neketibû hev, ew diçe dikana darteşiyê; da ku nanê zarokan peyda bike û pir caran devê birînê ji hev dibe û çilpikên xwînê, di cilên wî re, gulgulî, serî hildidin. Nemaze demên ku, bi zikê xwe li daran zor dikir; da ku ewana bide ber bêçixiyê.

Di rojekê de, ew bi carekê ji hev dikeve û ewî radikin bajarê Helebê. Di ewê demê de û weke me dît, ewî mala xwe anîbî Cindirêsê. Wî dibin nexweşxana Ibin Rişd, li wir û di kata (9,30) neh û nîvan de, di êvara Pêncşemê de (19-9-1989) an de, cara dawiyê çavan dide hev û dilê germ disekine û ewî tînin, da ku, di goristana Henên de, nêzîkî gundê Meşalê û avîngeha Kefircenê, dûrî Efrîn ê bi (8) k. m. û digel nemirê Kurd ê din; Nûrî Dêrsimî, veşêrin.

Ji qeşmeriyên jiyanê, meleyê mizgefta Cindirêsê, ewî naşo, bi sedemên ku; “ew yekî dengbêj û mey vexwar bû” û piştî ewî dişon û dixwazin rakin, mixabin; du pereyan-qurişan di mala wî de nabînin, da ku, karibin pê veşêrin û bi bêşkirina hin kesan, ewî dighînin mala wiya reş û sar.

Gotina Dawî biguhêre

Ji berî ku cara dawî, çavan bide hev, ji kurê xweyî mezin re dibêje: eger ku, rojekê Kurdistan avabû; Kurdistaneke azad û serbixwe, divê tu digel hunermend, şair û sema û lîliyan, werê ber seriyê min û bêjî min: dê rabe.. rabe.. raa.. aabee”.

Têbînî biguhêre

  • Pir caran du nav ji mirov Kurd re çêdibin, yek li ba dewletê û navê din jî li ba gundiyên ewî.
  • Di ewê demê de, hunermendê me yî nemir; Cemîl HORO, di partiya DKS; “Partî” de kardikir û Henan bû qurbana ne lihevkirina di navbera PDK li Sûryê û Partiya Komonîst de.
      • Serîncek; gundekî Efrînê ye û nêzîkî kela Nebî Horî ye.

Û em dixwezin li dawiyê bibêjin ku, me ev agahî û bûyerên ku, di evê nivîsarê de hatine, ji erşîv û devê malbata hunermend, Cemîl HORO wergirtine û eger ku, rojekê hin agahî şaş derkevin, em ji anuha ve hêviya lêborîna kêmasiyan ji we dikin.

Cindirês-93

Çavkanî biguhêre