Miço Kendeş hunermend û stranbêjekî kurd e ku di sala 1966an de li Kobaniyê, li Rojavaya Kurdistanê ya bakurê Sûriyê, di nav perên malbateke kurd de ji dayik bûye.

Miço Kendeş
Stranbêjê kurd Miço Kendeş
Jiyan
Jidayikbûn1966
Kobanî
Malperwww.m-kendes.ch
biguhêreBelge

Ji zaroktiya xwe ve li ber dengê dengbêj û stranvan û dastanebêjan û di nav şevbuhêrkên ahangane yên ko li malê dihatine saz kirin, perwerde bûye, piştre li ber dengê dapîra xwe hinî rewanbêjî û şêweyên strana-dastanî dibe. Îdî piştî vê qonaxê xwe hînî lêdana biziqê û tembûrê dike, hişyarî û zanîna xwe ya muzîkî berfirehtir dike, hem dest bi hînbûna ûdê dike û hem jî bi alîkariya hin muzîknasên Helebê zanebûna xwe di derheqa meqamên rojhilatê de kûrtir dike. Miço Kendeş, dest bi berhevkirina stranên kevin û yên gelêrî dike, li çavkaniyên wan yên resen û zelal digre, anuha jî, ji wê gencîneya ko bi sedan stran têde hene berhevkirin, dest bi hibijartina xwe dike da ko yên herî sipehî, herî narîn, bi dengê xwe yê pêldar û afsanewî û bi şarezayiya dastanbêjiya xwe, pêşkêş dike. Hêjayî gotinê ye ku Mico Kendes hemwelatiyên Swîsre û Fransayê hene[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre