Baqî Xido
Baqî Xido (jdb. 1920 − m. 2ê sibata 2009an), dengbêjê deşta Sirûcê ye. Baqî Xido dengbêjekî mezin e. Ew yek ji wan dengbêjane ku bi dengê xwe klasîkên, destan û serpêhatiyên Kurdan parastiye.
Baqî Xido di sala 1920 de li bajarê Kobanî ji dayîk bû ye û di 7ê sibata 2009an de çû ser dilovaniya xwe. Wî di sala 1995 de ji ber sedemên nexweşiyê dest ji dengbêjiyê berda. Jiyana Baqî Xido di feqîrî û perîşaniyê de derbas bû ye. Di dengbêjiya wî de rola Mihemedê Dûman (jêre li Kemanê dida) û Mihemed Gulî (li tembûrê dida) gelekî mezin e. Jiyana Baqî Xido ya hunerî gelekî dewlemend bû, wî gelek sêlên muzîkê, û piştra jî gelek kasêt tomar kirin. Ew bi stranên weke Delalê Edûlê, Dewrêşê Evdî, Bêmal, Mem û Zîn, Teyar, Delalî Qîzikan, Lo Dilo û gelekên din navdar e. Baqî Xido li seranserê Deşta Sirûcê, Eyaleta Riha, Dîlok û Cizîrê bi nav û deng e.
Girêdanên derve
biguhêre- Wêne Girêdana arşîvê 2006-07-16 li ser Wayback Machine
Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |